Dinyaperestî û Sedemê Şkestina Hêvî Yê

Her tevgerê civakî de demê dest pê kirinê  tim û tim kelecan dibe. Mensubê wê tevgerê  endam û kesê ku dil danê ye pêşîyê kelecan û aqsîyonî pir tişta dikin, nav her karîdane û dixwazin tim û tim her tiştî bikin lê deme kê şunda kelecan hêdî hêdî darre û aqsîyon wenda dibe. Ji bo vê guherandinê sedem zêdene em ê jêr ser hinekî bisekinin e.

Pêşîyê tengasî têne kişandin, paşê hêdî hêdî derîyê dinyayê jêra vedibin û çavê wan dibiriqînin û xwe wenda dikin. Dema tengasîyan dikşînin û şev û roj direvin lê pêşî yê tim û tim navbera wan karmend û endamê wê tevgerê de biratî, îxlas, jidilî/samîmîyet heye lê paşê bela dibên û şunê van, berjewendî  û distûrê dinyayê  digrin. Kes êdî bidilda tiştekî nake û pêşîyê difikire ya ecep berjewendîya me a çibê. Têkîlî navbera birayan de qels dibe û van distûran da înhîraf/jirêketin çê dibe.

Bi rastî pir kesê nav de’wayan da umrek derbaskirine û xwe fedayê tevgera xwe

kirne demekê şunda kelecana rih de, dil de û mejîyên wan de gelek tişt têne guherandin.

Dema ku nû dest pê dikin nîyetê wan pir safîyane ye û îxlaseke pir heye lê paşê direve.

Niha em hinekî ser sedemê dilşketên û guherandina tevgeran lêkolîn bikin 

A yekemîn; Lê pir dema xeletîyên kesên din hêvîyên mirov dişkê û nefsa xwe dikeve navbera tiştan û sarbunek çêdibe.

A duduyan; Hinek dema gor umrê mirov pir dema rihê mîrov de hinek hîs têne guherandin û mirov her kî dare xîzmet û tevgerê xwe sar dibe, dur dikeve.

A sêsîyan; Pir kes dizewucin û xwedîyê zar û zêçan dibin şunda dikeve meşgaleyê dinyayê û şuna xebatên de’wa yê , dixwaze zar û zêçê xwe re zeman/dem veqetîne.

A  çaremîn; Berjewendî, maqamê dinyayê û pere wî kesî hîn pir cezb dike dixwaze hinekî jî wan qezenc ke.

A Pêncemîn; Temara tirsê ye. Bi tirsê pir kes de’wa û tevgerê xwe dur dikevin û xîzmet, sohbet û tevgerê xwe veşartî dikin yan jî navberê didin. Lê bila ew kes bîr neke ku, tirs ji bo heq/maf û hiqûqê/dadê Xwedê (c.c) daye me ye. Na ji bo em jiyana xwe jehr kin. Pir dema ew kesê ji bo tirsê xîzmet û tevgeran dûr dikevin sîlleyekê dijwar jî dixwin.

A Şeşemîn; Enanîyeta/xweperestîya mirov e. Hinek kes ji bo enanîyeta xwe pir kesa dişkênin û naxwezin nefsa xwe ya rezîl bişkinên. Ji bo enanîyeta xwe pir dema durdikevin û dibine dijberê de’wa xwe jî. Pir dema dibine esîrê/dîlê nefs û fêz/xurura xwe.

A Heftemîn: Demara mîllîyetê/neteweperestî yê ye. Ew demara jî nah tabetî Tirkîyê û gelek axê misilmanan de pir dema bi xetere tê bikaranîn û pir kes ji bo neteweperestîyê de’wa û îdealê xwe dûr dikevin.

Divê em van distûran baldarbin û hêvîyên xwe neşkênin. Hêvîyên xwe wek roja yekemîn tim û tim teze, bihêz bigrin. Em vê dinyayê çun şunda a ji me re tenê van xebat, xîzmet û eserê me bimînin e.

Derbar Rêvebir

Check Also

Gelo Kurd Bi Alfabeya Latinî Dibin Ateîst ?

Du-sê roj berê camêrek bi navê M.Y. (hem jî profesor e) li rûpela xwe ya …

Leave a Reply