Dengbêj Mistefa Mîlanî: Divê dengbêjî nebe amûrê bazirganiyê

Dengbêjî beşek giring ê çand, huner û wêjeya kurdan lixwe digre. Dengbêj, çîrokbêj û derwêş ew kes in ku raboriya gelê kurd bi tevê xweşî û nexweşî, êş û jan, evîn û xiyanet, şer û serkeftin, koçberî û derberderiyan bi devkî digehînin civakê.

 

Dengbêjî beşek giring ê çand, huner û wêjeya kurdan lixwe digre. Dengbêj, çîrokbêj û derwêş ew kes in ku raboriya gelê kurd bi tevê xweşî û nexweşî, êş û jan, evîn û xiyanet, şer û serkeftin, koçberî û derberderiyan bi devkî digehînin civakê. Ew bi van çalakya xwe, bi zargotin û vegotinên xwe bûne sedem ku rastiyên dîrokî ji nifşan bigehe nifşên din û neyên jibîrkirin. Bi gotinek din dengbêj rêwiyên dîrokê û hişê civakê ne. Dengbêj gerok in dibêjin û ya tê gotin didin hev û careke din li hev belav dikin. Di heman demî de ew mirovên dengxweş in û bi deng xwe digehînin bîr û hestên me. Bi gotina nivîskarê nemir Mehmet Uzun ew Homerosên gelê kurd in. Yek ji wan dengbêjan jî Mistefa Mîlanî ye ku hê jî di civatan de stran û kilamên xwe bilêv dike. Mistefa Mîlanî derbarê jiyana xwe û serpêhatiya xwe ya dengbêjiyê de ji bo BasNewsê re axivî.

 

“Di zarokatiya xwe de dest bi dengbêjiyê kir”

 

Mîlanî dibêje ku ew hê di temenek biçûk de dest bi dengbêjiyê kiriye û bavê wî jî dengbêj bûye. Mistefayê dengbêj wiha xwe dide nasîn: “Ez di sala 1956’ê li navçeya Qeleniyê (Çaldiran) ya bajarê Xoy a ser bi parêzgeha Urmiye ya Rojhilatê Kurdistanê ji dayik bûm. Li gel me hê jî pêgeha eşîrî gelek bi hêz e û ez ji eşîra Burûkiyan im. Bavê min jî dengbêjek naskirî yê deverê bû. Jê re digotin Hemîdê Mîlanî. Ji ber vê yekê me di nava mala xwe de herdem guhdariya stranên dengbêjiyê dikir. Dengê dengbêjên weke Resûl, Şakiro, Zahir û dengbêjên Yerêwanê di nav mala me de herdem olan dida. Herwiha stranên Mihemed Mamik, Ferzê û Evdalê Zeynê û destanên mezin ên kurdan me ji dengê dengbêjan gohdar dikir. Min li ber destê bavê xwe şagirtî kir, lewma rêber û mamostayê min bavê min Hemîdê dengbêj bû. Hingî temenê min 12 salî bû ku bi tevê bavê xwe ez di dîwana dengbêjan de rûniştim. Bavê min û dengbêjên din, stranên dengbêjên din vedigotin. Dikarim bêjim ku ji wî temenê şûn de jî min jiyana xwe bi dengbêjiyê derbas kir.”

