Ebdulla Peşêw: Jin an Welat?

Motîfeke berdewam di edebiyata kurdî de ji sê xalan pêk tê: Dayik, dildar û welat. Pênaseya giştî ya motîfê bi awayên cuda cuda di berhemên heman kesî de yan berhemên serdemeke taybet de dubare derdikevin holê.

Motîf hinek wêneyan diguherin û tengasiyê jî dixin navbera wan de. Yanî çiqasî dikarin van wêneyan bi hev re bicivînin, ewqasî jî dikarin nakokî, tengasî û pevketina wan wêneyan eşkere bikin.

Pevketina du evînan naverokeke vê motîfa dayik, dildar û welat e di dîroka edebiyata hevçax a kurdî de, ji Goran û Hêmin heta Şêrko Bêkes û Ebdulla Peşêw û Qubadî Celîzade û…hwd pevketina evîna jin û welat: Li ba Goran divê hezkirina welat berî hezkirina jinê be. Di teksteke Goran de ku wek sirûd hatiye gotin, qehremanê vegotinê dibêje: “Bêje ji wê bûka min a nû ya yekşevî re, eger hate ser darbesta min, nebêje xwe ji bo welat kuşt û bi rêya eşqa min nejiya. Wezîfeya min bû ez ji bo welatekî serê xwe bidim.” 

Mînakeke din jî helbesteke Ebdulla Peşêw e: “Ez hem ji te hez dikim û hem ji wî.” Ravekirineke vê tekstê ya pir serveyî ango ne kûr heye. Hin kes ku şarezayiya wan di teknîkên xwendina tekstên edebî de nîne, tên tekstê û motîfa afirandina wê ji zemîna dîrokî cuda dikin û bi awayekî sade dikin pirsgirêka navbera du hilbijartinan. Kesek (hunermendek, stranbêjek, lawek…hwd) klîbekê dirust dike û her carê kurek bi keçekê re di otomobîlekê de diçin û hew.

Di vê nerîna li tekstê de, tiştek ji dîroka edebiyatê û tengasiyên sereke yên tekstê nayên dîtin. Tevî ku bê agehî ye, ne tenê têkildarî vê klîbê ye, lê şemitiye nav zimanê kedkarên klasîk jî. Ew jî dibêjin: Çawa mirov di heman demê de ji du kesan hez bike û diyar e piştî vê pend û şîretên sincî û exlaqî dest pê dikin.

Lê xwendineke ku pişta xwe bi dîroka edebiyatê û teknîkên xwendina tekstên edebî û motîf û hêmayan girê dabe, nakeve nav vê sadekirinê û hewl dide şîfre û kodên tekstê veke û tengasiyên wê eşkere bike û bi rêya van tengasiyan bigihe nasîna serdemekê.

Li gor vê nerînê, teksta edebî hemû nakokiyên serdema xwe hildigire û wan bi rengekî din nîşan dide. Yanî karê neynikê nake, lê wêneya xwe ji serdemekê dikşîne, wêneyeke ku çavê dîroknivîs an rûkeşbîn wê nabîne. Ev girîngiya edebiyatê eşkere dike. Wek destpêk tiştê em karin li ser vê teksta Peşêw bêjin ew e ku, divê ev tekst li gor motîfên xwe bê xwendin.

Di tekstê de behsa du evînan tê kirin ku helbestvan dixwaze dilsozê herduyan be û ji bo herduyan bijî. Çimkî tenê jiyaneke wî heye ku dilsoz be û herduyan bijî. Lê tenê jiyaneke wî heye û ji ber ku jiyaneke wî heye pê re dighihe yekê ji wan evînan bike. Nerîna dîrokî eger motîfa sereke nas bike, dikare bizane ku ev herdu evîn heman wêneya sereke ya vê edebiyatê ne, ango tengasî û di heman demê de yekîtiya evîna dildar û welat. 

Berovajî teksta Goran, teksta Peşêw behsa pevketina evîna du jinan an jinekê û welat bi zelalî nake û karê edebî jî ne ew e ku wek zimanê rojnameyan zelal bê vegotin. Karê edebiyatê ligel wêne, motîf, hêma, rîtm, xeyalsazî û …hwd e. Teksta Peşêw nezelal dimîne, lê ev nezelaliya teksta Peşêw pêkan e bê şîrovekirin û pirsgirêkeke herî sereke tê de bê dîtin: Di vê tekstê de, berovajî gelek tekstên klasîk ên edebiyata kurdî, ku di wan de bi zelalî tê daxwazkirin ku evîna welat di ser evîna jinê re bê girtin, em nîşanekê nabînin ku helbestvan daxwaz bike yek ji herdu evînan ji ya din bilindtir bê ragirtin.

