Gava hûn dermanên nebatî didin zarokên xwe, baldar bin

Pisporê Nexweşiyên Zarokan Dr. Umît Eroglu diyar kir ku dermanên nebatî an jî dermanên din, kîjan dibe bila bibe, tevî feydeyên xwe, dibe ku bandora xwe ya neyînî jî bide tesîrkirin.

Eroglu dibêje: “Ku malbatek nizanibe ka gelo divê çi qasî dermanê bide nexweşê xwe û nizanibe divê di rojekê de çend caran bide û bi kar bîne, dibe weke şer û pevçûna koran.” Her wiha Eroglu bal kişande ser rewşên ku dermanên nebatî hatine bikaranîn û nexweşî hinekî din jî pêde çûye.

Dr. Umît Eroglu eşkere kir ku ew ne li dijî tedawiya dermanên nebatî ye, lêbelê ew bawer dike ku ev tedawî di asta aqademîk û di bin qontrolê de divê bêne kirin. Her wiha divê tedawiya dermanên nebatî, bi xebatên aqademîk û bi qontrol bêne diyarkirin û pêşkêşî gel bête kirin.

Derbar Çand Name

Check Also

Ji bo Gewrîyê Dermanên Malê

Ji bo dermankirina êşa gewriyê û ji bo kuştina mîkroban, xulxule rê û rêbazeke rehet …

Leave a Reply