Hz. MUHAMMED (S.X.L) û DERKETINA HUZURA XWEDÊ (MÎRAC)

“Xwedê jî her kêmasî û pûçîyê pak û berî ye, ew e ku bendeye xwe (Muhemmed) di şevekê de ji Mescîd’ul-Heramê (K’ebê) biriye Mescîd’ul-Eqsayê  ya ku me hawîrdora wê pîroz kiriye, da ku em nîşanên (ayet) xwe  şanî wî bidin. Bêguman Xwedê Sem’î û Besîr e.” (Sureyê Îsra- 1)

Mîraç di ‘erebî de tê wê wateyê ku: pêlekan, derketina jorê, ber ve asumana bilindbûn. Li gor îslamê jî  Hz. Mehemmed (‘eleyselatu wesselam) derkete  asumana huzura Xwedê T’eala. Bûyera Mîracê salekî an jî hevdeh meha berî Hîcretê şeva bîst û heftan meha Recebê  qewîmî ye. Du merhelê vê bûyerê hene. Ya ‘ewil Xwedê Hz. Mehemmed (‘eleyselatu wesselam)  di şevekê de K’ebê biriye Beyt’ul Meqdîsê. Qur’an gava behsa vê şevê dike vê şevê re dibêje “Îsra”. Îsra tê wê wateyê ku: Çûyîna (rêwîtî) şev. Di merhela duyemîn jî, Ji Beyt’ul-Maqdîsê jê la çûyîna ber ve Xweda jê re tê dibêjin “Mîraç”. Lê belê hevraz çûyuna ber ve Xwedê T’eala, Qur’an qala wî bûyerê nake. Kutub-u sîtte û kitêbe hedîsên din jî ev bûyera berfireh derbas dibe. Hadîs bi berfirehî qala wê bûyerê dikin. Vê derheqê da jî pir hedîs hene, hin van hedîsanan jî hedîsên sehîh û meşhûr in. Mîraç mû’cizeke pir mezin e. Xwedê T’ela ev mû’cîze  pêyxemberê xwe nîşan daye

Alîmên ummeta îslamê der heqê Mîracê de li hevkirine û vê derbarê de Îcma çê bûye. Kî  ji hêla çûyîna Hz.Mehemmed (‘eleyselatu wesselam) înkar bike. Li gor hin aliman dikeve kufrê, li gor hin alîman jî dibe ehlê delaletê. Îsra  (rêwîtîya şevê) kî înkar bike dikeve kufrê. Jixwe vê derheqê de ayet  heye. Dibe înkara Qur’anê di vê de şik û guman tinine ku dibe kafir. Lê înkarîya hêla çûyûna asumana huzura Xwedê yanê Mîracê. Mirovê wûha jî dibîne ehlê delaletê. Bûyera Mîracê kitêbe aqîdê de cîhekî girîng digrin. Pir aliman behsa vê bûyerê û înkarîya wê kirine. Îmam Ebu Henîfe kitêba xwe ye Fiqhul Ekberê de wûha dibêje ‘’ Mîraç heq e. Kî wê bûyerê înkar bike dibe ehlê bid’e û jirêketîye.’’

Ev rêwîtî çawa pêkhat? Gelo xewê de an jî hişyariyê de bû, vê der heqê da nav aliman da hin niqaş çê bûne. Hin aliman gotîye ev rêwîtî xewê da bûye, hin aliman jî gotîne, na belê pêyxember hişyar bû ye bi beden û rih ve çûye. Piranîyan alimên navdar û sereke gava behsa vê rêwîtîyê dikin, kitêbê xwe de dibên pêyxember hişyar e, bi beden û rih ve çûye.

Ev mu’ciza Xwedê T’ealayê mezin pêyxemberê xwe nişan da, pêyxember jî hat ev mu’ciza Xwedê pê nişandan  dîtin hat qewmê xwe re gilî kir got: “Ez îşev bi ‘emrê Xwedê çûm Mescîd’ul-Eqsayê ji wir jî çûm asumana huzura Xwedê dîsa îşev vegeryam hatim.” Ew  gav merîvên bê bawer, bawer nekirin pêşberî gotinê pexember derketin. Van gotinên pêxember derewîn hesibandin. Bawermendan ji gotin jixwe ew pêxember e, pêxember jî mu’cîzeyê wan hene ev bûyer rast e. Dûrî aqila jî nîne. Ji van gotinan jî bawermend ne ketine şikkê.

Xwedê T’eala em ji bo îmtihanan şandin e. Ev jî îmtihan bû, lê hin merivên ji îslamê bê par û malxirab îmtîhanê derbas nebûn. Bûne ehlê delaletê, bûne hevalê şeytîn. Ev îmtîhan hetta qiyametê jî wê bidome. Gava bala xwe didêyî a niha jî hinkes hene ku vê bûyerê qebul nakin. Mu’cizeyên Xwedê înkar dikin. Bawer nakin ku Xwedê bê sebep jî dikare her şixûlî bike. Gelî merivnên bê aqil qey Xwedê nikare bê sebep tiştan bike. Qe aqlê we naşixûle.

Derbarê pîrozkirina vê şevê de jî hin niqaş hene. Gelo di mizgeftan da civat hev bicive mizgeftan da pîroz ke baş e an jî her kesek mala xwe de pîrozke? Ê çawa pîroz ke, vê şevê ê çibike? Dîsa piranîyan aliman gotine ku vê şevê kî biqedîne bila nimêj bike, dîa bike, tobe û îstîxfar bike, ji bi gunehên kirine poşman be, ji Xwedayê xwe lava bike,  xêr û xêreta bide. Mizgeftan da  pîrozkirina ji bo vê şevê jî tu tiştek tunîne dikare mizgeftan da jî vê şevê derbas bike.

Xwedê vê rewîtiyê de pir tişne ecêp (birhan) bende û pêxemberê xwe Hz. Mehemmed (‘eleyselatu wesselam) nîşanda ye. Vê şevê pênc wext nimêj ser ummeta wî bûne ferz. Ehle Cennetê (bihûşt) û cehnemê (dojeh) pê dane nîşandanê. Hemî pêxember dîtin hemîyan ra jî îmametî kir. Cîhê me dest nade ku ez van tiştan berfireh we re bibêjim. ÎnşaEllah pêşerojê de ez ê hingî berfireh binivîsînim.

Dia û selam.

M. Emin CAN

Derbar ziman

Check Also

Rojîname – 27

Ayeta Rojê وَاِذَا ق۪يلَ لَهُمُ اسْجُدُوا لِلرَّحْمٰنِ قَالُوا وَمَا الرَّحْمٰنُۗ اَنَسْجُدُ لِمَا تَأْمُرُنَا وَزَادَهُمْ نُفُورًا۟  …

Leave a Reply