Diyasporaya kurd wekî xweperestiyeke neteweyî

Pêşek

Di navbera salên 1925-1938an de li bakurê Kurdistanê 5 bûyerên girîng ên dîrokî qewimîn: Şoreşa Serxwebûnê ya bi pêşengiya Şêx Seîdê Pîran, damezrandina Komara Kurdî ya li Çiyayên Agiriyê bi pêşengiya Biroyê Hesikê Têlî, betalkirina statûya Kurdistana Sor bi fermana Stalîn, Serhildana Dêrsimê ya bi pêşengiya Seyîd Riza. Her wiha di navbera salên 1920-1946an de li rojhilata Kurdistanê jî 2 bûyerên girîng ên dîrokî qewimîn: 1. Serhildanên Smayîl Axayê Şikakî 2. Komara Kurdistanê ya ku li Mehavayê ji aliyê kurdan ve hate avakirin û di heman salê de ji aliyê hêzên dagirker ve hate rûxandin. Dîsa li başûrê Kurdistanê 2 tevgerên damezrîner ên dîrokî derketin ser dikê û bandor li tevahiya sedsalê kir: Tevgera Şêx Mehmûdê Hefîd li Silêmaniyê û tevgera Şêx Ehmedê Barzanî li Behdînanê. Heçî ku li rojavayê Kurdistanê ye tevgera çandî-zimanî ya binemala Bedirxan Begê mora xwe li dîrokê xistiye. Ji ber van serhildan û şoreşên kurdan ên sedsala 20an gelek kurd ji cih û warên xwe şehitîne, şimitîne nava koçberî û surgûnan; lê piştî demekê piraniya wan vegeriyaye ser warê xwe. Mixabin piştî salên 80yî gelek kurdan ji ber egerên aborî-siyasî û teşqeleyên ewlehiyê berê xwe dan bajarên mezin ên dagirkerên xwe; herwiha piştî ku çavên wan li şert û mercên maqûl-deraqil vebûn êdî venegeriyan ser cih û warên xwe. Îro gelheyeke giran a kurdên koçber xwe wekî “diyasporaya kurd” pênase dike ku em ê bi vê nivîsê li ser rewşa derûnî ya kurdên diyasporayê bisekinin.

1. Pêkhatina diyasporaya kurd

Di hengameya Şerê Cîhanê yê Yekem de hêviyeke pêşengên kurdan hebû ku bigihêjin serxwebûnê û dewleta xwe ava bikin. Lewre tevgerên kurdan bi hêzên navneteweyî re pêwendî girêdan, azadîxwaziya xwe eşkere kir û bi çend hewldanan biryardariya xwe ji raya giştî ya cîhanê re ragihand; lê belê piştî Şerê Duyemîn ê Cîhanê û bi taybetî jî piştî rûxandina Komara Kurdistanê ya Mehavayê giregirekên kurdan fehm kir ku “siyaseta navneteweyî” li dijî wan e; lewre dest bi karên “lobîgeriya navneteweyî” kir. Bêguman destpêka lobîgeriyê ne hêsan bû; kurdên bê dewlet û statû tenê bi belgeyên fermî û destûra dagirkerên xwe dikaribûn biçine welatên din. Lewre diviyabû kurdan hincet û bihaneyên wekî kar, bazirganî, perwerdehî û geştiyariyê pêşkêşî dagirker û mazûvanên xwe yên biyanî bikirana. Her çiqas gelekî bi derengî û dijwar be jî kurdan hinek derfet bi dest xistin ku bigihêjin Ewropa, Amerîka û Rûsyayê. Bi domana demê re şert û mercên jiyanî yên hinek lobîgerên kurd ji yên pêşengên kurdan baştir bû, stêrka wan çirusî, derfetên wan ên propagandayê zêdetir bûn; lê belê destkeftinên lobîgeran bi awayekî têkûz negihiştin pêşengên ku li welêt berxwedan dimeşandin. Ji aliyekî din ve kurdên ku ji ber sedemên siyasî-aborî ji welêt direviyan, pêşiya pêşîn xwe li lobîger û xwedîtecrubeyên kurd digirt, êdî destên wan ji mezinên welêt radiqetiyan, di hizrên wan de kevneşopiya eşîrî diçilmisî, li biyanistanê lobîger û xwedîtecrubeyên kurd dibûne nimûneyên jêhatî û bendên rizgariyê ji bo wan. Her wiha kûrbûna birînên welêt, bêçaretiyên pêşengan û kêmbûna derfetên neteweyî hem rola lobîger û xwedî-tecrubeyan hem jî ya revok û kapqetandiyan zêde dikir.

