KAM (Kaw-Kav)?

Peyva “kam”ê peyveke Pehlewanî ye ku tê wateya “miraz, hez, xwast, xwezî, hêvîxwastin, jû, arejû, arezû” bi erebî tam dibe “murad”.
Lê ev peyv jî weku yên din hem dengguher bûye û hem jî wateguher bûye di hin wate û waran de. Peyva “kam”ê di nuha de zêdetir di zarê Soranî û Kelhûrî û Hewramî de maye û di Kurmancî de tenê di cihekê de şênber e ku piştre em ê behsa wê jî bikin. Bo zêdetir berçavroniyê em di vir de dikarin çend mînakan nîşan bidin û şîkar û şîrave bikin. Weku:
kameran: dilxweş, şad, bi keyf, bextewer, asûde û yd.. ku hin caran di zarê Kurmancî de weku “kamuran”ê jî tê kêzandin.
be kamî dill (bi kamê dil): ev bêjeyeke di zarê Soranî de kara ye ango bi hez û xwastina dil.
kamkaran: “kamkar” weku yekjimar û “kamkaran” weku pirrjmar tê wateya “xwazyar û xwazyaran, muradbarî û ji dil kirin”ê û, navê komayeke muzîkê ya Kurdî ye.
akam: gelek caran ev peyv di Soranî de li dewsa “armanc”ê jî tê kêzandin ango kesê ku gihiştiye xwast û murad û armanca xwe.
nakam (nekam): ango bêmurad, kesê ku negihiştiye xwast û murada xwe negihiştiye miraz û arezûya xwe.
Lê weku gelek peyv û bêjeyên din em dibînin di zarê Soranî de hin car “kam dibe kaw” ku ev rewşê jî di zimanê Kurdî û bi taybetî Soranî de heye, weku:
“ram dibe raw”, di Kurmancî de dibe “rav”
“dam dibe “daw”, di Kurmancî de dibe “dav”
“nam dibe naw”, di Kurmancî de dibe “nav”
Û “kam jî dibe kaw”, di Kurmancî de dibe “kav”
hwd…
Ji bo şîkarên zêdetir em dikarin çend mînakan ji wê jî bidin weku:
nakaw (nekaw): ev bêje weku “le nakaw”ê jî tê ku bi Kurmnacî dibe “ji nîş+kav”
serkam (serkaw): di kam û murada xwe de ye, di miraz û xwasta xwe de ye û dijî.
kam bikey (kam bikî): ev bêje di Soranî de bo vê rewşê tê kêzandin, dema ku kesek ji tiştekî pirr hez bike û bixwaze lê destê wî negihîje wî tiştî, kesê hember dibêje: “ey kam bikî” ango dîq bikî bo hez û daxwaza xwe.
be kawe xo (bi kama xwe): ev bêje di zarê Soranî de zêde tê kêzandin û di rewşa kesekî ku çawa hez bike wisa tevbigere, jêre dibêjin: be kawe xo dê, be kawe xo dexwa, be kawe xo reftar deka. Ango “bi kamê xwe tê, bi kamê xwe dixwe, bi kamê xwe tevdigere. Bi awayekî din ango bi xwast û arezûya xwe tê yan dixwe yan jî tevdigere.
ji nîşkav: ev bêje jî di Kurmancî de bi heman mantiq û lojîka Soranî ye, lê bi guhertina hin pêşgir û paşgiran bi vî awayî.
Soranî: “le+na+kaw”
Kurmancî: “ne+ji+kav”
“le = ji, na = ne, kaw = kav”
Tenê paş û pêş di “le=ji & na=ne”yê çêbûye ango di Kurmancî de:
“ji nekav”ê bûye “ne ji kav, ji nejikav”ê. Helbet nuha çendîn guhertinên din jî bi ser wê de hatiye di Kurmancî de weku:
“ji nejkav, ji nîjkav, ji nîşkav û ji nişkave” ango “ji nexwaz û bêxwatin”. Şayend bipirsin baş e, peyva “kam”ê diyar bû, lê bêjeyên “le nanaw & ji nejkav”ê çi pêvendî bi “kam”ê re heye, ev pirseke di cih de ye, lê divê me vê yekê bizanin ku gelek peyv hene ji wateya xwe ya xwezayî derdikevin û weku idiomî di wate û mebesteke din de cih digirin û watedar dibin.
Kok û rîşeya peyva “kam”ê û her peyvên din, dikarin roleke mezin di zimên de bibînin û bibin bingeheke mezin û gencîneyeke giranbeha bo zimên. Bal dayin û kêzandina wan peyvan di warê zimên de ji aliyê zimannasan ve karekî mezin û pîroz e.
.
Qendîl Şeyxbizînî
2.12.2020

Derbar ziman

Check Also

Perwerdeya Bi Zimanê Dayîkê Tabiî ye û Fitrî ye

Her tişt ji ser koka xwe şîn dibe. Çaxa ku darek an jî çalîyek di …

Leave a Reply