Mistefayê dengbêj diyar dike ku di demên berî de her li çi deverê dîwanek bihata danîn an jî ahengek û helkeftek heba, dengbêj dihatin vexwendin û ew jî ligel bavê xwe, di wan de amade dibû. Lê di dema ciwaniya xwe de ew bixwe êdî çûye dîwana dengbêjan û wiha behsa wan deman dike: “Me di dîwanan û helkeftan de stranên dengbêjên din digot. Lê stranên me bi xwe jî hene ku behsa serpêhatiyên devera me dikin û gotinên wan me ristine. Di dema ciwaniya xwe de, anku di salên 80’yan de ji bo dîtin û nasîna dengbêjên navdar ên demê, ez gelek geriyam û çûme Bakûrê Kurdistanê û herêma Serhedê. Weke hûn dizanin, Serhed warê dengbêjan e. Min ligel dengbêjên navdar Zahiro û Şikiro jî stran gotin. Bi alîkariya xizmên me yên Bakûrê Kurdistanê, ez çûm mala mamosta Şakiro. Mala wî hingî li Qereyazî ya Erzeromê bû. Em bi hev re di dîwanan de rûniştin me kilam gotin. Şakiro bi rastî jî dengbêjek dîrokî yê kurd e û mîrasek mezin bo me hêliştiye. Seranserê Kurdistanê tê nas kirin û tê hezkirin. Ji bo min şanaziyek mezin e ku wî ez handam bo gotina kilamên dengbêjiyê. Herwiha min ligel dengbêjê demê yê Wanî, Hecî Ebdulkerîm re stran gotin û di dîwana wî de amade bûm. Di seranserê jiyana xwe de li Rojhilat, Bakûr û Başûrê Kurdistanê, di gelek dîwanên dengbêjiyê de amade bûm. Bêguman tam û çêja wan deman û her dîwanekê, gelek cûda û taybet e bo min.”

 

“Dengbêj hiş û arşîva dîroka kurdan e”

 

Mîlanî amaje bi roja dengbêj û çanda dengbêjiyê dike û diyar dike ku dengbêjî çand û hunera resen a kurda ye û dîroka kurdan bi tevê hemû hûrguliyên xwe ve di nav gotinên wan de ye û wiha pêde diçe: “Di sedsalên derbasbûyî de kurdan zilm û zorek mezin dîtin. Di bin desthiladariya tirk, fars, ecem û ereban de zimanê me qedexe bû. Me nedikarî em bi azadî biaxivin û binivîsin. Dengbêjiyê ev serboriya dîroka kurdan, ligel êş û azar û evîn û xweşî û nexweşiyên wan bi rêya stran û kilaman anîn ziman. Perçebûna kurdan û Kurdistanê, rastiya serhildanên kurdan, çîrokên evînê, tev de di van kilaman de hatine ziman. Dengbêjan ev dîrok tev de zindî hêliştine û bi rêya gotinên xwe nehêliştine wenda bibe. Mirov dikare bêje ku dengbêjan nehêliştin çanda kurdî li hember siyaseta dagirkeran a tunekirinê, bimre û tune bibe. Em dibînin ku di saya vê ked û renca wan de roja îro ev dîrok tev de tên nivîsandin û gotin. Ev dîroka ku weke helbest hate ziman û bi kilaman hate ziman, ronahiyekê digre raboriya me. Dikarim bêjim ku dengbêjiyê rolek mezin di jiyandina çanda kurdan de lîst. Dengbêjan hêlişt pêwendiyên navbera kurdan li hemû perçeyan de zindî bimîne. Gelek eşîrên li aliyê me jî, bi rêya dengbêjiyê hev nas kirin û hevgirtin. Em bi rêya dengbêjan ji serhiladanên mezin ên Şêx Seîd, Seyîd Riza, Simkoyê Şikak, Komara Ararat û ya Mihabatê hesiyan. Di rastiyê de ez dengbêjiyê dişibînim daristanekê dîrokî. Her dengbêjek di daristana dîroka gelê xwe de darek çand, şitlek ji yê beriya xwe girt. Dengbêjî herwiha ked û rencek e. Em jî li ser vê kedê rabûn, ji bo jiyandina vê rêçê em xwedî lê derketin.”

