Dilopek ji Behra Tewhîdê: Qetr-3

Babê Ewil Derheq beyana لاَ اِلٰهَ اِلاَّ اللّٰهُ  ê de ye.

اَلْحَمْدُ لِلّٰهِ رَبِّ الْعَالَمِينَ وَالصَّلاَةُ وَالسَّلاَمُ عَلٰى سَيِّدِ الْمُرْسَلِينَ مُحَمَّدٍ وَعَلٰى اٰلِهِ وَصَحْبِهِ اَجْمَعِينَ

Ez hemû tiştên li ber çavan û veşartî, dikim şahid û bi qelbê xwe tesdîq û bi zimanê xwe îqrar dikim ku ji Xweda Teala pê ve tu îlah tune ne.

Xweda Tealayekî wusa ku, ji wucûba wucûda Wî û Wahid û Ferd û Samed bûna Wî re, Hezretî Muhemmed (s.) şahidekî sadiq û burhanekî natiq e.

Muhemmedekî (s.) wusa ku, unwanê serwerê enbiya û murselîn wergirtiye, bi saya mezheriyeta îcma û tesdîqa wan. Leqebê “îmamul ewliya wel ulema” hildaye, ji ber sitendina îttifaq û tehqîqa wan.

Û Muhemmedekî (s.) wusa ku bi saya xwedaniya ayetên eyan û mucîzeyên eseh û seciyeyên esîl û exlaqên bilind, bûye mişraq û meş’ela wehya Îlahî.

Û Muhemmedekî (s.) wusa ku, di encama seyr û ziyareta alema xeyb û melekûtê de, wezîfa îrşada cin û însan, muşaheda erwah û sohbeta melaîketan, hildaye ser milê xwe.

Û Muhemmedekî (s.) wusa ku, bi saya şexsiyeta xwe ya manewî, ji kemala kaînatê re wek fîhrîstekî ye û xwediyê şerîetekê ye ku hemû dustûrên seadet û medeniyetan di xwe de dicivîne.

Û Muhemmedekî(s.) wusa ye ku beşîr û nezîrekî hêj ku li alema şehadetê ye, ji alema xeybê, xeber dide. Bi hemû hêza xwe û bi tevaya ciddiyeta xwe û bi emn û peyman û îtmînan, bi îmaneke mezin ve, li pêşberî  hemû beşeriyetê, dînê tewhîdê, bi

لاَ اِلٰهَ اِلاَّ اللّٰهُ ê  beyan û îlan dike.

Û dîsa, Xwedayekî wusa ku, ji wan şahidên ku ji wucûba wucûda Wî re û ji celal û cemala Wî re û ji Wahîdê Ehed bûna Wî re şahidiyê dikin, jê yek jî, Furqana Hekîm e.

Û Furqaneke Hekîm a wusa ku, mezherê tesdîqa hemû kitêbên pêxemberan e.

Û Furqaneke Hekîm a wusa ku, temamê aqil û qelban, li ser tesdîq û qebûlkirina hukmê wê, îttifaq kirine û kitêbek e ku bi her şeş aliyê xwe ve, nûrfeşan e.

Û Furqaneke Hekîm a wusa ne ku, li ba resûlên mezherê wehyê, “wehya xalis e”. Ba ehlê keşf û îlhamê, “hidayet bi xwe ye”. “Madena îmanê û mecmea heqîqetan” e. Hukmên wê, bi delîlên aqlî, te’yîd bûne û bi şehadeta fitreta selîm, tesdîq bûne. Zimanê alema xeybê ye, di alema şehadetê de û new’ê beşer, bi

فَاعْلَمْ اَنَّهُ لاَ اِلٰهَ اِلاَّ اللّٰهُ  ê, emr û gazî tewhîdê dike.

Xwedayekî wusa ye ku, ev alema ku jê re kitaba kebîr tê gotinê, bi hemû nivîs û feslên xwe, bi rûpelên xwe, bi rêzên xwe, bi hevokên xwe, bi herfên xwe ve, çawa ji wucûba wucûd û hebûn û yekbûna wî re şahidiyê dikin; her wusan, ev kaînat a ku jê re însanê mezin tê gotin jî, bi hemû ezayên xwe, bi cewherên xwe, bi hucreyên xwe, bi zerreyên xwe, bi rengên xwe, bi rewşên xwe ve, delîltiyê dikin.

