Bi Thomas Ripper ra li ser Merwanîyan hevpeyvîn

Hevpeyvîn û werger: Abdullah Încekan

Li cîhanê kêm netewe hene, ku li hebûna xwe xwedî dernakevîn. Li cem van qewman tu qedr û qîmeta çand, huner, ziman û sembolên neteweyî yên wan tuneye. Qewmên bi vî terhî xwe li sembol, ziman û çanda gelên serdest digrin; ji bo wan tarîx, folklor, mûzîk û her tiştên ku qewmekî dike qewm bê me’ne ne û loma jî ew bi gelemperî li van hebûnên xwedî dernakevin.

Ku meriv li gelê Kurd mêze dike, meriv dibîne, ku ev nexweşîya han di wîcûda wan de bûye kangren û em dikin-nakin xwe ji vê nexweşîyê xelas nakin û loma jî em yek ji belengaztirîn gel in li ser rûyê erdê. Herçiqas ku di salên dawîn de pêşveçûnên baş hebin jî, lê bixwehesandineke bi gişkî hê çênebûye û em – mîna zaroka teze hînî rêveçûnê dibe – bi gavên piçûk ji folklor, ziman, edebîyat, tarîx û coxrafyaya xwe haydar dibin.

Di vê karê xwenasînê de em dibînin, ku rojhilatnas û zanayên bîyanî xwedî xîreteke mezin in û karê wan hêjayî pesnê ye. Di vê hêlê de tê xuya kirin, ku gramera ewil ji hêla merivekî bi navê Garzonî hatîye nivîsîn, xebatên ewil yên li ser serîhildana Şêx Seîdê rehmetî ji qelema Martin van Bruinessen û Robert Olson e, xebata ewil ya li ser Komara Mihabadê W. Eaglaton nivîsîye… Em dikarin dûr û dirêj behsa ked û xebata bîyanîyan di Kurdolojîyê û dîsîplînên nêzikî wê de bikin. Lê mexseda min ne ev e… Bi van mîsalan ez tenê dixwazim nîşan bidim, ku eger em wek gel „li xwe xwedî derketibana“, em ê îro di qonaxeke din de ban. Bi qasî ku bîyanî „bi me re mijûl bûne, em bi xwe re mijûl nebûne“.

Di dîroka me de gelek mijar hene, ku em pê baş nizanin. Kar û xebatên danasîna wan di nav gel de kêm in û bi vî şiklî em xîyanetê li tarîx û hebûna xwe dikin. Yek ji van mijaran jî mîrektîya Merwanîyan e.

Merwanî di tarîxa me de rûpeleke zêrrîn e û divê em wan nas bikin û bidin nas kirin. Herçiqas ku li Tirkîyeyê li ser Merwanîyan kêm xebat hebin jî, di cîhanê de li ser wan gelek xebat çêbûne û kar û barê dezgeh û weşanxaneyên Kurdan e, ku van xebatan bighînin me.

Yek ji pisporên tarîxa Merwanîyan Thomas Ripperê Alman e, ku li ser vê mîrektîyê li Almanyayê xebata doktorayê kirîye. Camêr bi qasî deh salan di kitûbxaneyên cihê-cihê de gerîyaye û hemû agahîyên bi şiklekî têkilîya wan bi Merwanîyan ve heye, peyda kirîye û di xebata xwe de cî dayê. Ev xebata han niha bi çapa diduyan li ber destê xwendevanan e. Gava min ev xebat dît, min him ew û him him jî nivîskarê wê gelek meraq kir û herçiqas zembet be jî, bi Thomas Ripper re hevpeyvînek kir û ew wergerand Kurdî.

Wekî ku xwendevanên jêhatî bibînin, zimanê hevpeyvînê zimanekî ne ji rêzê ye; cumleyên Thomas Ripper dirêj in û dawî li wan nayê. Mixabin ev tarz û uslub di nav Almanan de gelek belav e û ew wek yek ji xisûsîyetên xebata ilmî û biserketî tê qebûl kirin. Di wergera hevpeyvînê de min xwest ez vê cureyê xwe îfadekirinê biparêzim. Ku hinin cumle neyên fehm kirin ji vê ye.

