Dilgeşê Can: Şivan Perwer

Di sala 2014’an de, min li Don Kîşot Sahaf ya li Ofîsa Diyarbekirê, kitêbeke Mahmut Baksi ya ser Şivan Perwer dît. Kitêb di sala 1990’an de li Stenbolê hatibû çap kirin û çar sal berî wê çapê li Sîdneyê bi Îngilizî derketibû. Çapa yekê jî 1984, Stokholm bû. Qey meraqê birîqîna xwe li wir tavilê da çavê min: Sehafê Don Kîşotê, min kir nekir qurişek danexist û kitêb bi 12 lîrayan gêre min kir.

Kitêb ji du xezebên min yên kitêbbelavkirinê sax filîtî. Min bi sedan kitêb dan, lê Şivan’ın Sevdası nizam çito tim cîyek ji xwe re çêkir û wer li cem min ma. Piştî sê salan, îro di halekî veketinê de, ji nişka ve ez rabûm û min go ”hele ez binêm va kitaba çi ye..”

Mahmut Baksî di kitêbe de, di ser gera xwe ya li başûr û rojhilata Kurdistanê re, behsa bihîstina stranên Şivan Perwer dike. ”Xezal Xezal”, ”Canê Canê”, ”De Lorî Lorî”, ”Kî Ne Em” û çendekên din. Bo her stranekê nivîseke taybet heye di kitêbê de.

Mahmut Baksî

Baksî ser peywendîya Cegerxwîn û Şivan Perwer dibê ”Cegerxwîn çek çêkiriye, Şivan diteqîne..” Di ser vê gotinê re çûm salên xwe yên lîseyê. Navê Cegerxwîn ku min bihîstibe jî hîn nizanim ”Kî Ne Em” ya wî ye. Çend royan carê darim înternet kafeyê, ”Şivan Perwer – Kî Ne Em dinle” dinivîsim û di berguhkeke ku hêleka wê naşixule de dêng radikim talîyê. Xwîn dikele tabî wan çaxan, bi coşa ”hêy hêy hêy kî ne em” dikarim hilperikim dîwaran.

Rokê dîsa min li înterentê dermanê xwe ji guhê xwe xwarîye, ez hatim mal. Min li kaxetekê ”Em in Kurmanc û Kelhor, Lor û Gor / Em in em Kurd in li jêr û jor” nivîsî û li dîwarê hember maseya xwe, ku bi formulên geometrî û întegral û trîgonometrî dagirtî bû, zeliqand. Herku taqeta min bo şixulîna dersê nedima, min ew her du rêzik bi ruhê dengê Şivan Perwer dixwendin û deyax di xwe didan. Neteweperwerîyê dikir ku ez hinekî din bala xwe bidim ser dersê.

Şivan Perwer navekî karîzmatîk e. De, jiber dagirkerîya Tirkan, her çiqas tiştekî qicix be jî meseleya me ya ”navê te yî rast çi ye?” hîn dawî lê nehatîye. Dîsa di wan salên lîseyê de ji kitêbeke Salihê Kevirbirî ez ho bûm ku navê Şivan Perwer di nasnameyê de İsmail Aygün e. Ne di destê min de bû, derbeke giran bi elîmîna  Aygun re li karîzmaya Perwer ketibû û hîn jî ku tê bîra min hinekî dilsarî dikeve heza min ya ser dengê wî. Loma naxwazim navê piranîya nivîskarên me yên ku ”navên xwe yên şaş” piştre guherîne, hîn bibim.

Li hember dikana me ya rûnê motoran demekê Dilan Kasetçilik hebû. Sala wê nayê bîra min, Şivan Perwer albuma ”Hêvîya Te” nû derxistibû. Di wê albumê de ”Lo Mamo”ya bi çar zimanan, Îngilizî, Erebî, Tirkî û Kurmancî, deng vedabû li Sirûcê. Dilan Kasetçilikê, çi orîjînal çi korsan, her ro bi sedan kaset difirot ji wê. Min û birayê xwe, me jî ji walkmeneke Sony guhdar kiribû album. Jiber ku li rêya Xwedê bûm wan salan hinekî, azana ku Şivan Perwer di dawîya stranê de dixwîne kêfî min pir xweş kiribû. Min beşeke stranê jî ezber kiribû:


Berîya ku Tirk bibin dewlet halê wan xirab bû, dostê wan nemabûn. Dîsa gazî û hawara xwe dibirin Kurdan û wanî digotin: Biz yüzyıllarca beraber yaşamış kardeş halkarız, şu an ülke ateş altında ve özgürlüğümüz paramparçadır. Türk Kürt birlikte hareket edersek kurtulabiliriz. Sonra bir Anadolu Cumhuriyeti çatısında kardeşçe paylaşmaya hazırız. Tev xebat kirin, komar şên bû pê re birayên me wanî gotin: Tek dil, tek ülke, tek halk ve tek bayrak. Ya yaw kardeş bu yanlıştır, diyenin sonu elbette ceza, hapis, işkence, sürgün ve ölüm. Kardeş halk bu hale mi düşürülmeliydi be? Yeter artık, nice güzellikleri ölümlere verdik. Gel be, ey eşit dil, din, kültür ve toprak kardeşliği, ey insanca yaşam. 

Sirûcli tim dibêjin ”Şivan Perwer bi xêra me bûye Şivan Perwer, eger me ew xelas nekira wê ew û dengê xwe di hepsê de çurmîş bûna.” Li gor gotina wan, Şivên di sala 1975’an de li saloneke Sirûcê konserek daye; polîsên Tirk ketine salonê ku Şivan Perwer bigirin, lê Sirûcliyan dîwar qul kiriye û ew ji wir revandine. Ew meseleya her bi min wek efsaneyekê dihat û min pir bawer nedikir lê di hevpeyvîna bi Mahmut Baksi re, Şivan Perwer behsa wê şeva konserê dike û dibê ”Li Sirûcê sıkıyonetim hat îlan kirin, di navbera polîs û gel de pevçûn çêbû, gelek kes birîndar bûn, 300 kes hatin desteser kirin. Wan nehişt polîs min bigirin” Piştre demekê li Kurdistanê çerx dibe Perwer û paşê lêdixe diçe Ewrupa.

bêwalkmen
Vegera Şivan Perwer ez dibêm qey bo mîlyonan Kurd meraq û xeyaleke mezin bû û di sala 2013’an de li Diyarbekir, bo piranîya wan Kurdan bû meraqeke ”hewcenedikir” û xeyalşikestin. Hunermendê ku êdî li dinê hat nas kirin, piştî 38 salan vegerîyabû welatê xwe, lê çi fayde ku li mîtingeke ku flamayên AKP’ê li ba dibû bû.

Roya konserê, serê sibê ku ez ji xew rabûm min xwe da zorê ku ez herim dengê Şivan Perwer ji nêz ve bibihîsim. Ez ji mal derketim, lê ez di rê ve dagerîyam li kafeyeke li Ofîsê rûniştim. Kanalan hema bêje hemîyan, di weşana zindî de ”roja dîrokî” dida. Dema İbrahîm Tatlises û Şivan Perwer li ser sahnê bûn, ez li pişt xwe fertilîm min dî Fuad Onen rûniştîye. Hîn neketibûm qada rojnamevanîyê, loma wî ez nas nedikirim. Min go ”çi ye mamoste, çi dibêjî ji vê rewşê re?”, kenîya, go ”rewşeke beredayî!” De, piştî çar salan, Şivan Perwer wê roja hanê, di bernameyeke bi Erkam Tufan re poşmanîya xwe ya ser wê konserê got. Di kitêba Baksî de de jî, Şivan Perwer dibêje ew cara yekê, dema lîse îkî bûye li Riha derketîye ser sahnê û li wê dikê Îbrahîm Tatlises û Seyfettin Sucu jî hebûne.

Nizanim, ne mimkun e ku hunermendek bi her awayî ji siyasetê dûr bisekine û destara desthilatê jî her tim hinek navdar li gor berjewendîya xwe hêrandine. Çi cara ”Ez Dilgeşê Can Im” guhdar dikim, ku ji nêv bi sedan stranên Şevan Perwer favorîya min ew e, hemî rexneyên xwe vedikşînim û dibêjim qey bi ti şiklî heqê ti kesî tune ye ku tek gotineke dijî wî bike. Li vê dinyaya boş û betal çinku, dengek e ku bi huznê hizûrê dide.

Cotmeh 2017, Ofîs – Diyarbekir

perxudres.blogspot.com.tr

Derbar ziman

Check Also

Devoka Reşiyan

Kurdên xwecihî li Anatoliya Navîn (navenda Tirkiyê) Reben Celîkan NASANDINA DEVOKÊ YAN DEVERÊ BI KURTÎ …

Leave a Reply