Dîsa ji ber bêderfetî û lawaziya navendê beşeke lobîger û revokan vegeriyan celebdaran, ji kontrola dem-dezgeh û rêxistinên kurdan derketin. Her wekî tê zanîn, celebdarên (canbaz) mezin kerî bi kerî û naxir bi naxir ajelan dikirin û difiroşin mezbexaneyan, kerî û naxirên firotî cardin venagerin çêregehên xwe, lê wekî hilberînên goştî vedigerin ser sifreyan. Bi heman mantiqê beşeke lobîgeran hejmareke mezin a kurdên hevalbend û eqreba kişandin kêleka xwe, ew ji welêt qetandin û rêya vegerê li pêş wan birî.

2. Geşedana diyasporaya kurd an jî dîroka koçberiyeke bêpergal

Di destpêka salên 2000î de gelheya kurdan a li derveyî Kurdistanê xwe wekî “diyasporaya kurd” pênase kir, bi ser vî navî re kete nava liv û tevgerên siyasî-aborî-dîplomatîk. Her çiqas beşeke diyasporayê bê doz û tevger ji Kurdistanê derketibe, ji bo karekî amade, sifreyeke dagirtî û nivîneke lawan welatê xwe terikandibe, tu xemekê ji bo welatê xwe nekişîne jî, êdî bûye rastiyeke jiyana civakî-aborî-sîyasî ya kurdan. Hema hema her roj nûçeyên li ser kurdên diyasporayê malper û dezgehên ragihandinê yên kurdan dixemilînin; roj tuneye ku qala nivîskar, hunermend, siyasetmedar û werzîşvanekî kurd ê diyasporayê neyê kirin. Êdî ji kurdên welêt zêdetir qala vê beşa civaka kurd tê kirin ku dibe sedema koçberiyên nû, xeleqeke nû li zincîra bêçareseriyê zêde dike, hêvîyê ne bi tamê, lê bi nîvîyê ve girêdide, hotika pişta kurdên welêt girstir dike û kurdên xwecihî zêdetir tûşî tengasiyan dike.

Bêguman mebesta min ne ew e ku bibêjim tevahiya diyasporaya kurd sûdwer an jî ziyankar e; lê belê divê kurd rojek ji rojan van her du pirsan ji xwe bikin: “Hingî ku kurdên diyasporayê li şûnên xwe yên dereke gihiştine rêjeyeke firêqetiyê gelo çi sûda wan gihiştiye Kurdistanê?” “Heke kurdên diyasporayê li şûnên xwe yên dereke bimînin û cardin venegerin welêt dê çi ziyanê bigihînin Kurdistanê?” Ji bo bersivandina van her du pirsên girîng divê dîroka koçberiya kurdan bi kurtî were şîrovekirin. Divê bê zanîn ku di destpêka sedsala 20î de kurdan bi awayekî çalak li Ewropayê daxwaza mafên xwe yên neteweyî kiriye; malbata bedirxanîyan, Şerîf Paşa û gelekên din nûnertiya kurdan a li Ewropayê meşandiye; lê belê piştî têkçûna Keyaniya Kurdistanê ya bi pêşengiya Şêx Mehmûdê Hefîd, serhildanên Şêx Seîd û Seyîd Riza, betalkirina Kurdistana Sor, belavbûna komarên Çiyayê Agiriyê û Mehavayê û têkçûna şoreşên Barzanê gelek kurd bi malbatî (carinan bi eşîrtî) ji Kurdistanê veqetiyane; hinek li welatên cînar êwirîne û hinekan jî berê xwe daye Yekîtiya Sovyetê, Ewropa û Amerîkayê. Divê bê zanîn ku koçberiya kurdan a berfireh diyardeyeke dawiya sedsala 20an e. Di salên 1960î de ji bakurê Kurdistanê kurd kişiyane Almanya, Beneluks, Awistirya, Swîsre û Fransayê; wekî karkerên koçber û bi peymanên di navbera hikûmeta Tirkiyayê û wan welatên navbihurî de gihiştine wir, ji hemû bajarên kurdan li gorî pîşe û pêwendiyên xwe li wir bi cih bûne. Lê belê piştî Şoreşa Îslamî ya Îranê (1979), Darbeya Leşkerî ya Tirkîyayê (1980) Komkujiyên Enfalê yên Iraqê kurd pêl bi pêl wekî penaberên siyasî çûne Ewropaya Rojava û rêjeyeke hindik jî berê xwe daye Amerîkaya Bakur. Ev pêlên penaberiyê heta sala 2011an berdewam kiriye û di şerê li dijî DAIŞê de jî gelheyeke mezin a kurdên êzidî penaberî welatên rojavayî bûye.

