Bizin û Gur

Hebû nebû carek ji caran rehmet li dê û bavê hazir û guhdaran.

Bizinek û heft kahrikê wê hebûn. Rojêkê bizin ji bo ku ji kahrikê xwe re êm bênê derdikeve derve. Derî li pey xwe digre û li kahrikê xwe şîret dike:

– Heta ez newim, derî ji tu kesî re venekin.

Piştî ku bizin derdikeve gurê ku benda fersendekê halo bû, ber bi deriye mala bizinê ve diçe. Li derî dixe. Kahrik dibejin:

– Tu kî yi?

Gur, dengê xwe dişibine dengê bizinê û dibêje:

– Ez dayîka we me, derî ji min re vekin.

Kahrik jê bawernakin. Ji gur dipirsin:

– Pirça dayîka me sor e, piyê xwe şanî me bike. Ger piye te sor be tu dayîka me yî. Em jî derî ji te re vekin.

Gur bi awayekî xepandinê hiriya sor li ser pirça xwe giredide û piye xwe nişanî kahrika dike. Kahrikê nezan, têne xepandin û derî ji gurê re divekin. Dema gur dikeve hundiru erîşî kahrika dike. Şeş kahrika dixwe û ji vir bazdide. Kahrika heftemîn xwe ji ber gur veşartîbû. Dema ku bizin tê dibîne ku kahrikê wê ne li malin. Duvre kahrika ku xwe hilandiye derdikeve û ji dayîka xwe re tiştê hatiye serê wan dibêje. Bizin li ser şopa gur diçê û gur di Qula wî de razayî dibîne. Urê gur orîmiyê. Bizin bi sitirhê xwe li urê gur dixe û urê gur dirjêne erdê. Her şeş kahrik xwe ji urê gur tavêjin hembêza dayîka xwe. Gur dimirê û bizin digihê kahrikê xwe.

Çîroka me li diyaran,

Rahmet li dê û bavên guhdaran,

Ji xeynî şeytanê qûlên dîwaran.

  • Berhevkar:Dilazad A.R.T – Lêkolîner / Folkrorist
  • E-mail: dilazadart@gmail.com
  • Herem:Nisêbin
  • Sal:2005
  • [7+] Ji bo zarokên 7 salî û berjortir de.

Etîket: bizin, Çand, Dilazad ART, gur, Kelepor, Kurdî, Nivîsxane

Gotara berê:

Gotara piştî:

Gotarên Têkildar

Mehmet Öncü: Pêşî min bi tomarkiriyê ve dest pê kiriye!

Kî Bizewice Kerîz e?

Tarîtî û Ronahî

Bedîuzzeman û Zimanê Dayikê: Nasname, Perwerde û Pirzimanî

Romana Mehmed Uzun a Yekemîn: Tu

Dilazad ART

DILAZAD A.R.T (Jiyan û Berhem) Li ser çand û hûner û weje û sînemayê dixebitê. Nivîs û helbest û lêkolînen nivîskar di kovar û malperên Kurdî û Tirki de hatine weşandin. Bi zimanê zikmakî re (Kurdî) zimanê Tirkî û hinekî Îngilîzî jî dizanê. Nivîs û lêkolîn û helbestên Dilazad A.R.T di kovarên Nûbihar, Çirûsk, Nûpelda, Pengav, Heftreng, Keskesor, Nûdem (Qamişlo), Folklora Kurdan, Çandname, Bernamegeh, Sînemaya Serbixwe, Temaşe, Zaningeh, Bûyer (Qamişlo), The Hall Kurdî, The Raising of Kurds, Utopya, Artos, Tigrîs, Ufuk Penceresi, Ortak Zemin, Dava, Gizli Azizler, Rengîn, Besni Ekspres, OkuYorum, YazıYorum, DüşünYorum, Kalemyâr, Ramazan 2022, Ramazan 2024 û TigrisSophia de hatine weşandin. Xebatên Dilazad A.R.T di malperên wek zaningeh.net, nucehaber.com, newroz.com, nubihar.com, thehallkurdi.com, theraisingofkurds.com, candname.com, niviskar.org, zehraportal.com, hurbakis.net, antoloji.com, edebiyatdefteri.com, de hatine (an têne) weşandin. Di bin siya Zanîngeh Akademi de xebatên dokumenterî, klîp û fîlman amade dike. Berpirsyarê Giştî ê Zanîngeh Akademî ye.

Hemû nivîskar →

Şîroveyekê bihêle