Hikayetêd Kurmancî

Mela Mehmûdê‌ Bazîdî zanayekî Kurd ê dîrokzan, zimanzan, kulturzan, wergêr û berhevkar e. Ew xudan xizmeteka mezin e di warê‌ nivîsîn û darêjtin û parastina berkar û berhemên Kurdî de. Wî hejmareka baş ji berhemên klasîkên Kurdî û vegêranên gelêrî û babetên zimanî û ferhengî û dîrokî li dû xwe hiştine.

Yek ji wan berheman jî ev kitêba wî ya Hîkayetêd Kurmancî ye ku ji 84 hîkayetan pêk hatiye û heta niha wek pirtûk çap nebûye. Ev hîkayetana kurt in, lêbelê‌ xudan-naverok û derbirînên tijî pend û serboriyên berkeftî û hêja ne. Hindek serhatî ji dîroka şexsiyetan hatine wergirtin, hindek li ser zarê‌ heywanan wek hevpeyvîn û hindek jî ji ketwarê‌ serdema‌ Bazîdî bi xwe, yan ji vegêranên gelêrî yan jî ji edebiyata‌ cîhanî hatine wergirtin.

Piştî pêşgotina vê kitêbê û latînîzekirina wê, li dawiyê, destxeta wê jî bi awayekî rengîn hatiye bicîkirin.

Hikayetêd Kurmancî ji nav weşanxaneya Nûbiharê derket û 128 rûpel e. Nivîskarê wê Hêriş Kemal Rêkanî ye.

Hêriş Kemal Rêkanî Kî Ye?

Hêriş Kemal Rêkanî di sala 1986 li nahiyeya Şêladizê, qeza Amêdiya ya Duhokê hatiye dinyayê. Sala 2008-2009an dîplomaya seretayî li Peymangeha Merkezî ya Mamostayan li Akrê wergirtiye. Sala 2015-2016
bawernameya zanîngehê li Zankoya Zaxo Beşa Dîrokê wergirtiye. Niha li Zankoya Duhokê (Beşa Dîrokê) xwendekarê masterê ye. Di gelek kovar û rojnameyan da helbest, hevpeyvîn û meqaleyên wî hatine belavkirin.
Berhemên wî yên çapbûyî ev in:
– Baxçê Pêzanînan, (Duhok: 2003)
– Gaziya min, Dîwana Mela Yasîn Rêkanî 1934-2005, (Duhok: 2009)
– 200 Pend ji Gotinên D. Îbrahîm Feqî, (Duhok: 2013)
– ‘Eşîretên Behdînan 1514-1919 (Vekolîneka Belgenameyî Dîrokî) (Duhok: 2019)
– Ji Dîroka Mîrgeha Behdînan (Duhok: 2019). (Berhevkirineka Hevpişk).
– Gencîneya Behdînan (Destnivîsên Zana û Mîr û Hozanvanan, li Sedên 9-15 mş./15-20 z.) Bergê Yekê. (Duhok: 2020).
– ‘Eqre fi Sene 1951 ( ???? ?? ??? 1951 ) Şakir Fettah, Murace‘e: Hîriş Kemal Rêkanî, Merkezu Jîn, (Silêmaniye; 2020). (Bi Zimanê Erebî)
– Ji Gulên Baxê Muxlisî Mela Ehmedê Nalbend 1890-1963 z. (Duhok: 2021). Gelek berhemên wî yên çapnebûyî jî hene.

Çavkanî: nubihar.com 

Derbar ziman

Check Also

4 kitabê kirmanckî veciyay

Weşanxaneyê Vate çar kitabê newey vetî. Înan ra yew şiîr, yew tez, yew folklor û …

Leave a Reply