3. Sûdwerî û ziyandariya diyasporaya kurd an jî bikaranîna bîrkariyê ji bo nirxandina kêşeyeke civakî

Berî çendekê, me gotareke bi navê “Di çarçoveya çavkanîyên înternetî da kurdên derveyî Kurdistanê -Awireke giştî li serjimarî û erdnîgariya kurdên koçber: nasname, dîrok, çand û ziman-” di kovara Zendê ya Enstîtuya Kurdî ya Stenbolê de weşandibû û bala rayedarên kurdan kişandibû ser kurdên diyasporayê. Di bin vî sernavî de, me awireke giştî li serjimarî û erdnîgariya belavbûna kurdên koçber gerandibû; zanyariyên berdest ên derbarê kurdên li welatên Kendavê, Hindistan, Efxanistan, Awistralya, Zelandaya Nû, Asyaya Dûr, Asyaya Navîn, Kafkasya, Rûsya, Balkan, Ewropa û Amerîkayê de belav kiribûn.

Wekî ku me berê jî got, divê kurd bi wêrekî bersivê bidin vê pirsê: “Hingî ku kurdên diyasporayê li şûnên xwe yên dereke gihiştine rêjeyeke firêqetiyê gelo çi sûda wan gihiştiye Kurdistanê?” Ji bo bersivandina vê pirsê jî pêwistî bi kurteşîroveyekê heye: Piraniya kurdên ku koçber bûne, destên wan ji “kakilê pêkhateya kurdbûnê” raqetiyaye, nifşa temenbiçûk ji zimanê pêwendîgirêdanê yê kurdî bêpar maye, çanda wan bi termînolojiyeke biyanî hatiye meyandin, kesayeta wan bi dîrok û mîtolojiyên curecureyî hatiye nîgarkirin.

Rast e, tevahiya kurdên koçber -bi devkî nebe jî- ji dil hez dikin ku yekîtiya kurdan saz bibe, stêrka bextê wan hevraz bibe, dinya-alem bi serkeftinên wan şanaz bibe û heyama gilî-gazinan derbas bibe; lê belê ev yek bi xewn û xweziyan pêk nayê. Dîsan jî rast e, kurdên koçber bêriya goştê qazên Qersê, penêrê Wanê, hingivê Miksê, titûna Mûşê, şal-şapikên Akrêyê, zeytûnên Efrînê, zebeşê Amedê, doşava Mêrdînê, behîv-gûzên Urmiyê, xalîçeyên Xoresanê û berhemên din ên bajarên din ên Kurdistanê dike; lê ji bo gelekên wan ev bêrîkirin jî êdî bûye fantaziyeke luks û dûredest. Her wiha rast e ku neteweyên xwedandewlet koçberiya welatiyên xwe wekî zexteke aborî, siyasî, civakî û dîplomatîk bi kar tînin; lê pirî caran koçberiya kurdan a ber bi biyanistanan wekî fişareke bingehîn li dijî kurdan hatiye bikaranîn.

