Du kitêbên nû ji Pall Weşanê!

Du kitêbên nû ji Pall Weşanê!

 

Pall Weşanê du kitêbên nû çap kirin ku her du jî werger in û ji soranî hatine wergerandin.

 

Stranên Romantîk ên Dûrewelatiyê bijarteyek e ji helbestên Ferhad Pîrbalê ku li Bakur zêdetir bi romanên xwe hatiye nasîn. Berhem ji aliyê Rowal Navgundî ve bo kurmancî hatiye wergerandin.

 

Gabor, romana Seyid Qadir Hîdayetî ye û ji aliyê Armîn Temerzade ve hatiye wergerandin. Gabor romana herî naskirî ya Hîdayetî ye ku ji 2015an vir ve ye li Rojhilat şeş caran hatiye çapkirin û rastî eleqeyeke zêde ya xwîner û rexnegiran hatiye.

 

NIVÎSÊN BERGÊ KITÊBAN:

 

Stranên Romantîk ên Dûrewelatiyê

 

Te di nameya xwe de nivîsiye, dibêjî:

“Va ye em neh roj in li Wanê ne;

Polîsên tirk rê nadin em biçin bayê pak û hênik

ê bajêr hilkêşin.

Hemû berêvaran bi derpêyekî xetxetî

Di pencereyê de temaşe dikim:

Navenda Wanê, çiqas bibêjî xweş e

Çiyayên wê gerdenkeş û baxçeyên wê gelek rengîn in

Keçikên wê jî: kezîdirêj û

Bejinşorr û

Gelek nermîn in.”

 

Te nivîsiye, dibêjî:

“Di vê hotelê de, ne bi tenê ez im yê penaber

Em du hezar û pêncsed kes in

Polîsên tirk rê nadin em biçin bayê pak û hênik

ê bajêr hilkêşin.”

— Axir Wan jî her niştîmanê me ye

Biray şîrînim,

Wan jî

Her niştîmanê me ye.

 

 

Gabor

 

Du heval-zarokên canecan, Kerîm û Evdilmitelib. Lîstina topanê, şerê taqiman, diziya têlên kevanan. Mamostayê ku bayê kurdîtiyê bi xwe re tîne û xwendina kovara Sirweyê. Pehlewan Fisfis û Celal Melekşa. Ken û ken û eşq û hewesa nivîsînê. Kek Silêmanê Pirtûkfiroş û kitêbên Hêmin û Hejar ên di bin çengan de. Nivîsîna sloganan li ser dîwarên tiwaletan û çûna bo nav pêşmergeyan.

 

Ji dengekî cuda yê Rojhilata me, romaneke bihêz bo edebiyata kurdî. “Gabor”a Seyid Qadir Hîdayetî bi şêwaz û vegotina xwe ya taybet a li ser “gotin”ê avabûyî û wergera Armîn Temerzade, êdî bi kurmancî dibêje.

 

Xwînerên Gaborê nikarin bi hebûna qelemeke weha bihêz di edebiyata kurdî de neheyirin û spasiya nivîserê wê nekin ji bo dahênaneke weha bedew û weha pêwîst.” ‒ Haşim Ahmedzade

 

 

BIYOGRAFIYA NIVÎSKARAN:

 

Ferhad Pîrbal

Sala 1961ê li Hewlêrê ji dayîk bûye. Di sala 1984an de beşa ziman û edebiyata kurdî li Zanîngeha Silêmaniyê xelas kiriye. Sala 1986an çûye Denmarkê, dûre çûye Almanyayê û herî dawî li Fransayê bi cih bûye û li vir xwendina xwe di beşa edebiya­ta kurdî de li Zanîngeha Sorbonneê biriye serî. Di 1994an de vedigere Kurdistanê û di Zanîngeha Selahedînê de li ser dîro­ka edebiyata kurdî ya modern kar dike û navenda kulturî ya Şerefxanê Bedlîsî ava dike. Pîrbal li Hewlêrê dijî û heta niha bi dehan berhemên wî di warê roman, çîrok, helbest, şanon­ame û lêkolînê de hatine weşandin. Hin berhemên wî yên ku li kurmancî hatine wergerandin ev in: Çolistan (2001, Avesta), Santiago de Compostela (2013, Avesta), Penaberekî Fransî li Kurdis­tanê (2015, Avesta), Reîs Remezan(ekan) (2015, Avesta), Evdirehîm Rehmî Hekarî (2016, Lîs).

 

 

Seyid Qadir Hîdayetî

Di sala 1976an de li bajarê Bokanê ji dayîk bûye. Her li wir xwendina xwe biriye serî û dest bi mamostatiyê kiriye. Yek ji nivîskarên herî naskirî ye li Rojhilatê Kurdistanê ku berhemên wî bi nûgerî û şêwaza xwe ya taybet têne zanîn. Seyid Qadir Hîdayetî li Bokanê dijî û heta niha çendîn berhemên wî di warê roman, gotar û wergêranê de hatine weşandin: Dengî Nuxte (nov­el, 2003), Toqî Ezazîl (roman, 2012), Gabor (roman, 2015), Berdêk le Berdêk (gotar, 2019), Nesrî Kurdî û Goranî Form (rexne-lêkolîn, 2019), Goreşar (roman, 2020), Heqîqet û Piyawî Zana (wergêran, 2021), Berdîne (roman, 2022).

About ziman

Edîtorê malperê - 2 (Nivîs sererastkirin û weşandinê dike)

Check Also

Helbest | Rewşa Zana û Nezan

Bîr, bi zanistîyê ronî ye L’ba hişronî şev wek rojê ye   Heger hişê te …

Bersivekê Binivîsêne

Epeyama we nayê weşandin. Required fields are marked *