Vayê hevpeyvîn…

Birêz Ripper, ez dilşad im ku bi we re li ser mijara Merwanîyan hevpeyvînekê çêdikim. Ez dixwazim ji vir dest pê bikim: Zanebûna li Almanyayê li ser Kurdan gelekî kêm e. Gava meriv behsa Kurdan dike, yan kîtaba Karl May ya bi navê „Kurdistana Wehş“ yan jî Kurdên, ku di salên 90î de di otobanan de rê li ber xelkê digirtin, tê bîra mîrovan. Di vê çerçeveyê de berî her tiştî ez vê meraq dikim: Bi we re fikra xebata li ser Merwanîyan çawa çêbû?

Ji ber ku meraqa min li ser tarîxa herêma îslamî heye, ez bi mîrektîyên Kurdan yên kevn jî hesîyam. Min meraq kir, ka îdareya otonom ya mîr û axayên Kurdan li heremê ji hêla hûner, avahîyên giştî, siyaseta îskanê bi çi terhî tesîr kirîne. Min xwast ez bersiva van pirsan bibînim.

Êêê…. We kîjan cewab ji van pirsan re dîtin? Sûrprîz hebûn?

Ji hêlekê ve întibaya min ew e, ku di demên aborîyeke xirab, hiqûqeke nedîyar û îstismareke bê kontrol de serxwebûna herêmî li coxrafyaya xelîfatê îmkan da pêşdeçûna aborî.  Ji hêla din, bi min wisa xûya dibe ku îdareya bi ihtîyad ya navendî ya sultanê Selçûkan Melîk Şah karîbûye avantajên împaratorîyeke mezin ji boy xwe bikar bîne: Nebûna gumrukê û şerê li ser sinoran di nav hidûdê împaratorîyê de, parastineke bi rêk û pêk li hember dujminên derve û derfeta dengekirina problemên aborî li hin herêman.

Ji alîyê çavkaniyan ve rewş çawa bû? Lêkolîna li ser vê meseleyê zehmet nebû?

Zimanê dema navîn (Ortaçağ) yê herêma îslamî tabiî kî Erebî ye. Hetta di serayên Merwanîyan de jî zimanê şiîrê, bi qasî ku hatiye rîwayet kirin, Erebî bû ye. Bi şoreşa Ebbasiyan re ji salên 750î pê ve musilmanên ne Ereb yên Împaratoriyê jî wekhevbûnek bi şervanên Ereb ve bi dest xistin. Me’mûrên îdareyê, yên ji kevneşopiya dewlemend ya çanda Îranê dihatin, îdî kariyer dikirin û mewkiyên gellek li jor bi dest dixistin. Ji ber vê jî kêmî kêm Farisî jî ji sedsala 11., yanê di dema Merwaniyan de, wek zimanê dudiyan yê cîhana îslamî tê bikar anîn. Li hember vê, zimanê Kurdî ji ber devûdoreke koçberî nikarîbû li cîhana îslamê bibe zimanekî din yê edebîyatê. Ji ber vê jî çavkanî bi pirranî bi Erebî û qismeke piçûk jî ji wan bi Farisî ne.

Çavkaniyên we bi dest xistin, ji bona ku hûn Merwanîyan nas bikin têr dikirin?

Ji ber hebûna xurt ya dezgehên îdarî û bi vê re jî girêdayî ji ber gulvedana çanda nivîskî ya wê demê li Rojhilatan Navîn gelek materyal hatine neqil kirin, ku di heqê jiyana mîrektîya Merwaniyan de fikreke gelek baş didin me. Lê dîsa jî tesbît û agahiyên lêkolînerên din yên nû derdikevin holê hene, ku ez di malpera xwe „Dokumente zur Geschichte der Kurden“ de (Dokumentên li ser dîroka Kurdan) cîh didimê.

Di lêkolîna vê mîjarê de kîjan astengî derketin pêşiya we?

Ji ber ku min dixwast ez hemû xalên bi hebûna mîrektiyeke Kurd ya otonom re eleqedar in tesbît bikim, talûkeya ku ez di nav xebatê de wenda bibim, hebû. Mesela ez di waqayînameyan de li wê geriyam ka behsa neteweya hin kesan dibe yan na. Yan jî ez li bûyînên tabîatê (lehî, erdhej, zihabûn) û gotinên talî hatine gotin, ku di heqê cîvat, aborî, çandê malûmatan didin, geriyam.

Gava meriv behsa Merwaniyan dike, meriv diçe kîjan herêmê? 

Herêma ku di bin kontrola Merwaniyan de bû, herêma Diyar Bekrê bû ( bi Erebî: Welatê eşîra Erebên başûr ya bi navê Bakr, ku di qirnê 7an de di  çerçeveya fetha îslamî de li wir cîûwar bûbûn). Yanê îro herêma Kurdên Tirkiyeyê.