Bêguman hinek kurdên diyasporayê dikarin bibêjin “ka kurdên welêt yekîtiya neteweyî saz kiriye ku hesabê kurdên diyasporayê bigirin?”; lê divê bê zanîn ku ev pirs maf dide kurdên Kurdistanê jî wiha bipirsin “ka kurdên diyasporayê çiqas alîkarî dane sazkirina yekîtiya neteweyî ku bi mafdariya hemwelatîbûnê encamekê bixwazin?”. Wisan e, ji bo berwirdkirina kar-zirarekê divê mirov serî li zanistên bîrkariyê bide ku van salên dawîn kurd gihiştine nobela matematîkê ya cîhanî.

Pirs 1: Serjimariya tevahiya kurdên cîhanê ji 40 milyonî zêdetir be, li Kurdistanê çiqas kurd mane?

Bersiv 1: Heta niha tu dem-dezgehekî kurdan xebatek li ser vê mijarê nekiriye û ji raya giştî ya kurdî re eşkere nekiriye.

Pirs 2: Rêjeya vegera kurdên koçber li bal Kurdistanê ve çi ye?

Bersiv 2: Haya min ji daxuyaniyeke fermî ya kurdî nîn e; lê dikarim ji malbata xwe nimûneyeke wiha bidim. Ji Desteya Mala Evdilahê Qelender tenê 4 (çar) malbat li gundê wan ê Noreşînê mane. Ji 10 (deh) kurên Hecî Bekirê Brahîmê Evdilahê Qelender 3 (sê) mal û ji 6 (şeş) kurên Şukriyê Silêmanê Evdilahê Qelender malek (1) maye; ji mala Hecî Eliyê Brahîmê Evdilahê Qelender, ji mala Evdilqadirê Brahîmê Evdilahê Qelender û ji mala Îsmayîlê Brahîmê Evdilahê Qelender tu kes (0) nemaye. Bi qasî 10-15 malên wan li Bazîdê ne û bi qasî 20-30 malên wan jî li bajarên tirkan û Ewropayê belav bûne. Ji vê nimûneyê jî diyar e ku reh û rişeyên malbateke mezin hêdî hêdî hişk dibin û koka wan a li warê bav û kalên wan diqele. Koçberiya malbata me di salên 60î de bi apê min ê Hecî Ozmanê Hecî Bekirê Brahîmê Evdilahê Qelender dest pê kiriye û di vî 60 salî de (2020-1960=60) ji wî 40-50 malî kesek venegeriyaye gund.

Pirs 3: Dewlemendên diyasporaya kurd çi xizmetên gelemperî li Kurdistanê kirine?

Bersiv: Tu dem-dezgeh û rêxistineke kurdan îstatîstîkeke giştî amade nekiriye û neweşandiye. lê dikarim ji malbata xwe û ji dewlemendên Bazîdê çend nimûneyên wiha bidim: apê min ê Cindî li gund heta mirinê xizmeta avakirina mizgefta gund kiriye, apê min ê Hecî Ezîz ku li Bazîdê dijiya sûreke kevirîn li dora goristana gund kişandiye, apê min ê Resûl jî mirîşoyek li hinda goristanê ava kiriye û konekî şînê digel pêwistiyan ji gund re peyda kiriye; her wiha çend zengînên bazîdî jî dibistan li gundên Bazîdê û navendê ava kirine, Ibrahîm Çeçenê ji tîreya Sakî ya Celaliyan jî Zanîngeha Agiriyê ava kiriye. Divê bê gotin ku tenê sûra li dora goristanê û avahiyê mirîşokê milkê kurdan e; yên mayîn di destê dewleta tirkan de ne. Êdî melayên kurd nikarin feqîhan li mizgeftê xwedî bikin, zarokên kurd nikarin perwerdehiya kurdî li van dibistanan wergirin û di Zanîngeha Agiriyê de Beşa Ziman û Wêjeya Kurdî tuneye. Her wiha ji apanên min ên ku çûne Stenbol, Îzmîr, Aydin û Ewropayê diravekî xêrê û çiraveke qenciyê venegeriyaye gund û malbatê.

Pirs 4: Koçberên kurd çima û çawa ji Kurdistanê vediqetin?

Bersiv 4: Hinek zanyariyên giştî yên dem-dezgeh û rêxistinên kurdan hene; divê li ser bingehê van zanyariyan hinek lêkolînên kûrtir bên meşandin, sûd ji belgeyên fermî-sîvîl ên dewletên dagirker, dewletên hêzdar û saziyên navneteweyî jî bê wergirtin.