Yanî ev kaînat a, bi hemû enwayê ku îhtiwa kiriye, dibêje

لاَ اِلٰهَ اِلاَّ اللّٰهُ

û bi ruknên wan aleman, dibêje

لاَ خَالِقَ اِلاَّ هُوَ

û bi

ezayên wan erkanan, dibêje

لاَ صَانِعَ اِلاَّ هُوَ

û bi cuzên wan ezayan, dibêje

لاَ مُدَبِّرَ اِلاَّ هُوَ

û bi cuziyatê wan cuzan, dibêje

لاَ مُرَبِّىَ اِلاَّ هُوَ

û bi hucreyên wan cuziyatan, dibêje

لاَ مُتَصَرِّفَ اِلاَّ هُوَ

û bi zerratê wan hucreyên, dibêje

لاَ خَالِقَ اِلاَّ هُوَ

û bi maddeyê esîrê ku zeviya ewî zerratî ye, dibêje

لاَ اِلٰهَ اِلاَّ هُوَ

û bi hemû enwa û erkanê xwe, bi eza û eczayê xwe, bi hucre û zerratê xwe, bi esîrê xwe, bi pêncî û pênc zimanan, îcaba hebûn û yekbûna wî re, şahedet û delaletê dike. Tefsîl û kitkiteya van zimanan, dê werin. Aniha ezê bi kurtî bêjim. Wuha ku:

Bi zimanê întizama ku di terkîbên kaînatê de ye, nîzama ku di rewşa cereyana wê de ye, balkêşiya ku di reng û rûyê wê de ye, hikmetên bilind û xeml û xêzên ku di neqşên wê de ne, muxalefet û mumaseleta ku di nav eşya de ye, muawenet û alîkariya ku di nav bêcanan de heye, hevkariya di nav tiştên ji hev dûr de, hikmeta umûmî, înayeta kemilî, rehmeta berfireh, rizqê şamil; gelek sifatên wek heyat, teserrûf, guherîn, veguherîn, tenzîm, îmkan, hudûs, îhtiyac, hejarî, mirin, cehl, îbadet, tesbîh, dua û her wekî din, çawa ku ji wucûba wucûd û ewsafê kemaliya Xaliqê Qedîmê Qadir re şahdeyê didin; her wusa jî, esmayê husna mutalaa û Xwedê Teala tesbîh û Qurana Hekîm tefsîr û îxbarata Resûlê Ekrem (s.) tesdîq dikin.

Aniha emê dest bi tefsîla wan zimanên borî, bikin. Wuha ku:

Ewan tenzîmat, nîzamat, muwazeneta ku di kaînatê de tê xuyanê, delaletê îcaba hebûna Xaliqeki wusa dike ku qebzeya  teserrûfa wî de nîzam û întizamek heye û wuhareng cumleya

 لاَ اِلٰهَ اِلاَّ هُوَ

ê dixwîne.

Û dîsa, di kaînatê de întizam û aheng hukumferma ye. Ev her du sifet, şehadetê wehdet û yekbûna Muteserrif dikin û wuhareng heqîqeta

 لاَ اِلٰهَ اِلاَّ هُوَ

ê îlan dikin.

Û dîsa, ji ber ku ew qudreta ku rûpela asîman, bi roj û sitêrkan nivîsiye, û qudreta ku rûpelên mozehingiv û morî, bi hucre û zerreyan ve dinivîse, her du yek in; wuhareng bi îlana

اَللّٰهُ لاَ اِلٰهَ اِلاَّ هُوَ

ê, delalet û şehadetê yekbûna Xaliq dike.

Û dîsa, mesela, alîkarî û hevbersivîna di navbera tiştê camid û cihê yên wekî ewr û erdê de, yanî hewara gazî û hewcedariya hevhatina wan û hevkariya wan sitêrkan ku wek a wan gersitêrkên pir dûrî rojê ne û ji hev re û bi rojê re alîkar in, şehadet dikin ku hemû tişt di bin îdareya Mudebbîrekî Qadir de ne û wuhareng bi

اَللّٰهُ لاَ اِلٰهَ اِلاَّ هُوَ

ê îlan dikin.

Û dîsa, muşabehet û mînaniya ku di nav eserên asîmanî yên wek sitêrkan de û munasebeta kulîlk û heywanên li rû erdê yên weke hev de, delaletê yekbûna Xaliq dikin û wuhareng bi

اَللّٰهُ لاَ اِلٰهَ اِلاَّ هُوَ

ê şehadeta xwe îlan dikin.