 

Dengbêj Mistefa dide zanîn ku dengbêj hiş û arşîva dîrokê ne û wiha dibêje: “Ez bixwe jî di gelek stranên xwe de behsa rûdanên dîroka kurdan dikim. Rûdanên dîroka kilamên xwe jî jiber dizanim. Ev çîrokên wisa ne ku niha mirov heger tevahiya wan bîne ziman wê heryek bibe pirtûkek serê xwe. Weke mînak çîroka serhildana Araratê pir dirêj e û kilam van tiştan hemûyan tîne ziman. Herçend di navbera me de sînor hatibin kêlandin jî em bixwe di rastiyê de xelkê herêma Serhedê ne û ev çîrok behsa dîroka eşîrên me yên dema nêzîk dike. Rastiya di nav serhildanê de bi lorînan tê vegotin. Weke tê zanîn Biroyê Heskiyê Têlî û Nûrî Îbrahîm Paşa pêşengên serhildanê bûn. Wan Komara Araratê damezrand. Lê Emerxanê Şikak ku xelkê Ûrmiyeya Rojhilatê Kurdistanê bû, alîkarî da dewletê û serhildan hate şkînandin. Di stranê de ligel qehremaniya kurdan, behsa vê îxanetê tê kirin ku di dîroka kurdan de qehremanî û îxanet weke du diyardeyan in, li gel hev peyda bûne. Dîsa trajedî û perçebûna kurdan ya piştî serhildanê jî ku em jî bermayê wê ne, di kilaman de tê ziman. Em dianin piştî serhildanê Xalid Beg nêzîkê 700 malbatan li gel xwe dibe û li bajarên Tirkiyê belav dibin. Beşek ji kurdan mişextê Hemedan û Qazvîna Îranê dibin. Bi kurtahî, strana Serhildana Araratê, ji destpêkê heta dawî heger di van stranan de nehatina gotin, dibe ku îro bihata jibîr kirin. Heger mirovên herêma me ev rastî nezanîbana, hingî dibe ku hestên wan ên kurdewarî kêmtir biba û paşeroja xwe ne zanîbana.”

 

Mistefa Mîlanî diyar dike ku ne tenê rûdanên weke serhildanên mezin û evînên mezin ên weke Mem û Zîn, Xec û Siyabend, rûdanên din ên herêmê jî li ser devê dengbêjan mane ku ew jî xelekek giring in ji dîroka kurdan û wiha behsê dike. “Gelek kilamên me hene ku behsa rûdanên herêmê jî dikin ku ew jî xelekek inji dîroka me. Dengbêjên ji Bakûrê Kurdistanê nehsa rûdanên wê perçeyê dikin. Emjî weke yên Rojhilatê Kurdistanê behsa yên vî perçeyî dikin. Em dibînin ku çarenivîsa gelê me li her derê, di sedsala derbasbûyî de her weke yek bûye di destê desthiladar û dagirkeran de. Weke mînak ez kilama Ferzende Begê vedibêjim ku ew jî behsa heman dîrokê dike. Ferzende Beg piştî serhildana xwe ji Çiyayê Tendurek û Avacixa Bakûr tê Rojhilat. Îran wî digre dişîne girtîgeha Tehranê. Li wir jî bi alîkariya Sikoyê Şikak tê serbestberdan. Ferzende Beg, Şêx Zahir, Mihemedê Reşo û Farisê Şêlî ku serhildêr in, li herêma me li gundên bi navê Moxir, Korken û Memeşêlî tên bicîhkirin. Zivistanê leşkerên Îranê bi ser gundên wan de digrin û wan qetil dikin. Ferzende Beg bi birîndarî dikeve destê leşkerên dewletê û wî jî li zîndana Tebrîzê dikujin. Çîrok li pey çîrokê ye ku piraniya wan jî tenê di hindek herêman de tên zanîn. Besra ku navê wî weke Asê jî tê zanîn, hevjîna Ferzende Begê ye xwe teslîmê leşkerên Îranê nake. Ev e jî behsa qehremaniya jinek kurd e. Li ser vê serpêhatiyê jî bavê min bixwe kilamek amadekiriye û ji bo min xwendiye. Ew kilam ji bo min maye. Herwiha strana axa û begên kurdan ên serhildêr ên weke Bawalî Beg, Evdalê Misto, Şemsedîn Begê, Keremê Qazîbûlaxê ku tev jî bi destê dewletê hatine kuştin. Çîroka wan tenê di stranan de hatine vegotin û mane di bîra civakê de.”

