كِتَابٌ أَنْزَلْنَاهُ إِلَيْكَ مُبَارَكٌ لِيَدَّبَّرُوا آيَاتِهِ وَلِيَتَذَكَّرَ أُولُو الْأَلْبَابِ (29) ص
Bawermendên birûmet!
Qurana pîroz ji hêla Xuda Teala ve, ji pêxemberê wî Muhemmed Mistefa re hatiye şandin û dawiya kitêbên semawî ye. Muxatebên vê kitêba pîroz, temamê însanan e û armanca wê jî ew e ku temamê însanan di her du dinya de di xweşî û arami yê de bijîn. Ji bo ku em bigihîjin vê armancê pêwîst e em Quranê bixwînin, têbigihîjin û emr û fermanên wê bi cî bînin. Çawa ku Xuda Teala di ayetên cûrbicûr de gotiye: “(Ya Muhemmed) me ev kitêba pîroz ji te re daxistiye, ji bo ku mirov ayetên wê bifikirin û eqilmend jê şîretê bigirin.”[1] “Bêguman ev Quran, mirovan tîne rêya herî rast û mizgîniyê dide bawermendên ku kar û kiryarên qenc dikin, ji bo wan xelateke mezin heye.”[2] “Ev Quran kitêbeke pîroz e ku me ew hinartiye. Bidin pey wê û ji kufrê xwe biparêzin da ku rehmet li we bê kirin.”[3] Armanc ji xwendina Quranê têgihîştin e û armanc ji têgihîştinê jî emelkirina bi ehkamên wê û di rêya nîşanî me kirî de herin.
Misilmanên birûmet!
Quran di dema pêxemberê me de li Mekehê di xaniyê Erqem, li Medînê di sufê de û roja îro jî di mizgeft û qursên Quranê de, tê xwendin. Di der barê xêra xwendina Quranê de, dixwazim wateya çend hedîsên şerîf bi we re parve bikim. Pêxemberê Xuda dibêje: “Quranê bixwînin, lewre Quran ji xwediyê xwe re di roja Qiyametê de şefaetkar e.”[4] “Qencê we ew kes in ku Quranê dixwînin û didin xwendin.”[5] “Hînkirina mijarek ji ilmê, li gor min ji kirina hezar rikatê sunet qenctir e.” “Kesê dinyayê bixwaze bila ilmê bixwîne, kesê axretê bixwaze bila ilmê bixwîne û kesên her duyan jî bixwazin bila dîsa ilmê bixwînin.”
Bawermendên birûmet!
Mirovahiyê çi dema berê xwe dabe Quranê û ji xwe re kiribe rêber, bûye xwediyê şaristaniya herî mezin. Pêxemberê me vê heqîqetê wiha tîne ziman: “Bêguman Xuda Teala çi kesê bi Quranê emel bike wî bilind dike û çi kesê guh nediyê jî wî rezîl û riswa dike.” Ji bo vê yekê pêwîst e em Quranê bixwînin û bidin xwendin û di bin emr û fermanên wê de tevbigerin. Ez xutbeya xwe bi wateya ayeteke ji Qurana pîroz diqedînim: “Gelî mirovan! Ji Xudayê we, ji bo we şîretek, ji (derdên) dilan re şîfayek û ji bo bawermendan jî rêberek û rehmetek hatiye.
Mele Cewadê Girdarî/ÇANDNAME
[1] Sâd 29
[2] El-Isra 9
[3]– El-En’am 155.
[4] Tirmizî fedaîl ûlQuran 18
[5]– Buxarî fedaîlulQuran