Gelo xîreta dînî bêhtir bi qewet e yan xîreta millî?

Li gor me û li ba me muslûmanan, dîn û milliyet, di eslê xwe de yek in; bes cihêtiyeke îtîbarî, zahirî û arizî heye. Ji ber ku dîn, heyat û rûhê milliyetê ye, gava li her yek ji wan, bi awayekî ji hev cihê û cihêrengî bê nihêrtin, xîreta dînî, millet û tebeqeya xuyanî digre nava xwe; îca xîreta millî, li ser yekê ji sedî, ango xasê bi wan kesên ku menfaeta xwe ya şexsî, ji manfîeta milletî re feda dikin re dimîne. Ji ber wê yekê, di nav huqûqa gihiştî de, xîreta dînî, divê bibe asas; xîreta millî, ji xîreta dînî jê re divê bibe xulam, qewet û keleh. Nexasim em Rojhilatî ku hene, ne mîna Rojavahiyan in. Ê me, di hundirê me de tiştê ku hakimê dilê me ye, hîssa dînî ye. Sedemê ku qedera ezelî, pirê nebiyan li Rojhilatê dişêne, îşaret dike ku tenê hissên dînî Rojhilatê hişyar dike; bi xwe ve tîne û sewqî pêşveçûnê dike. Dewra Seadetê û tabiînan, ji vê yekê re delîlekî qetî ye.

Gelî hevalên min ên dersê yên vê medreseya seyyar a bi navê şîmendîferê ku dipirsin ka divê em bêhtir zêde ehemmiyetê bidin xîreta dînî yan xîreta millî û gelî temamê mektebiyên ku di şîmendîfera zemanê niha de, ber bi aliyê îstiqbalê ve, bi me re tên! Ji we re jî dibêjim ku:

Gava min got ku “Xîreta dînî û milliyeta Îslamê, li nav Tirk û Ereban,bi temamî bi hev de cebirîne û ketine rewşeke wisan ku ji hev nabin. Xîreta Îslamê, zincîreke nûranî ye ku ji erşê hatiye û ya herî biqewet û metîn e. Qulpeke saxlem/zexm e ku naşkê û naqurufe; keleheke qudsî ye ku naye texrîbkirin, têk naçe.”

✍️ Seîdê Kurdî – Îçtîmaî Dersler r. 62,63 – Weşanxaneya Zehrayê

About Çand Name

Edîtorê malperê - 1 (Nivîsa bar dike, sererast dike û diweşîne)

Check Also

Macirê – Ji Deftera Kurmancî | 1

Macirê, destê wê li ser trabzanên şaneşînê ku berê wê li çiyê bû, bi porê …

Bersivekê Binivîsêne

Epeyama we nayê weşandin. Required fields are marked *