Bi boneya salvegera koça dawîn a rewşenbîr û şoreşger Osman Sebrî Gerînendetiya Çand û Hunerê ya Herêma Cizîrê û Komîteya Wêjeyê ya Rojava bi dirûşma “Bi wêjeyê em bi pêş dikevin” dê 11`ê Cotmeha 2020`an Mîhrîcana Osman Sebrî ya Çaremîn li dar bixe.
Nivîskar û helbestvanê Kurd Osman Sebrî sala 1905`an li Bakurê Kurdistanê ji dayik bûye û sal 1993`yan koça dawîn kiriye û hem helbestvan bû, hem jî zimanzan, nivîskar û siyasetmedarekî Kurd ê navdar bû.
Ji ber li herêmê vîrusa korona berbelav e, dê Gerînendetiya Çand û Hunerê mîhrîcana îsal di asta pêşbirkên wêjeyî yên mîna çîrok, helbest û pexşan de sînordar bike.
Gerînendeya Çand û Hûnerê diyar kir ku ew ê xelatên mîhrîcana sêyemîn a par li dar ket, di mîhrîcana îsal de belav bikin, ji ber rewşa şer xelatên par nehatibûn belavkirin.
Gerînendetiya Çand û Huner ya Herêma Cizîrê da zanîn ku nivîskarên ji Bakur û Rojhilatê Sûriyê dikarin tevlî pêşbirka wêjeyê bibin.
Şert tevlêbûnê wiha ne:
- Zimanên tevlêbûnê; kurdî, erebî û suryanî.
- Beşên pêşbirkê; helbest, kurteçîrok û pexşan.
- Beşdar dikarin tenê bi berhemekê tevlî pêşbirkê bibin.
- Divê berhem li tu deverê nehatibin weşandin.
- Divê berhem li ser bernameya wordê werin amadekirin û şandin.
- Divê berhemên kurdî bi puntoya 12 û berhemên erebî û suryanî bi puntoya 14an bên nivîsîn.
- Kurteçîrok û pêxşan divê herî zêde 1000 gotin bin.
- Helbest jî divê ji du rûpelan zêdetir nebin.
Gerînendetiya Çand û Hunerê ya Herêma Cizîrê diyar kir ku kesên dixwazin tevlî pêşbirkê bibin dikarin heyanî 30ê Îlonê berhemên xwe tevî wêneyekî xwe û kurtejiyanan xwe li ser e-maîla gerînendetiya bişînin.
e-maîl: apo.osmansebri@gmail.com
Çavkani: hawarnews.com