Ango di vê tekstê de em nikarin teqez bikin kîjan evîn bilindtir tê dîtin û ev jî girîngiya vê tekstê ye ku nahêle ev herdu evîn, yanî evîna jinê û welat ji hev bên cudakirin û li hemberî hev bên danîn, wek ku li ba Goran an Celîzade û…hwd heye. Tiştê xumamiya teksta Peşêw nîşan dide, derbirîn e ji hevrikiyeke sereke ku ketiye navbera van herdu evînan û ew bi xwe nîşana amadebûna rengekî cebrê ye, cebrek e ku wiha dike mirov neçar be di navbera van herdu evînan de yekê hilbijêre.

Lewra em dizanin ku tekst berhema serdemekê ye ku mirovan neçar dike van herdu evînan ji hev cuda bikin û ji bo xatirê yekê dev ji ya din berdin. Ev ew nakokiya serdemê ye ku tekstê di xwe de hilgirtiye û rengekî redkirina vê cudakariyê jî nîşan dide. Şiyana teksta Peşêw ji vir tê ku dikare li hember vê cebrê, ango tu mecbûr be di navbera du evînan de yekê hilbijêre, razî nebe cudakariyê bike û peyamekê bide me ku xirabî wê çaxê tê ku, em mecbûr bin an razî bin van herdu evînan ji hev cuda bikin.

Eger rast be tekstên edebî di dilê xwe de, carina bêyî agehdariya nûser jî, mizgîniya dinyayeke din didin, êdî teksta Peşêw di xumamiya xwe de dinyayeke dûrî kotekî û cebrê sawêr dike, dinyayek ku însan ne mecbûr in di navbera vê yan wê de hilbijêrin, dinyayek ku tê de evîn ji hev nayên cudakirin. Peşêw di vê tekstê de napirse ka gelo divê ez yekê ji van herduyan hilbijêrim an na, ji me re nabêje ka ji ber çi nikare yekê ji van herduyan hilbijêre.

Ji van pirsan wêdetir, tiştê ku tekst dike pirsgirêk ew e ka çima wê mirov mecbûr be wan ji hev veqetîne? Çima wê mirov mehkûm be yekê ji du yan çend heban hilbijêre? Di demekê de ku tenê carekê dijî û jiyaneke wî ya tenê heye? Bi rêya biryarnenasî û bêbiryariya teksta Peşêw em dikarin bigihin rexneyeke kûr a rewşê.

Tekst nîşanî me dide ku di serdemeke ne xweş û ne azad de ji dayik bûye û evîndar bûye. Tekst herwiha nîşan dide ku rewşa rasteqîn a hezkirinê ne ew e tu mecbûr bî evînekê winda bikî, lê wê çaxê ye tu neçarî hilbijartinê nebî li hember vê potansiyela ku teksta Peşêw ji bo xwendinê heye. Pirsgirêka nerîna sade û serveyî û belge li ser sadebûna wê ew e ku bêyî têgihîştina ji vî karê motîfî, bê têgihîştina ji zemîna dîrokî ya tekstê û nasîna tengasî û pevketinên ku di dilê teksteke dîrokî de hene, destê xwe têwer dike û tekstê dike berhemek ku bi temamî jê xerîb e, wek karekî dawî li ser vê teksta Peşêw di klîba amajekirî de hatibû kirin. Hêviya min ew e kê berê xwe bide tekstekê da wê bike muzîk an her berhemeke hunerî ya din, wê zehmetiyê bikşîne û tekstê dirust û wek edebiyat bixwîne!

Helbesta Peşêw

 

Ku ez carekê tenê bijîm

Ez hem ji te hez dikim û hem ji wî

Ez ne tîrêjên rokê dixeyidînim

Ne jî heyveronê

Eger ez du caran jiyabama xoşewîsta min her tu dibûyî di vêya de

Di ya dîtir de minê ew bikira yekane

Lê ez çi bikim!

Ku ez tenê carekê bijîm çareya min nîne

Ez hem ji te hez dikim û hem ji wî

Hem tîrêjên rokê diperêsim

Hem heyveronê.  

 

Çavkanî: Rudaw

Derbar Çand Name

Check Also

Rêzimana Dîwana Melayê Cizîrî

Destpêk Yek ji lêkolînên ku cihê wê di lêkolînên kurdolojiyê da bi giştî û di …

Leave a Reply