Û dîsa, her jîndarek mezherê tecelliya gelek esma û sifatan e. Mesela gava jîndarek ku tê wucûdê, mazharê cîlweya îsmê Barî dibe; di sazkirinê de, cîlweya sifatê Musawwîr; gava xwarin û vexwarinê, cîlweya îsmê Rezzaq; weqta ku ji nexweşiyê şifa digre, mazharê tecelliya îsmê Şafî dibe û hwd. Mazharê gelek sifat û îsman dibin ku di tesîrê de mutesanid û hevkar in û di encaman de, cihêreng in. Ji ber ku hedef û armanca van sifat û îsman yek in, helbet xwediyê îsmên wan jî, yek in. Ha wuhareng e her jîndarek, bi evê mazhariyetê, şahidiya xwe ya derheq yekbûna Xaliq de, bi

اَللّٰهُ لاَ اِلٰهَ اِلاَّ هُوَ

ê îlan dike.

Û dîsa, ew têkiliya di navbera menzûma rojê û çavê mozehingivê de û awayê munasebeta wan a bi hev re, delalet dike ku her du jî neqşê yek neqqaşekî ne û wuhareng bi

اَللّٰهُ لاَ اِلٰهَ اِلاَّ هُوَ

ê evê yekê didin zanîn.

Û dîsa, biratiya cazîbe û hevkêşiya di nav zerrat û ya di navbera roj û sitêrkan de, dide nîşan ku her du qisim jî, nivîsa yek qelemekê ne û wuhareng evê yekê, bi

اَللهُ لاَ اِلٰهَ اِلاَّ هُوَ

ê rave dike.

Û dîsa, ew nîzam û întizama ku di terkîb û murekeban de tête xuyanê, di encama bi cîhkirina her zerreyekî wê murekebatê ya li cîhê layîq, pêk hatiye. Ji ber vê qasê, bêyî ku keml û edla wan xera be, bicîhkirina wan zerreyan a li meqamê wan ê munasib; tenê xassê xwediyê wê qudretê ye ku kare wan murekeban tevan çêke. Va ye, bi zimanê întizama di zerreyan de û wuhareng, dibêjin “Ellahû ekber” û

اَللهُ لاَ اِلٰهَ اِلاَّ هُوَ

ê dixwînin.

Û dîsa, teşxîs û destnîşankirina ku firqiyeta ferdekî ji ferdên hemû newekî temîn dike, nivîsîna wê ya bi qelema qudretê, her wuha îcab dike ku, mesela, hemû ferdên new’ê beşer, di nezera qudretê de meşhûd û li berçavan bin. Lewra her ferdekî, dê bi sebeb elameta xwe ya farîqe, ji hemû efradê din, cihê be. Gava hemû ferd hazirê wextê nebin, ew çax elamet û destnîşankirina wan de, muxalefet û ciyawazî pêk nayê. Ev îhtimala jî, batil e.

Nexwe ew çax, xaliqê ferdekî, xaliqê hemû new’ê ye. Her wuha, xaliqiyeta new’ekî, girêdayî xaliqiyeta cinsê ye. Dawiya dawîn, her tişt diçe, xwe dispêre

اَللّٰهُ لاَ اِلٰهَ اِلاَّ هُوَ    ê.

Û dîsa, xilqet û hebûn, weqta bê spartinê li Xaliqê bêmîsal, kesên nezer û dîtina wan pir kurt, wek tiştekî zor û zehmet, dûrî aqilan û xerîb dibînin û wuhareng diçin înkara wê. Hale hale, ger hewaleyê sebeban bikin, durbûna ji aqil, xerabet û kulfet, qat qat zêde dibe û dizivire heqîqetê. Lewra, ji Wacîb re hêsan û rihettir e. Mesela; sudûr û çêbûna çend tiştan ya ji mirovekî, rihettir e ji çêbûna tiştekî ya ji çend mirovan. Mesela çêkirina moz/mêşa hingiv, ku teslîmê qudreta Îlahî neyê kirin, muşkîlatên bêhed derdikevin holê. Digel vê qasê, meslehet û weziyetên ku yek dide yên pir û kesretê, ew kesên pir û kesret, piştî gelek meşeqetan encax dikarin pêk bînin.

