Ev lêkolîne ji bo Platforma kurdî li Holanda, bajarê Lahay, wek semînarek di sala 1999 ê de, hate pêşkêş kirin. Hin beş di berê de, hatibûne belavkirin, lê min li ser nivîskarekê din jî, nivîsiye û bi hin kêm û zêdeyiya jî xemlandiye. Hêvîdar im xwendevan tam û çêjekê jê bibîne.
Xelîl Duhokî
Hindek şareza û bisporên dîroka edebiyata kurdî, li wê baweriyê ne ku çîrokeşiirên Bersîsê Abid, Şêxê Senanî û Qewlê Hespê Reş, destpêka çîroka kurdî ne, hîngê jî, Feqiyê Teyran 1307 – 1376 Z, dikine yekem çîroknivîsê kurd.(1) Herçend ew çîrokeşiir bi naveroka xwe çîrok in, lê bi baweriya min, yên bi forma helbestê hatîne nivîsîn û nakevine xana çîrokan.
Peydabûna destxetên kevn – çîroka Mem û Zînê ku di sala 1850 ê de hatiye nivîsîn û pirtûka Rîsaletî Hekayetan ku ji çil çîroka pêkhatiye û ji aliyê Eliksender Jaba yî ve, hatiye wergerandinî zimanê ferensî û di sala 1860 î de, li Santpitrusborgê hatiye çapkirin – dide xuyakirin ku Mele Mehmûdê Bayezîdî 1799 – 1867, yekem çîroknivîsê û yekem pexşannivîsê kurd e.(2) Eve jî dîroka çîroka kurdî, 57 salên din jî paş de dibe, çinku berî niho çîroka Fuadê Temo, ku di sala 1913 ê de, di kovara Roja Kurda de belav bibû û ew bibû yekem çîroka kurdî. Niho ev hemî berheme peydabûn û rûpelekî geştir ji bo netewa kurd hate xemlandin.
Hûn dibînin ku eger em dîroka çîroka kurdî, li ser qonaxan dabeş bikîn, hîngê qonaxa yekê, ji sala 1856 ê û bi M.M.Bayezîdî destpêdike. Fuadê Temo, di sala 1913 ê de û Celadet Bedirxan, Kamîran Bedirxan, Cegerxwîn, Osman Sebrî, Nûredîn Zaza û QedrîCanî jî, di salên 1932 ê û vir de, belav dikirin û em dikarîn wan jî bikîne qonaxa duyê û çîrokên salên 1970 ê û vir de jî, bi qonaxa sîyê destnîşan bikîn.Van her sê qonaxan jî, pêwîstî bi hevberkirinekê heye ku ji aliyê form û naverokê ve bêne sengandin, eve jî bila bo delîveka din be.
Li başûrê Kurdistanê, Salih Rişdî di sala 1960 ê, çîrokek di kovara Ronahî de, ku li Bexda derdiket û Hafiz Qazî sernivîskarê wê bû, belavkir. Di salên 1960 î û vir de, Mehemedemîn Osmanî û Sadiq Behaedîn Amêdî, çend çîrokên temsîlî, di radyoya kurdî de, li Bexadayê belav kirin.Di sala 1979 ê de, Mehemedemîn Bozaslanî pirtûka Meyro li Stenbolê çapkir û her di wê salê de, Îbrahîm Selmanî jî, pirtûka Komir li Bexdayê çapkir. Jiber gelek sedem û hoyan, hûn dibînin ku çîroka kurdî (kurmancî) di rewşek lawaz û kiz de bûye û pirtûkxana kurmancî jî ya vala bû….
