Dilo rabe buhar e
Kesk û sor e bi dar e
Dinê germ e ne sar e
Dilo rabe buhar e
Ga û golik heval in
Welatê wan newal in
Hemî xort in, ne kal in
Ga û golik heval in
Mêw ez im, tu tirî
Mih tu yî, ez im hirî
Te firot û min kirî
Mêw ez im, tu yî tirî
Ez kanî me, tu av î
Ez nêçîr im, tu dav î
Şevreş ez im, tu tav i
Ez kanî me, tu av î
Ne derew e, ne kenîn
Ne bexçe ye, ne çinîn
Tu siwar î, ez im zîn
Ne derew e, ne kenîn
Tu bihişt î, ez dergevan
Kêr tu yî, ez im qurban
Gorî te me, ez heyran
Tu bihişt î, ez dergevan
(Kamiran Alî Bedirxan, Hawar, hejmar 14)