Hezkirina Welat û Tewika Qeranî

HERÊM:

Gundê Eynê/Herêma Mişara Bohtanê /Navçeya Dihê/Sêrt

Min ev çîrok an jî serpêhatî di zarokatiya xwe de (ji beri 40-45 salan) gelek caran ji temen mezinên wê demê sehkiribû(bihîstibû) û ji beriya çend rojan camêrekî qala wê kir û min jî biryara nivîsandina wê da. Vaye bi vegotin û nivîsandina min serpêhatiya Hezkirina welat û Tewika Qeranî (Kurdjan Sorî)

TEWIKA(1) QERANÎ

Zemanê berê, ka çi wexte çi zemane, ne diyare. Kurdek feqîr û belengaz Ji Bohta ji gundê xwe derdikevê û berê xwe dide xerîbiyê. Kes û kûsê wî tine. Diçe û diçe heta bajarek mezin re derdikevê. Bajar ne seriye û ne biniye. Cade cade û kolan kolan digere. Vê zikakê re diçê, ya din re derdikeve. Hew dinêrê dibê êvar.  Çi bike, kû ve herê? Ne cih heye, ne war. Ne nan heye ne girar(2) û ne jî awar(3). Pereyê wî jî tine. Hir de û wê de, xaniyeke xirbe dibînê, diçe xwe têxê têde. Wê  şevê di wî xirbeyî de diborînê.

Sibehî radibê, birçiye û xure xura zikê wî ye û zikê wî ji nêza têşê. Derdikevê diçê mizgeftekî, dest û rûyê xwe dişû û dikevê nava sûkê û ji xwe re işekî, karekî digere. Li ve dikanê, ya din welhasil ber nîvro re karekî ji xwe re dibine û radije şixul. Zikê wî têr dibe, cihekî razanê jî didinê. Keyf keyfa wî ye.

Axayê wî zelamek zehf dewlemende. Dikan û xan û eywanê wî hene, lê li vê dinyayê heled û weledê wî tinene. Axa rastî û duristiya vî zelamî dibînê û her dişopînê û tecrûbe dike, ka çend salan. Dinêre zelamek zehf sexleme û êdî tam înaniya xwe lê tîne. Zelamek ew qas rast û duruste xweyê dikanê, zehf hez jê dike û her tiştî teslîmê wî dike. Hemî hesab û kitabê wî êdî destê zelamê me de ne. Îşê dikanê, yê xan û eywanan û çi hebê hemiyê teslîmê wî dike. Heta êdî têxê nava mala xwe de û karê malê jî êdî hêviya wî ve ye.  Ew jî hemî karê xwe bê qusûr pêk tîne.

Here zeman û were dewran roj û meh û sal diborin. Dibêjin; “dema ecel tê, ne feqîr, ne dewlemend, ne hûr û ne gir, ne axa ne mîr ne beg û ne kizîr… ti kes ji ber ecel xelas nabe.” Ecelê axê jî hatiye û rojekî dimrê. Ti kesê axê tine. Dema axa dimrê, cenazê wî jî ew hiltînê. Dema şîn xilas dibe, diçe cem jinaxa ya xwe, çi hesap hebin hemiyê teslimê wê dike û dibêje: “Rehma xwedê lê be, vaye ew çû. Mal û milk û emlakê wî jî ev in. Vêca tu destûr bidî, Ez ê jî êdî vegerim welatê xwe.” Jinik dibêjê:

-Filan kes!

-Kerem bike xanima min.

-Vaye axa çû. Ji min pêştir ti kesê wî jî tinene. Ji xeynî min tu heyî. Vêca hema karê xwe dewam bike û rûne mala xwe. Ji îro pê ve, yê heqê te jî du qat zede bê dayîn. Tu dizanî, di nava baxçê me de du xanî hene. Yekî de ez rûdinim. Yê din jî (ev xaniyê miqabilê yê min) ji te re ye.

-Xanima min…

-Ez nizanim! Divê tu karê xwe bidomînî. Ez tika dikim.

-Ne min jî welatek heye, axek heye. Min bêriya memlaketê xwe kiriye. Vaye çendik û çend salin ez li vî bajarî…

-Dostê çê, rojên tengî de kifş dibin. Axayê te ji min pêtir bawerî li te taniya. Vêca hêca kefenê wî ziwa nebîyî tê jî dev ji min û karê xwe berdî? Dêmekî ew qas qimetê axayî li cem te hebî?…

Bi van gotinan, gilî û gazindên xwe domandin. Zelam jî mecbûr ma û got: “Bila.” Û karê xwe domand.  Here zeman, were dewran -Em ê kurt bibrin, dirêj nekin-Ew û jina axayî nizingê hev bûn û paşê jî hev mehr kirin. Dema jinaxaya xwe mehr kir, ew mal û milk û emlak û dewlumendî hemî ma jê re û bû xweyê malê.

Zelamê me xweyî mal û xweyî hal e. Dewlemend e, ti kêmasiyê wî tine, lê her şev dema xwe dirêj dike dibêje: “Axx! Tewika Qeranî ax!” şevek, dudu, sise, çar… jina wî şevekî dibêjê:

–Camêr Tewika Qeranî çiye?

–Tewika Qeranî mala min e.