Xwendin û nivîsîna kurdî qedexe bû û li şûnê bi erebî, farisî û tirkî bû û dijminan hemî rêyê bajarvaniyê li ber gelê kurd girtibûn û ne dihêlan pêş bikeve.Zana û roşinbîrên kurd jî, bi tinê feqe, mele û şêx bûn. Wan jî jiber gelek sedeman, nedikarîn bi germî karwanî bi rê ve bibin. Ji lewre jî hûn dibînin ku bi dirêjiya sedan salan, bi tinê çend nav hebûn û gelek berhemên wan jî, di mizgeft û dêrên Kurdistanê de, hatine sotin û windakirin.Lê digel hindê jî, xemxorên peyva kurdî xebitîn, ziman û edebyata kurdî, ji mirinê rizgar kirin.
Belê; welatparêz û xemxorên ziman û doza kurdî, yên bawerî hey ku “gelê ku zimanê wî nebe, ew jî nîne” zend û baskên xwe hildan û pênûsên xwe tûj kirin û pîlanên dijminan serûbin kirin. Nivîskarên kurd, bi germî xwe berdan qada edebiyatê û berhem nivîsîn û belav kirin. Cihê dilxweşiyê ye ku heta niha, van nivîskarên jêrî: Babê Nazê, Mihemed Uzunî, Laleş Qasoyî, Sidqî Hirorî, Hesen Silênanî, Şahînê Bekirê Soreklî, Îbrahîm Seydo Aydaganî, Enwer Mehemedtahirî, Silêman Demîrî û Mistefa Aydoganî çendîn romanên serketî çap kirîne, lê wî babetî jî, pêwîstî bi çendîn semînerên din heye.
Belê; di van sîh salên dawiyê de, bi dehan çîroknivîs peydabûn, ku berhemên wan ji aliyê form û naverokê ve di serketî ne, mîna: Enwer Mihemedtahirî, Nizar Mihemedseîdî, Mihemedselîm Siwarî, Hesen Silêvanî, Kerîm Cemîl Biyanî, Fazil Umerî, Hesen Îbrahîmî, Îsmaîl Mustefayî, Îsmet Mehemedî, Celal Mustefayî, M. Elî Kutî, Tosinê Reşîdî, Babê Nazê, Redwanê Alî, Fewaz Husênî, Helîm Yosifî, Rojen Barnasî, Hesenê Metê û Firat Cewerî.
Dema mirov çîrokên destpêkê û hindekên niha jî dixwîne, dibîne ku bi zimanekê sist nivîsîne û kêmasiyên rêzmanê di nav rêzên wan de dimişe ne, gelek caran rengê rapora didin yan jî nesîhet û şîreta dikin. Ji layê form û naverokê ve , di lawaz û qels in, lê roj bi roj ber bi pêş de çûne û niha bi dehan çîrokên serketî hene. Babetên çîrokên piraniya nivîskaran li dij sitem û zulma dijminan e, li dij derebeg û axa û piştevaniya cotkar û hejaran e û mirovê kurd hişyar dikin û berê wî didin xebat û xweragirtinê. Her wesa giriftarî û piroblimên rojane, yên jin û mêran, perwedekirina zarokan, jin revandin û tolvekirinê ne û daxaza edaleta civakî û wekheviya mirovî dikin.
Bi kurtî em li ser dîrok û rewşa çîroka kurdî peyivîn û ji bo ku em rewşa çîrokê ya niho bizanîn, divê berhemên çend nivîskaran bisengînîn.
Em dê bi çîroknivîs Nizar Mihemedseîdî destpêkîn ku: Di sala 1952 ê de, li bajarê Duhokê ji dayik bûye. Di sala 1973 ê de, dest bi nivîsînê kiriye. Yek pirtûka çîrokan bi navê Aş di sala 1985 ê de, çap kiriye. Niha jî li welatê Holanda dimîne. Ew çîroknivîsek xudan taqet û şiyanên bilind e. Berhemên wî ji aliyê formê û naverokê ve di serketî ne. Di van bîst salên dawiyê de, şiya bête nav qada kurteçîroka kurdî û cihê xwe di dilê xwendevanan de bike. Heta niha çendîn vekolîn li ser çîrokên wî hatîne nivîsîn. Zimanê wî sivik û xweş e û hevokên wî bi hunermendî hatîne darêjtin. Gelek zêrekane babetên çîrokên xwe dihelbijêre û bi germî xwe berdide kûratiya giriftarî û piroblimên jiyana rojane ya xelkê hejar û bindest. Ew xwendevanî radikêşe cîhana çîroka û neçar dike ku milê xwe bide qaremanên wî û di çayxane, kolan û cadên bajarî de winda bibe.
