Çîroka Mar û Rêwî

Rojekê rêwiyek (rêvingiyek) rê de diçû. Dengek hatê. Li ser milê xwe zivirî, dît ku li kêleka rê kevirek wergeriyaye ser
marekî mezin. Mar dike nake, nikare ji bin kevir derkeve. Dilê mêrik gelekî bi mar şewitî, xwe xwar kir û bi herdu destan kevir ji ser mar wergerand û mar rizgar kir.

Dema ku mar rizgar bû, di şûna ku sipasî rêwî bike wî xwe li aland û devê xwe bir binê stuyê rêwî guhê wî û gotê:

– Ez dê bi te vedim! Rêwî veciniqî û got:

– Ma tu yê çawa bi min vedî?
Min a niha te ji mirinê rizgar kir! Mar got:
– Zêde gotinan neke. Te çi kiribe ne xema min e! Madem tu mirov î, tu dijminê min î, ez ê bi te vedim!

Û devê xwe vekir û xwe pirtir nêzîkî bin çenga rêwî kir.

Rêwî fêhm kir ku axaftina ligel mar bê kêr e, îcar got:
– Were em ji hinekan bipirsin ger gotin tu mafdarî wê demê bi min vede, tu serbest î.
Mar got:
– Baş e were em ji darhêjîrê bipirsin. Rêwî û mar çûn ba darhêjîrê û çîroka xwe jê re vegêran (vegotin). Piştî ku darhêjîrê guhdarîya çîroka wan kir, ji mar re got:

– Tu min dibînî? Ez havînê li ser mirovan
dikim sî, hêjîrên şîrîn didim wan, digel ku payizê pelên min diweşin, dîsa jî ew bi das û biviran bi min dikevin, ta û şaxên min dibirin û dibin malê dişewitînin. A mirov ew kes in ku dijminê hemû jiyandaran e. Zû pê vede berî hîn ku te nexapandiye.

Rêwî hema yekser ji mar re got:
– Ka raweste, raweste! Em ji yekî din jî bipirsin!
Rêwî hîn axaftina xwe temam nekiribû ji wî alî de kerek ziriya.
– Baş e em dê pirsa xwe ji kerê jî bikin.
Rêwî û mar çûn cem kerê û rêwî destpêkir çîroka xwe ji serî heta binî jê re got. Ker careka din ziriya û got:

– Ax û axx! Hûn min dibînin, min hemû ciwanî û zilamtiya xwe gorî (bi qurbana) mirovan kir. Pişta min ji ber barê wan xûz û xwar bûye. Roj tuneye ku min ew û barên wan li pişta xwe nekiribe. Lê çawa ku ez piçekî pîr û lawaz (jar) bûm,
wan ez berdam çolê. Xwedê zane ya îro yan sibê ez dê rastî revdeyeke guran bêm û ew dê min parçe parçe bikin. A mirov
ev in ha! Jiyandareke zordar û bê wefa ne. Ez bi gorî wan diranên te yên tûj û jehrdar bim, hema nesekine, pê vede!

Di wê gavê de roviyekî silav da û hat ba wan.
Rêwi hema yekser ji mar re got:

– Ka raweste, em çîroka xwe ji rovî re jî bibêjin hela ew çi dibêje! Ger wî jî wisa bêje, wê demê bi min vede!

Rêwî ji serî heta binî çîroka xwe ji rovî re got û bû gulpe gulpa dilê wî hela ka dê rovî çi bibêje.

Rovî piştî ku guhdariya çîroka wan kir, got:
– Ka rawestin! Divê ku em herin wî ciyê ku te mar lê dîtiye, divê ku ez wî kevirî bibînim!

Ji kerba ligel hev çûn wî cihî, rêwî ew kevirê ku mar di bin de bû nîşanî rovî da. Rovî ji mar re got:

– Ka were xwarê, xwe li wî ciyê ku tu lê bû dirêj ke ez binêrim!
Mar xwe ji rêwî vekir, hat xwarê û çû wî cihî û xwe dirêj kir.

Rovî ji rêwî re got:
– Ka wî kevirî wekî berê deyne ser pişta mar da ku ez bibînim çawa bû!

Rêwî kevir hilda û danî ser pişta mar. Mar
jî wekî berê di binê kevir de asê ma. Rovî ji rêwî re got:

– De niha bi rêya xwe de here! Û zivirî ser mar û got:
– Tu jî di bin wî kevirî de bimîne!
Wexta ku mar dît ku rovî û rêwî dane rê, bû hawar hawara wî û got:

– Ka rawestin, bisekinin! Ma hûn dê bi ku ve biçin? Werin em pirsa xwe ji yekî din jî bikin!

Digel van gotinan, qijikeke reş li ber serê mar venişt û gotê:
– Dev ji wan berde bila ew bi rêya xwe de biçin. Vaye ez li vir im, ez amade me di bin emr û fermana te de me!

AMADEKIRIN: MUAYED TEYIB

Derbar Rêvebir

Check Also

Rêzimana Dîwana Melayê Cizîrî

Destpêk Yek ji lêkolînên ku cihê wê di lêkolînên kurdolojiyê da bi giştî û di …

Leave a Reply