Ji bo kemijandina êşa qirikê û kuştina dirma(mîqrop) çêkirina xulxuleyê rêyeka hêsan û pir bi bandore. Ku qirika we jî biêşê bi van xulxuleyê ku mirov dikare li mal amade bike hun jî dikarin êşa qirika xwe pê kêm bikin.
Xwê û av: Di nava piyanek ava şîregermî da çaryekek kevçiyê çayê xwê bihelînin. Ger xulxuleya ku hun piştî diranê xwe firçe dikin bi kar tînin hebe li malê kevçiyekî ji wê xulxuleyê jî berî ser ya ku we amade kiriye bidin û bi kar bînin, we hemû dirmê di qirika we da bimirin. Ji bo her bikarnînek vê xulxuleyê ji nû va amade bikin. Bi teqezî vê avê danequrtînin.
Lîmon û av: Kevçiyekî çayê lîmon berî ser piyanek av bidin û li hev bixin. Ev av wê alîkariya danîna werma raçînkê(doqû) qirika we bike û ji bo vîrûs û zendîleya(baqterî) nîvengeka asîtîk çêbike.
Hinek hingiv û lîmon û zencefîl berî ser avê bidin: Kevçîkî çayê zencefîla toz û hingiv û nîv kevçiyê xwarinê ava lîmona berî ser nîv piyan av bidin. Vana hemû ka tevî hev bikin û xulxuleyek amade bikin. Hingiv wê qirik a we werbigre û wê nîvengeka dijzendîle(antîbaqteriyel) çêbike.
Sos a tûj û av: Madeya ‘capsîcum’ ku di nav îsota tûj da ye ji bo kêmkirina êşê û tekoşîna li dij ragirtina(iltîhap) alîkariya me dike. Ji bo kêmbûna êşa qirikê pênc parî îsota sor a tûj yan jî sos a îsota berî ser piyanek av bidin. Wê qirika we bişewite lê her 15 xulekek carekî vî biceribînin hunê bikêrbûna wî bibînin.
Çaya giravî û av: Çaya giravî jî êşa qirikê sivik dike û êş û werma pozê mirov kêm dike. Kevçîkî çayê çaya giravî û nîv kevçiyê çay şap û çaryek fîncan şekirê qehweyî û hinek jî sihik(sîrke) berî ser avê bidin û tevî hev bikin.
Zeferan û av: Ev bihareta zer antîoksîdanekî têkûz û mikemele. Pirî zanyar difikirin ku li hember tekoşîna nexweşiyên cidî zeferan xwedî hêz û bandorekî zexme. Ji bo êşa qirika xwe nîv kevçiyê çayê zeferan û nîv kevçiyê çayê xwê berî ser ava germ bidin û tevlî hev bikin, xulxuleya xwe amade bikin.
Genimê şîn û av: Genimê şîn ê ku tijî klorofîle, pêveçûna zendîleya berasteng dike û êşa qirikê sivik dike. 5 xulek ku hun vê avê di devê xwe da bihêlin wê pidiyê we yê ku lawaz bûne ji nû va wê candar bibin û wê êşa diranê we bide sekinandin.
Çaya qurnefîl(qaranfîl): Kevçîkî du kevçî qurnefîla toz yan jî tovê qurnefîlê berî ser avê bidin û tevî hev bikin. Xulxuleya xwe amade bikin. Qurnefîl xwediyê taybetiyên ku êşa qirikê sivik dike û antî-înflamatuar e.
Ava fringiya: Ji bo demkî êşa we ya qirikê baş bibe nîv piyan ava fringiya berî ser ava germ bidin û 10 dilop jî îsota tûj veser(îlave) bikin. Taybetiya wi ya ‘Lîkopenîn antîoksîdan’ wê bibe alîkar ku êşa we ya qirikê hin zûtir baş bibe.
Çaya şîn: Awê ku tê zanîn çaya şîn tekoşînê bi enfeksiyonan re dike û ji bo êşa qirikê jî xwedî bandorêye. Ji bo kuştina zendîleyê ku di qirika we da bicîh bûne çaya şîn dem bikin û ku hinek sar bû qurtek têxin devê xwe û xulxule bikin.
Sihik a sêva û xwê: Kuxika we ya zêde hebe û ji ber vî qirika we biêşê sihika sêvê biceribînin. Lewra dirm di nîvengeka asîtîk da nikarin bijîn. Kevçîkî xwarinê sihika sêva û kevçîkî çayê xwê berî ser piyanek av bidin û tevî hev bikin. Ji bo tedawiyeka ne giran jî çaryek piyanek sihika sêva û çaryek piyanek hingiv berî ser hev bidin û ji 4 demjimêra(seet) carekî kevçiyek bixwun.
Mohrazêrîn(Goldenseal) û av: Kevçî û nîvkî ji dirmkujê nebatî mohrazêrîn berî nav piyanek av bidin û tevî hev bikin xulxuleya xwe amade bikin. Ev têkel ji bo nerm kirina raçîngê qirika me ya ku ragirtiyê başe û vîrûs û zendîlêya jî wê bikuje.
Ekînezya û av: Du kevçiyê çayê ji dijminê vîrûsê a nebatî ekînezya ya helandî berî ser piyanek av bidin û rojê sê cara ji vê xulxule ya ku we li mal amade kiriye bikarbînin. Têkela bi ekînezya yê wê êşa qirika we deyne û ji xeynî vî jî wê alikariyê pergala bexşanê a me bike ji bo şerê li dij enfeksiyona.
Kok a sûsê û av: Koka sûsê kuxikê kêm dike û ber li belxama ku dibe semedê kuxikê digre. Kevçîkî çayê şirûba koka sûsê yan jî toza koka sûsê berî ser avê bidin û xulxuleya xwe amade bikin.
Çaya Frambûazê: Çaya frambûazê ji berê da ye tedawiyeka malê ye ku bawerî ewe ji grîbê bigre hetanî birînê vekirî tedawî dike. Du kevçiyê çayê pelê çaya hişk berî ser ava kelandî bidin. Deh xulek ji bo dem girtinê bisekinin û hinek ku sar bû pê da bi germî pê xulxule bikin.
Wergerîner: Emre MÛHARGÎNÎ
www.candname.com