Mîrektîya Merwanîyan ji eşîra Kurd ya bi navê Xarbutî/Xarbohtî derketîye. Ew ne di binê navê avakirê mîrektîyê, Bad Îbn Dûstak, de hatiye nas kirin; ew bi navê aşvan/qeraj Merwan hatiye nas kirin, ku bi xwîşka Bad re zewicîye û sê kûrên wî li dû hev ketine şûna Bad. Dîrokzan Îbn al-Atir dibêje ku Bad, berîya bibe hukimdar, şivantî kirîye. Herçiqas ku ew xizan bûye, wî dîsa jî pezên xwe qurbanî xelkê kirîye, ji bo ku yên din tiştekî ji bo xwarinê bibînin. Loma jî qedr û qîmetê wî her çûye mezin bûye û gelekan xwe lê girtine, gava wî dû re wek serkeleşê çeteyekê kar kirîye. Di vê demê de Bad tenê li herêma Xerzanê aktîf bûye.

Dîrokzan Sibt Îbn al-Cewzî û Îbn al-Azraq di heqê kurên Merwan de dinivîsin, ku ew hukimdarê Kurmaşê bûne. Her yekî ji wan serleşkerekî bûye û bavê wan, Merwan jî xwedîyê aşekî bûye. Bi vî awayî hukimdar Bad, yê ku ji nava gel derdikeve, bi zewaca xwîşka Merwan re dikeve nava famêleke bi qedr û qîmet. Bi îhtimaleke mezin vê qedr û qîmeta famêla Merwan îmkan daye ku li dû mirina Bad di nava Kurdan de lawên Merwan wek hukimdar werin qebûl kirin. Bi vî awayî ev mîrektî bi navê famêla Merwan, ya bi tesîr, hatiye naskirin; ne bi navê Bad.

Em di skala demê de diçin kîjan dewrê?

Merwaniyan di sedsala 11an de, yanê di dema „showdown“a Bîzans û Tirkan ya Milazgirê de hukim kirine. Yanê ew şer li ber sinorê herêma Merwaniyan çêbû.  Lê koçberên biserketî yên Tirk di binê rêberiya Selçûkan de çûn rojava û  Anatolyaya navîn.

Merwanîyan di vî şerî de roleke lîstîn? Gava erê, roleke çawa?

Ji ber ku Sûltanên Selçûkîyan tevî vazalên xwe yên li Mezopotamyayê lê gerîyabûn ku rêya koçberên Tirk ji herêma xwe dûr bigrin û wan berbî Anatolyaya Xiristîyan bişînin, Diyar Bekr ji talankirinê hate parastin. Bi qabîlîyeteke baş ya dîplomatik Merwanîyan ziraeta li mîrektîya xwe parastin – digel xirabbûna devûdorên wan yên Xiristîyan.

Fîgûrên sereke yên mîrektîya Merwanîyan kî ne?

Di kronolojîyên îslamî de gelek caran mîrê Merwanî, Mîr Nasr ed-Dewle, wek qiralekî Kurd ji „Çîrokên Hezar û Şevekê“ tê tarîf kirin. Wî ji 401 heta 453yê hicrî (mîladî:  1010/1011 heta 1061) hukim kirîye û ew ji alîyê hukimdarên mezin yên cînar wek Merwanîyê yekê ku wek mîrê Dîyar Bekrê hatîye qebûl kirin. Serkeftina wî aştî, aborîyeke pêşdeçûyî û pêşvebirina çandê yê.

Nasr ed-Dewle merivekî çawa bû? Hûn çawa dikarin wî terîf bikin?

Elbet ew ne keşişek bû, lê ew merivekî ewqas ji dil bû, ku wî li welatê xwe parastina heywanan jî dikir.

Bi saya têkilîyên malbatî bi mîrên piçûk yên devûdor re wî îttifaqeke herêmî û sîstematîk ava kir.  Bi vî şiklî wî çareserkirina îxtilafan bi rêya muzakere û lihevhatînê  hêsan kir û serxwebûna xwe li hember xwestinên hegemonîk yên ji derve zexm kir. Dewlemendîyên ku wi bi dest xistin xercî parastinê (bi avakirina sûrên li dora bajêr), avakirina rê û pireyan û başkirina bidestxistina avê (bi avakirina kanalîzasyonan li bajêr, sîstemên avê) kir

Endûstrîya wê demê ji çêkirina tekstîlê pêk dihat – li Meyafarqînê (îro Silvan) hevrîşim û li Amîdê (îro Diyarbakir) cawê keten bû. Lê dewlemendîya aborî ya Meyafarqîn û Amîdê deyndarê cîhê xwe ye, ku li ser rêya tîcareta navneteweyî ye. Rêya di nava Azerbeycan û Surîyeyê, ku hecîyên ji Îranê bikardianîn, li ser Exlatê re derbasî Diyar Bekrê dibe (seyyahê dema Nasr ed-Dewle, Nasirê Xosrow di Şerefnameya xwe de bi berfirehî behsa vê rêya hanê dike).