 

“Qedrê dengbêjan berî zêdetir bû”

 

Dengbêj Mistefa diyar dike ku di navbera dengbêjiya îro û ya berî de ferqek mezin heye û vê yekê jî wiha tîne ziman: “Berî derfet û amûrên ragihandinê nebûn lê bi ya min civaka berî jî zêdetir giringî û piştgirî didan dengbêjan. Di nav civakê de rêzek taybet ê dengbêjan û hozanan hebû. Cihê wan diyar bû û ew jî di nava mezin û rîspiyan de dihatin dîtin. Ew dengê hest, hizir û wîcdanê xelkê bûn. Lê ya diyar ew e ku civaka me îro zêde giringiyê nade çanda dengbêjiyê. Malên dengbêjan vedibin lê zêde bi bandor nabin. Hejmara dengbêjên berî pir kêm bûne, dengbêjên îro jî bê kar mane. Dengbêj ji xwe ew kes e ku çav li malê dinyayê nake, ji bo jiyandina vê kevneşopiyê weke derwêşan dijî. Jixwe dengbêj ew kes e ku jiyana xwe bo vî armancî terxan kiriye. Lê dîsa jî ya giring helwesta civakê ye. Heger civak weke tê xwestin pêşwaziya dengbêj û çanda dengbêjiyê neke, hingî wê ev kevneşopî jî hêdî-hêdî ji holê rabe. Derfetên îro zêdetirin ji yên berî, lê dîsa jî asta hez jê kirin û piştgiriyê ji ya berî pir kêmtir e. Herwiha ragihandin jî zêde derfet nadin dengbêjan, weke pêwîst rol û karên wan venaguhezin nav gel. Dengbêj niha di malên xwe de rûniştine, derfetê nabînin weke berê bigerin û di civatan de amade bin. Ji lewra jî hunera dengbêjan jî veşartî dimîne.”

Mîlanî dibêje pirsgirêka mezin ji bo çanda dengbêjiyê bazirganiya li ser hunerê ye û wiha vedibêje: “Mijarek din jî, hunermendên îro ku stranên dengbêjiyê dibêjin, piranî çîroka stranê nizanin, giringiyê jî nadin rastiya peyvên çîrokê. Beşekê ji helbest an jî gotinan tenê dibêjin, gotinan xelet dibêjin û diyar dibe ku ev tenê bo bazarê tên gotin. Bi nêrîna min ev jî zirarê dide çanda resen a dengbêjiyê. Divê mirov li ser ziman û çanda xwe ya resen bazariyê neke. Divê dengbêjî nebe amûrê bazirganiyê. Em ji bo jiyandina vê çandê kar dikin. Niha jî li herêmê gelek hevalên me yên dengbêj hene. Em di her derfetê de tên gel hev û kilaman bo hev dibêjin da ku ew jî li deverên din bêjin. Dîsa ez wan çîrokên xwe didim nivîsandin. Min divê ev stran û gotin ku bi ked û renc hatine hunan, wenda nebin. Min divê ew dîrok berze nebe. Lewra hevalek min li Urmiyê û yek jî li navçeya Şotê ya bajarê Makoyê bi vê karê rabûne û pirtûka stranên gelerî û destanên wan dinivîsin. Bi nêrîna min ev jî xizmetek e ji bo berdewamkirina vê çandê.”

Basnews

Derbar ziman

Check Also

Cemre(Pişko, Koz)

Cemre(Pişko, Koz) her heft rojan serê biharê; Zêdebûna germê tê texmîn kirin ku pêşî li …

Leave a Reply