Helbest û bextewerî

Em nikarin di eynî demê de helbesta pexşanê binivîsin û bi rola “helbestvanê mîkrofonî” jî rabin. Helbesta pexşanê rasterast a dilê xwe nabêje û ji hawarê bêtir nêzîkî ramanê ye. Helbesta stûnî bêtir bi kêrî nîşandana bûyer û qewimînên siyasî tê.

 

Helbestvan hem hest bi bedewiyê dike û hem jî dikare wê hestê bi awayekî helbestvanî nîşan bide. Gelo erkê helbestê ye li ser siyasetê biaxive? Gelo eger helbestvan tevlî partiyekê bibe, wek ku bilbilek bi vîna xwe bikeve hundirê qefesekê? Helbesteke bi navûdeng a Paul Éluard (1895-1952) heye: Navê te dinivîsim serbestî. Ya rast Éluard ew helbest li ser serbestiyê negotiye, li ser hevjîna xwe gotiye, lê li ser daxwaza partiyê, serbestî li şûna (Gala) ku navê hevjîna wî bû, daniye.

 

Ne tenê hezkirina hîkmetê bes e ji bo derketina felsefeyê, ne jî heqîqetê xwe li cihekî veşartiye ku em lê bigerin. Eger heqîqetek li gor me ne hêja be em saloxa wê bikin, êdî ji ber çi em danezana mirina felsefeyê ranagihînin? Gelo heqîqet berhema realîteya niha ye yan egera wê heye di siberojê de bibe realîte? Herçiqasî yeqîna me bihêztir bibe, îmana me lawaztir dibe. Eger na, cîhadîstê ku gihiştiye yeqînê, zordarî û tundî bikar nedianî. Terorîst baweriya wî bi tiştê ku dibêje lawaz e û baweriya wî bi ravekirina xwe tune, lewma xwe ji diyalogê vedidize û hêzê bikar tîne.

 

Eger em di jiyana xwe de hest bi tu xweşiyekê nekin, em neheqiyê nakin. Em nizanibin em ji ber çi ji dayik dibin û ji ber çi divê em bijîn? Ev lûtkeya xemgîniyê ye, eger em hertim gilî û gazinan ji şensê xwe bikin. Eger em wiha bikin, xema me kûrtir û dilê me birîndartir dibe. Gelo em dikarin ne dilê me bi jiyanê xweş be û ne jî kerba me ji jiyanê vebe? Pêkan e em li hember jiyanê bêalî bin?

 

Gelo aqilmendî yan bêhûdeyî ye eger em bawer bikin em bi rasthatin û tesaduf ji dayik dibin û ne ji bo tiştekî dijîn û dimirin? Gelo jiyaneke rasteqîn e eger em tenê bi pey xweşiyên xwe yên taybet kevin û bêjin: Temenê xweşiyê kurt e, werin em xweşiyeke herî zêde ji jiyanê wergirin? Gelo girêdana bi olekê ve li hana me tê? Gelo ol wijdana me asûde û derûna me aram dike yan pirsgirêkan ji me re peyda dike û me çenî nav qada hevrikiyeke dijwar dike? Pir caran di encama teqînekê de, endamên laşên mirovan difirin esmanan, tenê ji ber ku bi rasthatin di dema teqînê de li wî cihî bûn!

 

Gelo bextewerî berhema xweguncandina bi jîngeha hawîrdora me re ye? Gelo xweguncandin ne xwexapandin e? Bi baweriya fîlosofa fransî Chantal Delsol, jiyana rastgo ew e ku mirov xwe wek takekes bi gerdûnê re biguncîne, xweguncandineke rasteqîn ku ji nava mirov bizê û dûrî hîlebazî û xwexapandinê be.

 

Gelo em xweperest bin û wek şahzade ji mirêkê bipirsin, te qet kesekî ji min xweşiktir dîtiye? Gelo em bi gotina Epikuros bikin û jiyanê di gera li xweşiyê de kurt bikin? Gelo li ber çavê me bila xelk ji birçîbûnê bimirin û em jî tenê wek temaşevan bimînin?  Eger di hundirê her mirovekî de dêwekî raketî hebe, bila em tu carî rê nedin ew dêwê di hundirê me de şiyar bibe.

 

“Ji min negeriyan ez bextewer bim, ev bû mezintirîn guneha min.” Ev peyama dawî ya Jorge Luis Borges e (1899-1986) ku di nameyekê de li pey xwe ji me re hişt. Di xeyaldanka wî de, buhişt cihekî wek pirtûkxaneyê bû. Borges evîndarê pirtûkan bû. Borges bi çavekî biçûk li tu nûserekî din an berhemeke wêjeyî nedinerî.

 

Borges bi awayekî rewan û zelal edebiyateke herî kûr û manedar afirand. Borges ne bextewer bû, lê berhemên wî haveyna bexteweriyê bûn. Wî xweşiyeke zêde ji jiyana xwe nedît, lê nivîsên wî xweşî didan xwîneran. Ew kor bû, lê bi fanosa afirandina xwe, riya xwîneran jî ronîdar dikir. Dîwaneke wî ya helbestan heye, navê wê kiriye: Pesindana Tarîtiyê. Wî li şûna peyva korîtiyê, tarîtî bikar dianî.

Hemeseîd Hesen-Rûdaw

Derbar ziman

Check Also

Devoka Reşiyan

Kurdên xwecihî li Anatoliya Navîn (navenda Tirkiyê) Reben Celîkan NASANDINA DEVOKÊ YAN DEVERÊ BI KURTÎ …

Leave a Reply