Legleg firî li ezman
Ber bi newal û çeman
Dît kevokek li ser dar
Dike gazî û hawar
Gote: Xwişkê te xêr e
Te li dil xist wek kêr e
Te çi hene derd û xem
Ji bo çi dikî sîtem?
Ka bêje tu delalê
Çi sedema vî halê?
Kevokê got bi girîn
Bi dilek kul û birîn
Gote : Eva bû heft sal
Min belavê ev pergal
Çêlik têne ber firê
Dikevin ber nifirê
Ji şikeftê tê rovî
Êriş dike bi hovî
Tê dide li vir halan
Dike mala min talan
Dibê bide tu tevan
Ez ê bixwim b’noşîcan
Ew dixwaze çêlikan
Ez didimê giştîkan
Ez ji tirs û xofa wî
Her sal dikim bi a wî
Dîsa were wê sibe
Wê çêlikan tev bibe
Ez neçar û perîşan
Mam bi derd û van êşan
Legleg lê ma, heyirî
Gote: Xwişkê megirî
Hêlîna te l’ ser dar e
Rovî çawa dikare
Hilkişandin dijwar e
Ev çi şixul û kar e?
Îca ku hat tu nedê
Karê wî ma li Xwedê
Nikare ew bê ser dar
Ev dar we dike sitar
Kevok kêfa wê xweş bû
Hingî devê wê beş bû
Leglegê jê xatir xwest
Firiya çû devê best
Ji şikeftê rovî hat
Bi fen û fût kir xebat
Got: Kevoka xweşdelal
Çi ye li gel te ehwal
Ez dixwazim aşitî
Qet naxwazim dijbertî
Ka çêlikan bide min
Em hember hev ranebin
Da em bijîn bi aram
Bi kêfxweşî bê meram
Em bi xwişk û biratî
Bijîn li vî welatî
Kevokê got: De here
Li şikeftê vegere
Êdî nahêm dafikan
Ez nadim te çêlikan
Rovî rûnişt fikirî
Li vê rewşê heyirî
Got: Ev aqil ne ji te
Kê ev aqil daye te?
Ka tu ji bo min bêje
Hê rêka min dirêj e
Kevok qure, serfiraz
Bi dengekî xweşawaz
Got: Aqilmend legleg e
Ber dilê min leheng e
Wa ew li ber devê çem
Diborîne wext û dem
Rovî ket rê meşiya
Pûrt ji serî weşiya
Li ser rewşê fikirî
Por li xwe kir wek hirî
Rovî danî xweş tevdîr
Bi bawerî û bi bîr
Çû nêzîk bû li legleg
Got: Heka jîr û leheng
Min hene ji te çend pirs
Da ku ji te hildim qurs
Tu yî zîrek û zana
Ka şa bike nezana
Legleg bi naz û anor
Bi rovî re kire şor
Rovî got û dest pê kir:
Ka tu bêje wekî sir
Wexta ku tê bayê kur
Tu çi dikî li kepir?
Leglegê got: Hêsan e
Ber bi başûr lisdan e
Vêca bête bayê şûr
Berî didim bi bakur
Bête bayê rojhilat
Bi rojava ye xebat
Bête ba ji rojava
Rojhilat cihê çava
Rovî got û lê nêz bû
Pirs li pê pirsê rêz bû
Ba bête ji çar hêlan
Te ji bo wê çi ye plan
Leglegê bo nimûne
Da ku rovî bibîne
Got: Ger bête çar alî
Dimelisim dor alî
Serê xwe kir bin perran
Firsend da wî wek keran
Rovî xwe avête ser
Hustuyê wê kire ber
Bû qajeqaj, pirtepirt
Rovî êdî firsend girt
Legleg nema tu çare
Ling lê rep bûn wek dar e
Rovî gotê bi tinaz
Wax leglega bê miraz
Tu bûy alim û zanyar
Lê ji bo te nekir kar
Ji xelkê re bûy pispor
Ji bo xwe jî xiltê kor
Axa Kurdikî
01.05.2020