Navdarên Cîhanê: ÎBN RUŞD (1126 – 1198)

Hekîm û felsefevanê Ereb ê Endulusî û ‘alimek felsefe, fiqih, matematîk û tipê ye.
Li Kûrtûbayê hatiye dinyayê, li Fasê miriye.
Li ser berhemên Arîsto şîroveyan û ansîklopediyeke tipê nivîsandiye. Yaqob Anatolî di salên 1200an de berhemên wî ji Erebî wergerandiye ber bi Îbranîkî ve.

Berhema wî ya orjînal a herî girîng bi navê Tehafutul Tehafut (Nakokiyên Nakokiyan/Nerêkûpêkiya Nerûkûpêkiyê) ye. Di vê berhema xwe de li hember angaştên Îmamê Xezalî felsefeya Arîsto diparêze ku Îmamê Xezalî di berhema xwe ya bi navê Tehafutul Felasîfe (Nakokiyên Felsefeyê/Nerêkûpêkiya Felsefeyê) de angaştên wekî nakokiya bi xwe re û dijraberiya Îslamê tîne ziman.

Pirtûkçeyên wî yên bi navên “Faslu’lmakâl û elKeşf an mînhâcî’ledîlle” li ser têkiliyên navbera dîn û felsefeyê de ne.
Gelek berhemên wî yên ku li ser Mantiq û Metafîzîkê nivîsandiye, di serdemên sansukirinan de winda bûne.

About Çand Name

Edîtorê malperê - 1 (Nivîsa bar dike, sererast dike û diweşîne)

Check Also

Kovara Rewşenbîr, hejmara xwe ya nû derket

Kovara Rewşenbîr, bi hejmara xwe ya nû û bi dosyaya sereke ya “Ji Duh Heta …

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *