Jibîrkirin

“Qey hûn şîreta qenciyê li xelkê dikin û hûn xwe jibîr dikin?

Hal ev e ku hûn kitêbê dixwînin, ma hûn eqil nagirin?”

(Quran, 2/44)

Jibîrkirin dayîneke Xwedê ye.

Heger jibîrkirin nebûna, barê jiyanê nedihat hilgirtin. Lêbelê weke her tiştî jibîrkirin jî mîna kêreke du dev e. Carnan jî dibe sedemê nankorî, xeflet û neheqiyê.

Di serdema ku em tê de, ji bo jibîrkirina însanî hemû amûr û sedem li hev civiyane.

Pêşketina egoîzm û xwedbîniyê,

amûrên hişbirin û serxweşiyê,

lezbûyîna jiyanê,

dijminî, dijberî, nexweşiya desthilatdariyê…

Dema însan xwe jibîr dike, êdî tu pîroziyan nasnake, dayînên Xwedê nabîne, qedr û qîmetê nagire. Tenê li gor berjewendiyên xwe tevdigere.

Tiştê li gor berjewendiyên wî ne, baş in, li asîman in. Yên ne li gorî wî ne, xirab in, di bin erdê de ne…

Pir zû dem û dewranên tengasiyê, yên tunebûnê jibîr dike însan… Digel hemû daxwazî û amancên dahatuyê pir rojane dijî!

Pir ber bi pêlên pêşbaziyên jiyanê, dujminî û dijberiyê dikeve!

Însan xwe û rastiya xwe jibîr dike…

‘Acizî, feqîrî, kêmasî û gunehên xwe,

Mirin û roja hesabê,

Giraniya heq û mafê ‘evdan jibîr dike…

Nankorî û neheqiyê dike.

Naxwe divê em li bo  pir caran bixwînin:

“Qey hûn şîreta qenciyê li xelkê dikin û hûn xwe jibîr dikin? Hal ev e ku hûn kitêbê dixwînin, ma hûn eqil nagirin?” (Quran, 2/44)

Necat Zivingî

Derbar Rêvebir

Check Also

Rojîname – 27

Ayeta Rojê وَاِذَا ق۪يلَ لَهُمُ اسْجُدُوا لِلرَّحْمٰنِ قَالُوا وَمَا الرَّحْمٰنُۗ اَنَسْجُدُ لِمَا تَأْمُرُنَا وَزَادَهُمْ نُفُورًا۟  …

Leave a Reply