Bi vê ve girêdayî, rola bajarê Meyafarqînê jî mezin dibû. Di kendalê ava/çêmê Bedlîsê re him ew rêya ji Exlatê diçe Meyafarqînê, him jî ya ji Dicleyê berbî Ermenîstanê û Behra Reş diçe, derbas dibûn.

Di binê hukimê Nasr ed-Dewle de neteweyên wek Kurd, Ermenî yan jî Suryanî dikarîbûn bibin xwedîyê tesîra polîtîk û kultura xwe pêşde bixin. Meyafarqîn bû navenda alim, edîb, şaîr, dengbêj, mûzîsyen, astrolog û hekîman. Gelê ji rêzê jî ji piştgirîya ilim û perwerdeyê îstifade kir, ji ber ku kutupxane û li Meyafarqînê nexweşxaneyek (di sala 414/1023-1024 ji alîyê Mîr Nasr ed-Dewle) hatin ava kirin

Mîrektîya Merwanîyan çiqas kurd bû?

Mîrektî, vazalên wan û şervan di waqayînameyan de wek Kurd tên nîşan dan û Kurdbûna wan mesela di nav arîstokratên şervan yên Ereb de dibe sebebê gengeşîyan. Lê di çavkanîyan de min nikarîbû tespît bikim, ka şexsîyetên ji dîwana Merwanîyan bi zanebûn Kurdbûna xwe dane pêş yan na.

Bi îhtimaleke mezin mirovan xwe li gorî tebeqeya xwe, xwe tesnîf kirine. Mesela serîhildana 1092-1093yan ya Meyafarqînê dikare wek pro-kurd û antî-tirk were dîtin, lê gava meriv di çerçeveyeke mezin de li serîhildanên Marw, Nişapur û Helebê mêze dike, meriv dibîne ku hemû serîhildan, mîna Meyafarqînê, ji nava gelê ji rêzê (aubaş, eyar, exdat) dertê û arîstokratên bajêr (wucuh) xwe li Selçûkîyan digrin.

Dostên Merwanîyan kî bûn, dujminên wan kî bûn? 

Hebûna mîrektîyên Kurdên wê demê bi wê ve girêdayî bûye ku wan di navbera sê împaratîyên bi hev re di reqabetê de (xelîfetîya Fatimî û Ebbasîyan tevî Bîzans) bûn cî digirtin. Xisûsîyeta sîyaseta Merwanîyan ew bû, ku ew bi hersê hêzan re di têkilîyeke gelek baş ya dîplomatîk de bûn.

Rakîbên talûkê ji bo Merwanîyan şervanên kevn yên Erebên Diyar Bekrê bûn û dû ra jî şervanên Tirk yên hatin vê coxrafyayê.

Dagirkerên Ereb yên dema pêşîn ya îslamî koçber bûn û bi vî hawî jî rasterast rakîbên Kurdan bûn – mîna eşîrên Tirkan yên dû re hatin.

Sebebê dawîlêhatina Merwanîyan çi bû? 

Bi koça Tirkan û îstilaya Selçûkan mîzana di nav hêzên herêmê de ya ku Merwanî diparast hilweşîya. Merwanî dikarîbûn wek vazalên Selçûkan hebûna xwe dom bikin, lê Diyar Bekra dewlemend di nav herêma Bîzansîyan de, ku ji ber dizîyê û şer talan bûbû, cazîbeyek mezin bû. Loma jî sultanê Selçûkîyan li gorî daxwaza serleşkerên xwe tevgerîya û herêma Merwanîyan li wan parve kir.

About Rêvebir

Check Also

Urartu: Qralîyeteke li paş çiyayên efsûnî

Li çiyayên asê yên rojhilatê, li quntara Gola Wanê qralîyetek ji dayik bû: Urartu. Di …

Bersivekê Binivîsêne

Epeyama we nayê weşandin. Required fields are marked *