–Ev Tewika Qeranî anko mala te li kû ye?

— Dûre. Li welatê min e.

–Ev welatê te, mala te xweş e?

–Di dinyayê de ti cih ji welatê min û ti der jî ji binê Tewika Qeranî xweştir tinene.

–Nexwe tu ji bo çi ev qas salin li vî welatî û li vî bajariyî?

–Pey nekeve hermet, Ez jî terke dinya bûm û van dera re derketim. Dêmekî qismetê min bi te hebû. Ma kê dizanê?

Jina wî dûv dirêjtir nekir, bê dengbîn û razan. Şeva din, ya dîtir û yên din dîsa dema xwe ser doşeka hevrîşim re dirêj kir got: “Ax Tewka Qeranî axx û ax!” Dema welê keserên wî domandin, jina wî got:

–Rabe camêr, sibe haziriya xwe bike, iş û karê xwe sererast bike, ka çi lazimî hene pêk bîne. Dema her tişt hazirbîn Em ê bikevin ser rê û herin Tewka Qeranî.

Roja din zelêm rahişt amadekariyan. Ka çi îş û karê wî heye hemî rêk û pêk kirin, rêvebirina dikan û xanan jî teslîmî xebatkarekî kirin û rahişt haziriya rêwingîtiyê. Sê çar rojan ew jî pêk anîn û ew û jina xwe ketin ser rê. Berê wan li welêt e û riya wan dûr e û Carna bi rê ve, carna bi siwarî… Rojek, heftiyek, heyvek, du heyv diçin û her diçin. Rê dûr e xelas nabe. Welhasil, piştî rêwingîtiya sê heyvan digihijin gundê xwe.

Ne mal heye û ne hal. Ne xanî heye ne jî bilonî.(4) Wê şevê dibin mêhvanê yekî gundî. Mezlokî(mezelek=odeyek piçûk) ya reben heye û ew û zarokên xwe û mêhvan hemî wê mezlokê de radizin. Ji bo xweyê malê seh nekê jina wî nikarê dengê xwe derêxe. Lêbelê westihaye, şebikiye û j’ kare kulê ketiye.(5) Dema serê xwe datinê cihde radize. Sibeyî radibin- ka Xxwedê çi kiriye qismet- taştê dixwin û zelamê me dibêjê: “De rabe hermet, em diçin.” Radibin dikevin rê, ji gund derdikevin. Qasê deh deqîqan-çarêkî diçin. Li qûntara çiyayê bilind rastahiyek rût heye. Nîvê wê rastahiyê de dareke tenê bi serê xwe… Dema ba tê guliyên darê dihejin û dibe şeq şeq û şinge şinga pelçimê wê. Zelam berê xwe dide darê û rast diçe binê wê. Li dorê dizivire û xwe li binê wê re dirêj dike û jêlil(6) lê dinêre û dibêje: “Hey diya minê Tewka Qeranî, min tu vê carê jî dîtî êdî mirin heqe!” jina wî dibêjê:

–Tewka Qeranî ev e?

Dibêjê:

–Ey wileh ev e.

–Ew xan û eywan û dikan hemî ji bo vê, me dev jê berdan û em hatin vê tehtilerdê?(7)  Ji bo vê darê?

–Erê wileh, ji bo vê axê û ji bo vê darê. Dibêjin; Şam şekir e, lê welat şêrîntir e. Ez wan qesr û qûnaxan, wan xan û eywanan, wan birc û sera û dikanan hemiyê li siha vê darê naguherînim. Wî bajarê te yê mezin hemiyê ez li vê darê, li Tewka Qeranî nadim.

Jina wî ecêpmayî li wî dinêrê, li darê dinêrê, li derdorê dinêrê û dibêje:

–De nexwe Tewka Qeranî pîroz be ji te re! Vaye ez diçim û vêca tu jî li binê Tewka Qeranî çi dikî bike.

Zelam dimînê wê derê, warê bab û kalê xwe û jina wî jî vedigerê bajarê xwe.

Çîroka me ev e. Kê ji xwe re çi jê bigrê bila bigrê û yê negrê jî ew û şarezatiya xwe!

Rehemt li dê û babê kesên bixwînin.

Kurdjan SORÎ

­­­­­­­­­­­­­­___________________________________

1-Tew: cûreyek dar e, pelê û fêkiyê wê hûrin, libê fêkiyê wê sor û grover û dendikê wê hişkin. Tew=Tiew.

2-Girar: pîlav

3-Awar: Cûreyek xwarinê ye. Weke sütlacê ye. Ya bi kulindê mîranî jî çêdibê heye.

4-Bilonî=Binolî: xaniyade qata binî ya zemînê.  Ji qata jorî re jî olî tê gotin

5-Ji kare kulê ketiye: biwejeke û wateya wê zehf westiyaye û nikare rabe ser xwe.

6-Jêlil: ji jêr ber bi jor ve dijberî jor de. Jêlil çû û jor de vegera.

7-Tehtil erd: weke biwêjekî tê gotin: cihê dûr, bêkêr û xalî.

Derbar Çand Name

Check Also

Pîrê û Rovî

Hebû tunebû pîrikek û rovîyek hebû. Pîrê her roj çêleka xwe didot û şîrê xwe …

Leave a Reply