Dagîrkerên welatî, hemî rêyên pêşketin û şaristaniyetê li ber gelê me digirin. Jiyana wê têk didin û gundên wî dişewitînin û xelkê jî derbeder dikin. Sotandina hezaran gundan dibe sedemê koçberî û mişextbûna xelkê. Li bajarên mezin jî, ne xanî, ne kar û ne jî keristên jiyanê bi hêsanî bi dest dikevin. Nizar di çîroka Kurê Kolana de, perdê ji ser rewşa wêran ya kesekê mişext, ra dike û jiyana aloz ya xudanê telîsê tiştan pêşçav dike. Belê; ew kes nimûna bi hezaran xelkê ye ku nikarin paryekê nanî bi tenahî peyda bikin. Yek wî ji ber dikanê dertêxe û yekê din jî, ji ber çayxanê dirateqîne. Wê çewa bikare kedekê bike! Nizar bi hostayî wî li ber çayxane, kolan, dikan û dîwaran digêrîne û derd û hawarên wî digehîne esmanan. ” Hema ez neşême we, ma hûn ji Xudê jî natirsin? Çi erdê min xo pêdada, ez rakirim. Hilo ev e ne cihê te ye. ” (3) Belê; Nizar nivîskarekê hişyar, bîrtûj û şareza ye û rewşa kesên mişext, wek şerîta filmekê sînemayê li ber çavên xwendevanî rêz dike.
Di çîroka Dudik de, Mîrzoyê xudanê wê Dudika zêrîn ku, awaz mîna taviya buharê jê dibarin, di nav komên xortan de, digêrîne. Di rêya Mîrzoy de, xweragirî û berxwedana xelkê nîşan dide. Wî dike sîmbola şoreş û serhlidanê. Dijmin hewil dide Dudika wî bişkêne, rê li ber awazên wî bigire: ” Gehişte pişt Mîrzoy. Berpêkek dayê û palek pê re na…Mîna spîndarekê qirande erdî.”(4) lê ew li berxwe dide û ji destan derdikeve. Xema wî ne birîndarbûn e, belku Dudika zêrî ne: ” Ya Xudê bi izneha te, Ya Rebbî çi lê nehati bît! Ne şkestî bît. Dilê perasiyekê ye, du ya ye.!”(5) Gavek pê neçû, dîsan ji bo xortan şarand. Ew bi baweriye û dest ji xebat û bizavê bernade. Lê dijmin wî dûrpêç dikin û dixazin dengê Dudika wî bibirin. Ew pif dike Dudikê û dişarîne û xort jî, tewîna didinê. Lê dîsan ji nişka ve, ” Êk li hindav serê wî çikilî û dengê Dudikê xendiqand.”(6) Dîsan Dudika xwe rizgar dike û: ” Xudê karê bêbext û zordara rast neînît.”(7) Dibêje. Lê dîsan li ser girekê bajarî, dest bi Dudikê dike û awazan direşîne. Xort jî, li dûr civiyane û : “Taw. Taw. Taw Mîrzo.”(8) dibêjin.