Pirs 5: Diyasporaya kurd berî koçberiya xwe li Kurdistanê çi dikir û piştî bicihbûna li biyanistanan çi dike?

Bersiv 5: Li gorî kevneweşanên wan, piraniya diyasporaya kurdên bakurî xwediya dozên biyanî bû; çepgirên kurd çepên tirk û enternasyola cîhanî teqlîd dikir, carinan îsota Rihayê û carinan jî hingivê Miksê berdida tev doza xwe, vê yekê hêrsa tirkan dianî. Îslamgirên kurd jî qaşo misilmanên tirk dişopandin; wan jî carinan bêyî hemdê xwe qala zengîniya kelepora ayînî ya kurdan dikir, şerbetek ji Cizîrî û Xanî an jî ji Feqiyê Teyran pêşkêşî birayên xwe yên misilman dikir, tirkan jî demildest qala zengîniya bêhnfirehiya kalikên xwe yên osmanî û selçûqî dikir ku nîşanî gelên netirk kirine, dîsa ev şerbet bi marqeya tirkan dikete bazarê û navê kurdan bi ro de diçû. Hêza eşîrî ya neteweperwer ji salên 40î pê ve hêdî hêdî ji holê rabû; ji ber ku şêx, axa, mela, sofî, serkêş, mêrxas, paşa, dîplomat û karmendên rayedar ên kurd di bûyerên destpêka sedsala 20an de rastî komkujiyan hatin. Kesên ku li pey rabûn, nifşeke newêrek û bêtecrube bû; lewre ji wan şêxik, axik, mela şito, rovî, serserî, newêrek, maşik, xwedîdîplomayên olamkar û karmendên xulamok peyda bûn. Divê bê gotin ku reheke berxwedêr a kurd hertim hebû, berxwedana xwe wekî alayekî li esmên dimilmiland û radestî nifşeke layiqî xwe dikir.

Mixabin ew kurdên ku ji ber dew û dozên xwe ji welêt derketin, heman exlaqê xwe yê rikeberiya tirk, fars, ereb, ermenî û azeriyan berdewam kir; lewre hinekan ew fikr û zikra xwe ya pêşîn bi xwe re bire gorê û hinek jî hê hê li ser şopa wan dikudînin. Dîsa divê bê gotin ku reheke berxwedêr a kurdewar hertim hebû, berxwedana xwe ya kurdane wekî alayekî li esmanê biyanistanan milmiland û radestî nifşeke layiqî xwe kir ku em jî li ser rêbaza wan mezin bûn.

Pirs 6: Diyasporaya kurd çima di nava wan derfetên zêde de bernameyeke pergala perwerdehiyê, rêbazeke meşandina siyaset û dîplomasiyê bi pêş nexist, bi hêza aborî û fînansê piştgirî neda xebatên kurdnasiyê yên li welêt?

Bersiv 6: Gava we li kê derê kurdekî diyasporayê dît hema di pêsîra wî de bigirin û vê pirsê jê bikin! Her wiha bibêjin wan ku çima teknolojî û pêşveçûna li Amerîka, Rûsya û Ewropayê neguhastine Kurdistanê.

Hûn dikarin bi dehan, belkî bi sedan û hezaran pirsên jiyanî yên wiha li pey hev rêz bikin; bersivên xwe analîz bikin, îstatîstîk û matematîkê bi kar bînin, hewla çareseriyekê ji bo bêtifaqiya kurdan bibînin, mînanî wêjenasên serdema klasîk tenê gilî-gazinan, girî-şînan, şûjin-dijûnan pêşkêş nekin. Bi texmîna min dem-heyam hatiye û bihuriye, divê êdî kurdên welêt û diyasporayê hesêb ji hev bipirsin, ber bi zelalî û berpirsiyariyê bimeşin, saziyên “ombudsman”iyê yên kurd derkevin holê û çavdêriya her du aliyan bikin.