Mesela ew disîplîn û întizama ku qumandanek dide gelek leşkeran, gava ji leşkeran bête xwestin, bi rihetî nikarin bi cîh bînin. Nexwe, îsnad û sipartina eşya bi bal Xaliqê Wahîd ve, her çiqas zahiren wek dûrî aqilan bê xuyanê û xerîb were jî, îsnada wan a bi bal sebeb û kesretê de, qat bi qat û gellek muhalên muteselsîl hene. Mesela:

Ew çax, lazim e ku di her zerreyekî de, sifatên Wacîb ul Wucûd were tesewwur kirin. Lewra, kemala di neqşên wê de, rindiya di senetê wî de, îcaba wan sifatan dike. Him, derheq wê wucûbê de ku şirîkatiyê red dike, gere bawerî bi şirîkên bêhed, çêbe. Him, her zerreyek, lazim e ku him hakimê mutlaqê hemû zerreyan be û him jî mehkûmê wan ê mutlaq be. Lewra nîzam û întizam, îcaba evê yekê dike. Him, divê her zerreyek xwediyê şuûreke tam û ilmekî pir fireh be. Lewra di nav zerreyan de hevkarî û edlayî û muwazene heye. Ev hevkarî û muwazene, tenê bi ilmê pêk tê.

Ha, wexta em eşya îsnadê sebeban bikin, evqas muhal têne holê. Lê emma, gava teslîmê xwediyê wan ê heqîqî yê ku Wacîbul Wucûd e bikin, ew zerre dikevin weziyeteke wuha ku, mîna dilopên  avê yê ku tê de ronî û rindikayîya rojê tê xuyanê; ew zerre jî, dibin mezherê cîlwe û cemal û şewq û şemal a qudreta ezelî û bi îzna xwediyê qudretê û bi ilm û îrada wî ya bêdawî, di wan zerreyan de terkîb û teşekulat, sazî û avadanî çêdibe. Lewma, çirûsk û birqeke qudreta ezelî, ji ber ku xwediyê xasiyeta qudretê ye, ji hezaran çirûsk û tîrêjên sebeban û ji şah û padîşahê sedeman bi bandordir û xurttir e. Lewra di vê de, tecezzî û înqisam/beşbûn û birbûn heye. Lê di qudreta ezelî de, tune ye.

Û her wuha, zehmet û meşxûliyet jî, tune ye. Lewra qudret ji zatê Xwedê re zatî ye, ne ariz e. Ecz, nakeve navê. Ji çirûskeke qudretê re, zerre û roj, yek in. Mezin ji piçûk, zor û girantir nîne. Û dîsa, ji ber ku tiştên mîna jîn û hebûn û nûr ku eşkere ne û batinê wan şefaf in, di dema çêkirina wan de, di bin wasite û sebeban de, teserrûfa qudretê, tê xuyanê. Belê gava meriv bala xwe bide rewş û rengên jiyanê, dê destê teserrufa qudretê, eyan û beyan, were xuyanê.

Mesela: Ji bo çêkirina gûşîyekî tirî, çiqileke hişk û zirav, dibe wesîle; û ji bo ku di perçekî camê de roj bête xuyanê, qulikek piçûk a ku tava rojê, tê re derbas bibe, bûye sedem; û ji bo rohnîkirina xaniyekî, kibrîtek dibe wasite. Di van kar û kiryarên balkêş û muezzem ên ku di bin van sebebên basît de pêk tên de, tasarrûfa qudretê wek rojê, eyan û eşkere ye.

Û dîsa, ew jan û izdirab a ku ji dalaleta înkarê ya ku ji îstibad û îstixraba ku ji sipartina tiştan a bi bal sebeban, hasil dibe, hemû aqil û Ruhan, mecbûrê firîn û fîrar a bi bal Wacîbul Wucûd dike. Lewra, tenê bi qudret û îrada wî, her muşkîl hall dibin û deriyên girtî, vedibin. Û bi zikrê wî, qelb mutmeîn dibin. Lewma xelasî, bes bi dexaleta dergahê Xweda ye.

فَفِرُّٓوا اِلَى اللّٰهِ

اَلاَ بِذِكْرِ اللّٰهِ تَطْمَئِنُّ الْقُلُوبُ

Va ye kaînat, bi zimanê evê heqîqetê, dibêje

اَللّٰهُ لاَ اِلٰهَ اِلاَّ هُوَ

 

(Berdewam dike)

Seîd Kurdî-Mesnewiya Kurdî

Weşanxaneya Zehrayê

About ziman

Edîtorê malperê - 2 (Nivîs sererastkirin û weşandinê dike)

Check Also

Xutbe | Înî û Bireweriya Ummetê

Dîrok:03.04.2026 Gelî Musulmana! İro roja İniyê ye…çawa ku Cenabê Pêxember difermê: “Roja tewrî bi xêr …

Bersivekê Binivîsêne

Epeyama we nayê weşandin. Required fields are marked *