Di çîroka Aznîf de, Nizar dîsan xwendevanî radikêşe nav cîhana çayxanên welatî. Ji xwe dagîrker pîte bi jiyan û hebûna xelkê me nakin û berê wan didin rêyên ne baş. Rewş xerab e û kar jî bi hêsanî destnakeve û rojên bêkariyê jî, bi dawî naên. Ji lewre mirov dibîne ku çayxanên bajaran, ji xelkê bêkar û hejar di pir in. Ew jî bi cûrên qumarê ve mijûl dibin. Helbet giriftarî û arîşên qumarê jî gelik in. Ji bo qazanc kirinê, gelek pîlan û nexş têne gêran. Yek ji wan ew e ku, mirovekê kore bi alîkariya dostên xwe, dikare Domîne bike û ji yê saxlem bibe. Nizar pir zîremane diçe nav cîhana wan û xwendevanî li ser mêzê dide rûniştin. Wesan bi hunerî çîrokê divehîne û wê cîhana xapandin û fêlbaziyê aşkera dike. Dema Domînê dikin, hîngê şanogerî jî destpê dike:
“Evro biryar derket Mişko deh sala girte bendîxanê!”. (9)Da ku li ber xudanê dersoka berzeken, êkî ji wan got: ” Ne babû ne! Berî niha me yê dîtî!”(10) Hîngê yê kore dizane ku dubêş di destên yê din de heye.
“Erê hewe gulê bûye? Evroke tumbêleka diwazde neferî ya wergeray!”.(11) Hîngê yê kore dizane ku duşeş bi yê din re heye.
Belê; bi vî rengî hevdu dixapînin û rewiştên kirêt di nav civatê de belav dikin û dorûberên xwe jî, diêşînin. Nizar rewşa xelkê û civata bêkar û hejaran, xuya dike. Piraniya çîrokên wî, van cûre giriftariyan şirove dikin û ziyanên wan karên xirab pêşçav dike.
Di dîroka gelên cîhanê û ya kurda de jî, şerên xwekujiyê hatîne kirin û ziyaneka mezin gehandîne. Helbet şer hemî tiştekê xirab digel xwe tîne. Di van salên borî de, li Kurdistanê şerê xwekujiyê gerim bibû. Mixabin ku bi sedan kes hatine kuştin û bi hezaran jin û zaro, birçî û bêxwedî ketine kolanan. Kar jî kêm bû û pêwîstiyên jiyanê jî, bêmana digiranbûn û her kesê ne dişiya ji bo zarokên xwe misoger bike. Ji bo peydakirina nanî, hindekan dizî dikirin û rewiştên kirêt bi kar dianîn. Belê; di vê rewşê de, dema bira, mêr yan kur li afretên kurd dihatine kuştin, êdî ew diketine bin barê giran û ji bo peydakirina nanî – hindek tê nebin – yên din neçar dibûn ku laşê xwe yê pîroz bifiroşin. Raport xuya dikin ku, di van salên bûrî de, bi sedan keç û jinên kurd yên hatîne kuştin. Li ser vê giriftarî û kawdanên aloz û xerab, çendîn berhemên nivîskarên kurd ji dayik bûn. Hesen Îbrahîm, yek ji nivîskarên jîr û jêhatî ye û vê postereçîrokê diaferîne. Ez naxwazim li ser çîrokê bipeyvim, çinku ew bi xwe hemî giriftarî û karesatê bi rengekê edebî, didanite ber destên xwendevanî.
Sê tabloyên ne tevav.Tablo 3.
“Du leşên rîs, wek du marên evîndar xwe têk dihisîn. Leşekê ji bo têrkirina derûnî û guhnêlî û yê din ji bo têrkirina çend gewriyên birsî. Li dadgeha yasa evro, herdu hatin dadgehkirin. Êk bo kêla gullên şûndemaya evro, bêy ku wan gewriya têrket û yê din, li kolanên bajêrî, simbêlên xwe dibadan û li nêçîreka din digeriya!” (12) Hesen di çîrokeka din de, zîrekane diçe nav derûnê mirovekê kurd û rewşa wî ya pisîkolojî û wêrankirî destnîşan dike. Belê; dîsan em neçarîn vegerîn ser kawdanên Kurdistanê. Ji ber wan giriftarî û şerê xwekujiyê – dîsan hindek tênebin- bi hezaran kurd, ji hemî çînên civ