4. Ji pêkenokekê ber bi rastiyekê

Dibêjin ciwanek çûbûye Stenbolê, demekê xebitiye û di vegerê de ji xwe re şalwarek, kurtikek, saetek û solek kiriye. Dema ku li welêt li nava cimaeta hazir rûniştiye qe kesî behsa şalwar, kurtik, saet û solên wî nekiriye; vê yekê ew gelekî aciz kiriye, rabûye ser piyan û wiha gotiye:

Li welêt em çavgirtî bûn, piştî çûyîna xebatê me dinya nas kir. (Pêşiyê dest diavêje pêsîra kurtikê xwe û dibêje:) Heçî ku ez im, (destê xwe dibe devlingeke şalwar û solên xwe û dibêje:) pehînekê li kê bidim, (saeta xwe nîşan dide û dibêje:) ew nikare saetekê ji erdê rabe.

Helbet kesek ne jê re dibêje “aferîn” ne jî gotina wî hêjayî bersivdanê dibîne, bi ser de lêva xwe jê re xwar dike û avekî bi ser agirê xweperestiya wî de nake.

Gelek kes hay ji biwêja kurdî ya “nedîtiyê di nav de rîtî” hene ku ev biwêj rewşeke civakî-derûnî rave dike. Gelek kurdên ku li guhê gundekî bi awayekî çavgirtî dijîn, ji ber sedemên xwendin-xebatê diçin bajarên mezin ên dagirkeran; li wê derê rastî dorhêleke pir cuda tên, hewesa wan bi wan welatan re tê û êdî qîma xwe bi heyî-tuneyiyên welatên xwe nayînin. Serê her hevokeke wan bi heyî-tuneyiyeke xelqê vedibe, gilî-gazinên wan ên derbarê heyî-tuneyiyên welêt de naqedin û tu çareseriyekê jî pêşkêş nakin. Dîsa biwêjeke kurdî ya “me got delal delal, delal çû û di çavkaniyê de rît” jî heye ku rewşeke xweperestiyê kurteve dike. Ev çendî çend sal in ku kurd delaliyên xwe yên malê ber bi biyanistanan dişînin; hinek diçin xwendin, leşkerî û xebatê, hinek diçin geşt, ger û bazirganiyê, hinek ji bo pirsgirêkên tenduristiyê diçin ser dezgehên dermankirinê, hinek diçine serdana xizmên xwe yên li wan deran û hinek jî wekî rêwî ji wan bajarên dagirkeran re derbasî biyanistanê dibin. Ne tenê delalî û berdilk, her wiha revok, kapqetandî, sûckar, gunehkar, tecawizkar, mêrkuj, diz û keleşên kurdan jî ber bi biyanistanan dikişin. Mirov dikare bi kurtasî û kurmancî bibêje ku ev çendî çend sal in ku Kurdistan birîndar e; ev birîn hertim diaxivin, ango hertim xwîn jê dikêşe, qertîş nagirin, nakewin û pak nabin. Îcar derman çi ye?

5. Xweperestiya diyasporaya kurd û hewldanên çareseriyê

Bêguman xweperestî ne exlaqekî kurdan e û ji ber dagirkeriyên demdirêj piştre di nava hemwelatiyên Kurdistanê de peyda bûye. Helbet dema ku kurd wekî erdnîgarî û civakeke hevgirtî bûn, ruhekî wan ê fedakariyê û xisletên wan ên hevpar hebûn; bi ser nas û dostên xwe yên eşîrî re derbasî nava civak û erdnîgariyên nenas dibûn, gava karên xwe diqedandin demildest vedigeriyan ser cih û warên xwe. Lê belê vê koçberiya dawîn a sedsala dawîn ev ruhê fedakariyê û xisletên hevpar têk birine; êdî kurd ji hev belawela û tarovaro li biyanistanan dijîn, şert û mercên jiyanî yên heyî ew kirine “kewa qefesê” û êdî nikarin vegerin kesayeta xwe ya xwecihî-eşîrî. Her wiha reng e, ji ber tundî û tûjiya “dasa kapîtalê” her kes ketiye heyra nefsa xwe, dêyê zarok avêtiye dibistaneke dagirkeran, zarokî dê-bav û xwişk-bira avêtine ber rehma saziyên dagirkeran, kesperestî û keysperestî bûne taybetmendiyên hevpar, cih û warên bav û kalan bûne hêlînên tiryaqkêş û kundan, zevî-zozan bûne beyar, dehl û daristan bi top û bombeyên dagirkeran dişewetin, çandinî û ajelkariya wan di qeyraneke tûj re derbas dibe, serê nifşa nû ji cuherê telefon û kompûteran dernakeve, gava yek ji Kurdistanê derdikeve deh heb didine pey wî û Kurdistan her roj vala û bêkes dimîne. Îcar çare çi ye?

