Ey Rebbê min ê Rehîm! û Ey Xaliqê min ê Kerîm! Bi tercîha mina xirab, umrê min û ciwaniya min zayî bû, çû. Ji wan fêkiyên ewî umrê min û ciwaniya min, gunehên elemkar, xemên zîlletbar, wesweseyên dalaletdar, di destê min de man.
Û bi evî barê giran û bi qelbê nexweş û bi rûyê reş, nêzîkê qebrê dibim. Bi çavê serê xwe, dibînim ku; va ye ez, bi lez û bez, bêyî ku ber bi rast û çepê de herim, bi awakî bêhemdê xwe, wek wan ehbab û eqran û eqrebayên xwe yên wefat kirine, nêzîkî deriyê qebrê dibim. Ew qebra, li ser rêya ebedul-abadê hatiye saz kirin ku ji vî warê fanî, ber bi firqeta ebedî ve, qonaxa ewil û deriyê pêşîn e.
Ev dunyaya ku min xwe pê ve girêdaye û ez bende ketime û bûme bengî jê re, min bi qeneteke qetî fehm kiriye ku; diçe helakê, dibore û fanî ye, dimire. Û bi awakî qetî tê xuyan ku bi tevî mewcûdatê di navê de jî, li dû hev, qefle bi qefle, bar dike û diçe, winda dibe. Xaseten, ji yên wek min ên xwediyê nefsa xerab re, ev dunya pir xedar e, xapînok e; gava lezzetekî bide, hezar eleman pê ve dike, pê dide kişandin. Ku hebek tirî bide xwarinê, sed şîmaqan lê dixe.
Ey Rebbê min ê Rehîm! û Ey Xaliqê min ê Kerîm! Min bi sirra
كُلُّ اٰتٍ قَرِيبٌ, ez ji niha ve dibînim ku, di demeke nêzîk de, min kefenê xwe li xwe kir, ez li tabûta xwe siwar bûm, min ji dostên xwe xatir xwest, va min berê xwe da qebrê û diçim. Li dergahê rehma Te, bi lîsanê halê cenazeyê xwe, bi lîsanê qal ê ruhê xwe, bi qêrîn û gazî, dibêjim:
“El eman! El eman! Ya Hennan! Ya Mennan! Min ji rûreşiya gunehên min xelas ke!” Va ye ez gihîştim serê qebra xwe. Min kefenê xwe bi hustiyê xwe de kir û li ser bedena xwe ya ku li ser qebra min dirêj bûye, sekinîm. Ez berê xwe didim dergahê rehmeta Te û bi hemû hêza xwe, dikim hewar û gazî:
“El eman! El eman! Ya Rehman! Ya Hennan! Ya Mennan! Min ji barên gunehên min ên giran, xelas bike!”
Va ketim qebra xwe; min kefenê xwe li xwe pêça. Wan ên ku ez rêwî kirim, ez hîştim û çûn. Li hêviya ef û rehma Te me. Min bi çavê xwe dît ku, bê Te, tu bext û xelaskar tune ye. Ji rûyên gunehan ên bed û xirab; ji şiklê bê emrî ya wehşî û ji tarîtî û tengî ya ewî mekanî, bi hemû hêza xwe, gazî dikim:
“El eman! El eman! Ya Hennan! Ya Mennan! Ya Deyyan! Min ji hevaltiya gunehên minên pîs, xelas bike! Cîhê min fireh bike!”
Îlahî! Rehmeta Te, bextê min e û Hebîbê Te (Eleyhîs-Selatu- Wes-Selam) ê ku Rehmeten lîl-alemin e, ji bo gihîştina rehma Te, wesîleya min e. Ez ne ku ji Te gazinan dikim; bereks, gil û gazinên nefsa xwe û halê xwe, ji Te re dikim.
Ey Xaliqê minê Kerîm! û Ey Rebbê minê Rehîm! Mexlûq û mesnû û ebdê Te yê bi navê Seîd, di gel ku him asî ye, him aciz e; him xafil e, him cahil e; him elîl e, him zelîl e; him gunehkar e, him extiyar e; him îsyankar e, him jî xulamekî ku ji cem mîrê xwe reviye, fîrar e; piştî çil salî şûnda, poşman bûye û dixwaze vegere, xwe bavêje dergahê Te. Dexaletê rehmeta Te dike. Guneh û xetayên xwe yên bêjimar, îtiraf dike. Giriftarê ewham û nexweşiyên cûr be cûr bû ye. Gazî û lavayê Te dike. Ku Tu bi kemala rehma xwe, wî qebûl bikî, bixefirîni û lê werî rehmê, ji xwe, ew şanê Te ye. Lewra Tu Erhemur-Rahimîn î. Ger Tu qebûl nekî; ka îcar, xêncî deriyê Te, herim kîjan derî? Ka kîjan derî heye? Jixwe xêncî Te, tu Reb tune ku meriv here dergahê wî. Xêncî Te, tu Mebûdê heq tune ku meriv xwe bavêjê!
لاَ اِلٰهَ اِلاَّۤ اَنْتَ وَحْدَكَ لاَ شَرِيكَ لَكَ
اٰخِرُ الْكَلاَمِ فِى الدُّنْيَا وَ اَوَّلُ الْكَلاَمِ فِى اْلاٰخِرَةِ وَفِى الْقَبْرِ: اَشْهَدُ اَنْ لاَ اِلٰهَ اِلاَّ اللّٰهُ وَ اَشْهَدُ اَنَّ مُحَمَّدًا رَسُولُ اللّٰهِ صَلَّى اللّٰهُ تَعَالٰى عَلَيْهِ وَسَلَّمَ
Mesnewî Nûrîye – r.200
Rîsaleî Nûr – Weşanxaneya Zehrayê
ÇandName Li pey şopa bav û kalan…