Hîvdayê, dilê hezkiriyên Melayê Cizîrî xweş kir

Ev sal, ji aliyê Weşanxaneya Hîvdayê ve, Dîwana Melayê Cizîrî bi 3 nûsxeyên cuda, di nav berhemeke de, hat çapkirin.

Di vê berhemê de, xwîner û dildarên Melayê Cizîrî dê bikaribin him bi tîpên latînî, him bi tîpên erebî û him jî nûsxeya orjînal a Dîwanê bi hevre bixwînin.

Herwiha xwedî û berpirsiyarê Weşanxaneya Hîvdayê Huseyin Siyabend Aytemur li ser hesabên xwe ên medyaya civakî, da zanîn ku xwînerên Melayê Cizîrî dê bikaribin di vê berhema nû de, derfeta berawirdiyê di navbera tîpên erebî û latînî de, bi kurdî bikin.

Peyama birêz Aytemur;

“Berga pirtûkê ji aliyê İbrahim Halil Baran (İHB) ve, pirtûk jî bi 3 şêwazan (bi tîpên latînî, bi tîpên erebî û nûsxeya orjînal) hate amade kirin.

Digel nûsxeya orjînal a nivîsê, dê derfeta we hebe ku hûn bi tîpên latînî û erebî -kurdî- bixwînin.”

Di derheqê berhemê de çend agahî

– Nivîskar: Melayê Cizîrî

– Mustensîx: Muhemmed Teyyar Paşa

– Bi tîpên erebî: Abdulselam Kartal

– Bi tîpên latînî: Umîd Demîrhan

– Berg: Ajansa İHB

– Edîtor: Huseyin Siyabend Aytemur

– Rûpel: 720

Melayê Cizîrî kî ye?

Melayê Cizîrî zanyar û helbestvanê Kurd e ku di sala 1570an de ji dayîk bûye û di sala 1640an de çûye li ser dilovaniya xwe.

Melayê Cizîrî ku navê wî yê rastê Mele Ehmed e û wek hemû zana û navdarên Kurdên wî demê, li malbatek oldar mezin dibe. Mamostê wî yê pêşîn, bavê wî ye. Dû re li gelek deverên weke Amed, Colemêrg û Heskîfê xwendina xwe berdewam dike.

Wî destûra meletiyê ji Amadê Mela Taha yê wergirtî ye. Demek dirêj li gundê Sirba ya Amedê melatî û seydatî kiriye. Piştê Hesenkeyf û Sirba, hatiye Cizîrê û heta dawiya temenê xwe li Cizîrê maye. Aqilmendiya Mîrê Botan, Şeref Xan dikir. Mîr İmameddîn (Xan Şeref) gelek rûmet dide Melayê Cizîrî.

Ji berhemên Mela Ehmedê Cizîrî herî navdar “Dîwan”a wî ye. Bi rastî ji xeynî diwana wî, qala tu berhemên wî nayê kirin. Tenê hinek helbestên wî yên dervê dîwanê bi devkî gihiştine heta dema me hene.

Mela Ehmedê Cizîrî wek “Pîrê Eşqê” tê nas kirin. Helbestên wî yên li ser evînê heta demek berê jî li malên Kurdan berevajiyê hev dihatin xwendin. Xeynê vana her beşek dîwanê bi serê xwe zanistiyek e. Ji dîrokê heya felsefê, ji barbariya Cengîz û Tîmûrleng heya teoriya Iqlîdes û Istoqûsê Yewnanî. Ji Astronomiyê heta tevgera dinyayê û ji gelek tiştên wûsa yên din, qal dike.

Dîwana Melayê Cizîrî warê zimanê Kurdî de qencîneyeke pir dewlemend e. Mela di helbestê xwe de, hin bêjeyên Farisî, Erebî û çend bêjeyên Tirkî jî bi kar tîne. Di wê xalê de cudatiya wî ji helbestvanên weka Feqiyê Teyran, Şêx Ehmedê Xanî heye. Li gorî wan bêjeyên biyanî gelek zêde bi kar aniye. “Li gel viya, bi zimanekî dewlemend û gelêrî helbestên xwe nivîsandiye. Di helbestên wî de pir gotinên pêşiyan, îdiyom û guftogoyên Kurdî hene.

Melayê Cizîrî bi nêzîkayî 1500 peyvan nivisandiye û peyvên wî bi piranî Kurdî ne. Nêzîkî 600- 700 Peyvên Erebî û Farisî di helbestên wî de hene. Lê ew peyvên wî bi kar anîne peyvên ku gelek helbestvanên dîwanî bi kar anîne ne. Ji ber viya, mirov nikare bêje ku Cizîrî bi zimanekî helbestên xwe nivîsandiye.

Di dîwana Melayê Cizîrî de bi gişkî 140 helbest hene. Ji van helbestan teqrîben 80 xezel, 13 qesîde, 12 murebba, yek muxemmes, yek texmîs, yek mustezat, 2 muesser, 27 bend muselsel in ku ev tercî’î bend û terkîbî bend, 16 çarîn û 2 yekane û 2 dane berhev, tê de ne.

Melayê Cizîrî di helbestên xwe de weke helbestvanên dîwanê ji bo xwe mexles bi kar anîne û mexlesên ku Melayê Cizîrî bi kar anîne ji bilî navê wî yê pîroz Ehmed, didu ne; Mela û Nîşanî.

Em ji berawirdkirina Melayê Cizîrî û Feqiyê Teyran dizanin ku ew di sala 1631î de li Cizîrê bûye. Herwisa jî dîwana wî jî tê zanîn ku wî wê salê (1631) dîwana xwe qedandiye. Em baş dizanin ku ew heta 66 saliya xwe li jiyanê bûye û piştê wî ji bo me ne diyar e.

Di derheqê wefata Melayê Cizîrî de hejmarên cuda hene. Hinek şêstûşeş saliya wî de, hinek heftê saliya wî de mirina wî îddîa dikin. Melayê Cizîrî, gorî Feqiyê Teyran di helbesta xwe ya “Îro girya me tê” de diyar dike: sala 1050a koçî de (1640) wefat dike. Gora wî niha li Cizîrê, di Medresa Sor de ye.

Çavkanî: Rûdaw, Çandname

Derbar Qesîm Etmanekî

Di zanîngeha Stenbolê de, beşa rojnamegeriyê dixwîne. Herwiha berhevkirina çîrokên gelêrî re mijûl dibe. Têkilî: qesimetmaneki@gmail.com

Check Also

Danasîna pirtûkekê: ‘Sêberî Qeleberd, Li ser Elmane û Taleswar’

Qelebard çiyayekî bilind e, nêzîkî gundê Elmaneyê, nêzîkî bajêrê Merîwanê ye. Meleke Xanim li vî …

Leave a Reply