Bi min çare ew e ku kurd “çanda çûyînê” veguhêzin “çanda mayînê”; hemû pêşniyarên ku rêya koçberiyê didine pêşiya wan bidin rawestandin, her kes bi derfetên xwe hewl bide ku li Kurdistanê mayinde be, koçberên kurd dîsa vegerine ser warên wan, şert û mercên jiyana li welêt ji yên biyanistanê xweştir bibin.

Encam

Koçberî, bicihbûna li biyanistanan û çikilîna “exlaqê xweperstiyê” li nava bîyanibûyiyan ne tenê pirsgirêkeke civaka kurd e; bi rastî encamek ji encamên raqetîna ji kok û bingehê ye, raqetîna ji pergala neteweyî ye. Heçî ku ji bo kurdan e jî hem encameke raqetîna ji kok û bingehê ye hem jî tunebûna pergala neteweyî ya parêzkar e. Bi kurtasî bêdewletbûn ne ku tenê bandorê li kurdên Kurdistanê her wiha li ser kurdên diyasporayê jî dike. Çanda çûyînê û kevneşopiya gilî-gazinan a ku kurdên koçber bi xwe re birine biyanistanê hê hê jî berdewam e, her wiha çanda mayînê û dijûnkariya kurdên niştecih jî hê zindî ye. Kurdên diyasporayê hertim kurdên niştecih bi xemsariya li hemberî ziman, çand û nirxên kurdî tawanbar dikin; kurdên niştecih jî hertim kurdên koçber bi têkbirina ziman, çand û nirxên kurdî sûcdar dikin. Rewşenbîrên kurdan ên koçber xwe bi rewşenbîriya xwedîdewlet re berawird dikin û bi wan re dikevin qayişkêşana navneteweyî; rewşenbîrên kurdan ên niştecih jî xwe bi rewşenbîriya dagirkerên xwe re berawird dikin ku her du alî jî şaş in. Ji ber ku gelên xwedîdewlet û dagirker ziman, çand û nirxên xwe bi rêya perwerdehî û ragihandina giştî li ser hemwelatiyên xwe ferz dikin ku kurd li dijî vê ferzkirinê derdikevin û daxwaza mafên xwe yên neteweyî dikin. Ji aliyekî din ve kurdên ku li welêt mafên xwe yên neteweyî dixwazin heta niha pergaleke perwerdehiyê ya model ava nekiriye, kurdên ku li biyanistanan gihiştine hinek mafan jî alîkariyeke zanyariyan û teknolojiyê nedaye hemwelatiyên xwe yên li welêt. Mirov dikare bibêje ku xweperestiya diyasporayê reh û rîşeyên geşedana neteweyî qelandine û korahiya niştecihan jî kêra dagirkeran a li ser stûyê kurdan tûjtir kiriye. Di demeke ku kurd gihiştine astên perwerdehiyê yên bilind divê hem dem-dezgehên kurdan ên fermî-rêxistinî hem jî saziyên wan ên civaka sivîl her du aliyên madalyona kurdî bidin ser rûyê kaxezekê, wan berawird bikin, pêwendiyên diyasporayê û niştecihan xurt bikin, kêmasiyên wan daxînin asteke beraqil, bi saziyên navbeynkar û çavdêr (ombudsman) her du aliyan kontrol bikin, bi pêş bixin û wan bikin hêzeke neteweyî ya yekgirtî.

 

Omitê Mistefê (ئۆمتێ مستەفێ)-umiddemirhan.wordpress.com

Derbar ziman

Check Also

Devoka Reşiyan

Kurdên xwecihî li Anatoliya Navîn (navenda Tirkiyê) Reben Celîkan NASANDINA DEVOKÊ YAN DEVERÊ BI KURTÎ …

Leave a Reply