Ji bo hûn konsantrasyona xwe baş bikin 5 Pêşniyaz

Heke hûn dixwazin kêf bikin û konsantrasyona xwe zêde bikin, ev rêgêzanan ji bo we ne. Qabîliyeta komkirinê mejiyê me ji me hemîyan re pir girîng e. Gelek kes bi hêsanî fêr nabin û ji ber ku ne konsatrene, nekarin serfiraz bibin.

Gava ku hûn qabîliyeta xweya baldarbûnê baştir bikin

> Hûn zû fêr dibin
> Hişmendiya we zêde dibe
> Hûn qabîliyeta ramanê bi bandor digirin
> Hûn hûrgulî û hûrguliyên xweş dibînin
> Hûn qabîliyeta xweya biryargirtinê baştir dikin.

Tetbîqatên hêsan ên ku qabîliyeta komkirinê/konsatrasyonê zêde dikin 

1- Xêzkirina xelekekê bêkêmasî 

Pênûs û kaxezê têxin destê xwe. Pratîkkirina xêzkirina xelekek bêkêmasî bi komkirin û bi şiklên din ên geometrîk berdewam bikin. Sêgoşe, çargoşe hwd.

2- Egsersiza av tijekirina şûşeyê
Tetbîqata ava şûşeyê, şûşeyek devê piçûk hilbijêrin û bi qedehekê mezin şûşeyê tije bi av bikin. Bê rijandin konsantre bibin.

3- Derzî û benik
Em hemî dizanin ku dirûna bi derziyê dijwar e. Lê ev tevgereke ku konstrasyonê zêde dike. Derziyek û benikekî bigirin û yekser dest pê bikin.

4- Hûnera qatkirina kaxizan
Dikarin bi çêkirina Origami, hunera pelçiqandina kaxezê , konsatrosyona xwe zêde bikin. Li ser înternetê gelek mînak hene. Hunera kevneşopî ya japonî ya pelçiqandina kaxezê dê bi rastî konstatrasyona we baştir bike.

5- Detaykirina wêneyan
Ji înternetnetê an kovarekê wêneyek hilbijêrin û 10 hûrdeman li ser wêneyê konsatre bibin. Piştre wêneyê li ser kaxezek veguherînin. Ya girîng ne kalîteya nîgarêyê ye, a girîng hûn ê çiqas hûrguliyê radigihînin.

Werger: Çandname

Çavkanî: bilgierdemdir.com

About Çand Name

Edîtorê malperê - 1 (Nivîsa bar dike, sererast dike û diweşîne)

Check Also

8 rêbaz ji bo ku hûn xwe piştî veqetînê ji nû ve nas bikin

Gelo piştî veqetînek an guhertinek mezin a di jiyanê de, hûn xwe winda hîs dikin? …

Bersivekê Binivîsêne

Epeyama we nayê weşandin. Required fields are marked *