Yekemîn Romana Polîsiye bi Kurdî

Romana Osman Geylanî ”Tevn” di nav weşanên ”Nûbihar”ê de derketiye. Roman 212 rûpele û ji 14 beşan pêk hatiye. Li ser berga pêşî a romanê nivîsîn e ku ”yekemîn romana polîsiye bi kurdî”ye.

Ez ji xwendina romanên polîsiye hez dikim. Min gelek romanên polîsiye yên nivîskarên ewropî, bi taybetî jî ên nivîskarên swêdî û nivîskarên tirk xwendibû. Lewre jî min bi dilxweşî, lê bi kelecan û meraq romana polîsiye ”Tevn”ê jî xwend. Weşanên ”Nûbihar” gelek pirtûkên lêkolînî û berhemên edebî yên hêja ên bi kurdî weşandiye. Ev romana Osman Geylanî jî berhemeke hêja ye ku weşanxaneya ”Nûbihar”ê weşandiye.

Ev roman di edebiyata kurdî de bi rastî jî romana yekem a derbarê mêrkûj-qatîl- û polîsekî wêrek ê teşkîlata polîsî a tirkan de ye. Komser Serhat, komserê ”beşa kuştinê a Stenbolê” ye. Ew li pey xwînxwarekî bêrehm ku qatîlê çar kesane. Gelo ew ê wî bigre yan bikuje?

Romanên polîsiye bi meraq, baldarî û bi heyecan têne xwendin. Kelecana romanên polîsiye xwe li hest û ruhê mirov radipêçe. Mirov bi meraq û bi heyecan hetanî paş romanên polîsiye dixwîne.

Di romanê de behsa plan û kuştinên mêrkujekî ku ji bo berjewendiyên xwe çawa bûye bêrehm û xwînxwarekî xedar ku apê xwe î profesor û sê kesên din dikuje û têkoşîna komserekî bieqil û mêrxas li dij vî qatîlê bêrehm tê rave kirin.
Mêrkuj pêşî Apê xwe î profesor dikuje, paşê zilamekî direvîne û dibe darîstana Belgradê ku li Stenbolê darîstanekî bi navûdeng e. Li daristanê wî dikuje. Paşê du kesên din dikuje û du polîs birîndar dike.

Romana Osman Geylanî ”Tevn” romaneke serketî ye. Dema min romanê xwend, min meraq kir û ji xwe re got: ”Gelo ev romana birêz Osman Geylanî a yekeme bi kurdî? Gelo romanên wî yên din bi kurdî hene? Gelo bi tirkî romanên wî hene?” Ji bo bersîva van pirsan rexneya min li weşanxaneyê heye. Weşanxanê derbarê nivîskar de du rêz tiştek nenivîsiye, ti agahdariyek nedaye xwendevana. Osman Geylanî kî ye? Ji kure? Xwendevan nizane.

Min bi swêdî û bi tirkî gelek romanên polîsiye xwendibû, lêbelê xwendina romana polîsiye a bi kurdî gelek li xweşa min çû. Di romanan de teferuat girînge, di vê romana polîsiye de jî gelek teferuat hene. Komser Serhat dikeve nav bûyereke ecêb û xeter. Mêrkûj fêlbaze. Gelo dê komser Serhat ji nav vê xeterê çawa derkeve? Meraq û meraqa di bûyerên romanê de xwe bi xwendevanan dide xwendin.

Di nav darîstanê de mêrkûj ji paşve êrişê yekî dike û ew dikuje. Kujer kî ye? Çima êrişa ji pişt ve? Sedema wê çiye? Mêrkuj di nav darîstanê de xwe li kuderê vedişêre? Çima nayê girtin? Pirsên weha bi meraq gelekin û xwendevan di nav meraqê de ne lewre jî hetanî dawî dixwînin ku bersîva pirsan bibînin.

Bûyerên di romanê de û kuştina sê kesan di şevek de pêk tên. Di roj û şevek de tiştên ecêb û bi meraq pêk tên û herweha xwendevan ji ber meraqê xwendina xwe didomînin ku bizanibin çi çawa bû? Çawa pêk hat?

Yekemîn romana polîsiye bi kurdî ”Tevn” hêjayê xwendinê ye. Bi hêviya ku nivîskarê kurd Osman Geylanî romannivîseriya xwe bidomîne û gelek romanên kurdî biafrîne û bi berhemên xwe ên edebî –wêjeyî- edebiyata kurdî dewlemend bike.

Heger romannivîserê kurd Osman Geylanî bi vî şêweyî romannivîseriya xwe bidomîne, ew dikare bibe Henrîk Mankell, Ahmed Umît û Osman Aysu`yekî edebiyata kurdî.

Lokman Polat

Derbar Lokman Polat

Check Also

Helbesta Meleyê Cizîrî – Yusuf Agah

“Bi dînarê dinê zinhar da yarê xwe tu nefroşî Kesê Yûsif firotî wî di ‘alem …

Leave a Reply