Dilopek ji Behra Tewhîdê: Qetr-2

Kelamê Ewwil:

اِنِّى لَسْتُ مَالِكِى

Yanî “Ez ne xwedîyê xwe me”. Bes xwediyê min, xwedanê kaînatê ye. Feqet ez bi çavê xwedîtiyê li xwe dinêrim; da ku sifatê Malîkê Heqîqî û heta derecekî mahiyet û hudûdê wan, bizanibim. Belê, bi hudûd û tixûbê xwe yê mewhûm û mehdûd, bi qasekî hudûdê bêdawî yê sifatê Malîkê Heqîqî, min zanî.

Kelamê Duduyan:

اَلْمَوْتُ حَقٌّ

“Mirin heq e.” Belê, di vê heyat û bedenê de, qabîliyeta ku bibe sitûn ji vê dunya mezin re, tune. Lewra ewana, ji kevir û hesin çênebûne. Bîlakîs, ji tiştên wek goşt û xwîn û hestiyan pêk hatîne; her çiqas, ji bo demeke kurt gihîştibin hev û civiyabin jî, her dem, li ber hevdaketin û belavbûnê ne.

Kelamê Sisêyan:

رَبِّى وَاحِدٌ

“Rebbê min, yek e”. Belê, seadeta her kesî, girêdayî teslîmiyeta bi Rebbekî Rehîm e. Yan na, dê muhtacê gelek rebban be. Lewra însan, di aliyê camîiyet(komplîke)a xwe de, bi temamê tiştan re eleqedar û hewcedar e. Û li pêşberî her tiştî –hezkî bila hîs bike, yan jî neke– êş û elemên wî hene. Ev yeka jî, mîna rewş û haletekî tam cehennemî ye. Lêbelê, teslîmiyeta bi bal Rebbekî Wahid ê xwediyê wan sebeban –ku reb têne zennkirin û perdedarê destê qudreta Wî ne– halekî fîrdewsî ye.

Kelamê Çaran: Ew enaniyeta ku jê ra

اَنَا

tê gotin, yanî meriv pê peya û qîmetekî dide xwe ku ev “ez”tiya, wek santralekê, wek mîhengekê, ji bo nasîna sifat û şuûnatê Xweda, pîvan û mîqyasek e.

(Berdewam dike)

Seîd Kurdî-Mesnewiya Kurdî

Weşanxaneya Zehrayê

Etîket: Ellah, mirin, Polylang KMR, sernivîs, Xweda

Gotara berê:

Gotara piştî:

Gotarên Têkildar

Kronolojîya Jîyana Pêxember (SAW)

Têkîliya Îslam û Çanda Kurdan

Ji bo Zarokan Pirs û Bersiv

Xutbeya Weda’ê / Xatirxwestinê

Çûbûm Meqbereya Bajêr

ziman

Edîtorê malperê – 2 (Nivîs sererastkirin û weşandinê dike)

Hemû nivîskar →

Şîroveyekê bihêle