Di demsala havînê de, hewaya germ, gelek nexweşiyan jî bi xwe re tînin. Lewra, digel havînê mirov xwê dide û ger xwe baş neşo jî, nexweş dikeve. Li Mardînê jî welatî ji bo tendirustiyê sabûnên cur bi cur dikirin. Bi taybetî jî sabûnên bittim, tarçin û gulê gelek tên firotin.
Demsala havînê, li bajarên rojhilat û başûrê rojhilatê pir germ derbas dibe. di nava rojê de germahiya hewayê heta 45- 50 pileyan bilind dibe.
Digel vê yekê di demsala havînê de mirov xwê dide û ev xwêdan jî dibe sedema gelek nexweşiyan.
Ji bo ku mirov, ji nexweşiyan xilas bibe jî, divê xwe baş bişo û pakij bike.
Li Mêrdînê jî welatî, ji bo ku xwe baş bakij bikin û tendirûstiya xwe biparizên, berê didin bazarên sabûnan.
Sabûnên ku tên firotin jî, ji bo nexweşiyên çermê, xurandin û pizrikê baş tên.
Di bazaran de sabûnên ku herî zêde tên firotin jî yên Bittimê, Tarçinê û Gûlê ne.
Ji ber ku ev sabûn bi awayekî xwezayî tên çêkirin, turîstên biyanî û xwemalî jî dikirin.
Welatî jî dibêjin ev sabûn pêşî li gelek nexweşiyan digrin.
Çavkanî: trtnuce