Şivanê Zîrek-Ömer KAYNAK

Caran ji caran rehme li dê û bavê guhdaran. Yek hebû  yek tunebû li dewerekî şivanekî  hebû û Kerîkî  pezî wî şivan bi bilora xwe pezan  beralî dikir  û digot:

“Ez  şivanê  herî  baş  ez im.”

Rojek  ji rojan  gundîyan  gotine  “em ê  di navbera  şivanan de em ê pêşbazîkî amadebikin ji bû  ku şivanê  herî  baş hilbijêrînîn.”

 

Roja pêjbazîyê  şivanê  derdorê  gundan  ji hatine. Gundî hemû  pezan xweyî dikin,  dibêjin: “Pezên  kê qet  avê  wenexwin, li ser wê  pirê derbas  bikin   ew şivana kezenç dike.”

 

Şivanan dor bi dor pezên  xwe  li ser pirê  derbasdikin  lê belê  pezên  wan diçin  li ser avê  û  avê  wedixwin…

Lê  şivanê  me yê  zîrek  radike  bilora  xwe û li bilûra xwe dixe,  pez dikevin  rêzê  li ser pirê  derbasdikin.  Pezek  tenê  diçe li ser avê, avê wedixwe .

 

Gundiyan  jê re  dibêjin:

“Ka te digot ez şivanê  herî baş im.”

Şivan  jî dibêje: “Wê  pezê  mêjiyê  wî qasî  kakilê  guza ye.”  Radibin wê pezê  serjêdikin. Mêjîyê  wê derdixin  mêjîyê  wê  ji dil jî  mêjîyê wê  qasî  kakilê  guza ye û şivanê  zîrek    kezenç dike…

 

Berhevkarî  Ömer KAYNAK -Çandname

(Ew jî çîrokekî  herema min e dêrûn )

(Cemîl KAYNAK- BISMIL /AMED)

 

 

Derbar ziman

Check Also

‘Kürt Teavün ve Terakki Gazetesi, Bo Xebaten Kurdewar Wek Jêderkekê ye’

Serê sedsala 20an di nav sînorên osmaniyan û de liv û tevgerên girîng diqewime. Nexasim …

Leave a Reply