Destêwerdanek Li Ser Du Peyvan: “Pêşeroj” û “Paşeroj”

Ziman wekî ew binedarê ye ya ku berî dide. Gelek cureyên axê hene û rehên darê di nav kîjan axê de be, dar jî heman reng û quwetê werdigire. Ciyê ku gelek mîneral lê hebin û ax nerm be, rehên darê xwe pitir belav dikin û dar jî goreyî hindê, quwet dikeve û mezin dibe. Paşî jî berê xwe dide. Gava ku te ew dara li ser axa wê darê çandî, tu rabî careke dî ji binî de derxî û bibî di nav axekî dî biçînî, heke ew ax, goreyî xwezayiya wê darê nebe, tu çend hewl û quwetan bidiyê, av û peyînî bidiyê û binkol jî bikî ew dar careke dî wekî xwe çênabe. Pelgên wê hêdî hêdî dê biçilmisin û dê paşî hişk be. Eger ax, goreyî xwezayiya darê nebe, tu nikarî çi sûd û feydeyê jê wergirî.

Ziman jî weto ye. Her zimanek, li ser axa ku lê tê axiftin pêşve diçe. Berhemên zimanî, li ser axa xwe şîn dibin. Ziman li ser axa xwe liq û şaxan didin û ser axa xwe şekl û şemayan werdigirin. Xwezaya zimanî jî mirovên li ser axa xwe ne.

Zimanê ku ji ax û welatê xwe dûr ket, çi resenî û binetara wî jî namîne. Belê rast e, ku daner û zimanzan û zehmetkêşên kurdiyê yên sedsala borî, wekî Celadet Elî Bedirxan, Xelîl Xeyalî, Osman Sebrî, Cîgerxwîn, Mehmed Uzun û çendên dî, gelek berhemên xwe ji dûrî Kurdistanê çêkirine. Belam serekaniya van hemûyan jî ji Kurdistanê dihat. Binetara gotar, helbest, nivîs û berhemên xwe li Kurdistanê saz kiribûn. Bila çi kes nebêje, ku kesekî wekî Celadet Bedirxanî rêzimana kurdiyê (kurmanciyê) li Stenbol û Şamê an jî li Ewropayê danabû. Her çend ku, berhemên wek, gotinên mezinan, çîrok, bi hezaran peyvên kurdî û rê û rêbaza zimanî li bajarên derveyî welatî hatibine berhevkirin, çi di arşîv û pirtûkxaneyan de peyda kiribe û çi jî ji axiftina kurdên li wan deran wergirtibe, çavkaniya van, hemû ji welatî bûn. Îcar, çawa ku giya li ser koka xwe şîn dibe, ziman jî ew e yê ku milet pê diaxive, di nav miletî de şekl û şemayê werdigire.

Zimanê ku milet pê diaxive, gava dest tê werdidin, çi tam û qama wî namîne.

Di ev salên dûmahîkê de gelek lêkolîn û lêgerînên biqedrûqîmet li ser zimanê me têne kirin. Bi sedan berhemên berkeftî têne danan. Pêwîst e ku em kurd pê van xebatan şanaz û keyfxweş bin. Bes digel van zehmetkêşî û serêşiyan gelek kêşe û problemên nû jî tên. Êk jî ji van ew e ku, ji resenî û esla kurdiyê dûr, qalib û metodên berovajî têne çêkirin. Û pê van teşqeleyan, mejiyê zimanhezan şûlî dibe. Taybetî jî serêşiya mezin çêdibin bo ciwanên ku hêj nû dest bi kar û xebatên zimanî dikin. Ew jî, ji ber van sedeman, gelek caran dilsar û bê hêvî dibin û her çend biçûk jî be, bo pêşvebirin û lêkolînan astengî derdikevin hindek caran.

Mijara me her çend li ser van kêşeyan jî be, em di nav van de, bes dê li ser du peyvan rawestin, ku ji mêj ve ye şer û pevçûnên mezin li serê ne. Ew jî “pêşeroj” û “paşeroj” in.

Hêj ku min kurdiya (kurmancî) standart-nivîskî-hevpar (yên ku qet serê xwe pê zimanê xwe naêşînin jî dibêjinê akademîk) nenasîbû, min ji bab û bapîrên xwe, ji dayîka xwe, ya ku peyveke turkiyê jî nizane, bihîstibû ku, peyva “paşeroj”ê ji bo dema dêbê digotin. Peyva “pêşeroj”ê min nebihîstibû di nav civaka me de, bes bo “pêşeroj”ê jî digotin “zemanê berê”, “pêş me da” û “qedîm da”. Îcar piştî ku, ez fêrî xwendina kurdiyê bûm û min serê xwe pê êşand, rastî gelek qalib û gotinên berovajî kurdiya ku em pê diaxiftin hatim. Ji ber ku, ew rê û rêbaz, peyv, têgeh û gotinên ku hêj ketibûne nava kurdiyê, xwe pitir giran dikirin û herwiha rewaca wan bo kurdînûsan zêdetir bû, me jî, an mecbûrî an jî ku em nehên şermizarkirin, xwe radestî wan qaliban kir.

Çend sal û zeman borîn, min berê xwe dayê ku, kurdiya em pê diaxivin, ya em dinivîsin û fêr dikinê, ji gelek tiştan ve, ji kurdiya xelkê me, ji kurdiya cî û warên me dûr dikeve. Û gelek caran li derdorên me, ji ber van sebeban, em rexne kirine. Min jî, ev çend sal e, biryar daye ku êdî ez hin qalibên berê min bi rêya zimanzan û pirtûkan zanîbû ez ê terk bikim yên ku ji binyada kurdiyê dûr bin.

Peyva “paşeroj”ê, ku min berê bo dema dêbê digot, piştî çend salan ji ber tesîra xwendin û fêrbûnên şaş, min bo dema borî bi kar înaye. Lê belê, careke dî ez vegeriyame ser wê biryarê ku êdî, ez wê xeletiyê nekim. Qemî gelek zana û zimanzanên kurd, li vê derê bibêjine min, tu pê îdiayeke mezin tê, ka piştgiriya te çi ye? Ez dibêjim piştgiriya herî mezin axiftina di nav miletê kurd de ye. Û em pê çend mînakan jî dişên (dikarin) gotinên xwe, li jêr pişt rast bikin.

Li vê derê em dişên pitir ser peyvên “pêş” û “paş”an rawestin. Çunkû “pêşeroj” û “paşeroj” jî bi van peyvan pêkhatine.

Dîroknas, goreyî dahênana (îcada) nivîsê, dîrokê dikin du beş. Bo PÊŞÎ dahênana nivîsê dibêjin “Serdemên Pêşiya Dîrokê” û bo PAŞÎ (piştî) dahênana nivîsê jî dibêjin “Serdemên Dîrokê”. Ji bo gotinên mezinan yên ku pêşî me jîne, dibêjin “Gotinên PÊŞIYAN”. Di kurdiya devkî de, gava ku kesek nehatibe dibêje “ez dê PAŞÎ bêm.” Bab û bapîrên me li pêşiya me jîne û em paşiya wan dijîn. Ji bo heywanên çarpê, bo her du pêyên nêzî serî pêyên pêşiyê, bo yên dî jî pêyên paşiyê têne gotin. Û ewilî pêyên pêşiyê bi rê ve diçin, dû re pêyên paşiyê. Gava mirov, erebe an jî tiştekî dî rêz dibin, heta yê pêşiyê neçe, yê paşiyê jî naçe. Du dar hatibine çandin, eger yek ji ya dî gewretir be, ya gewre ji pêşiya dara biçûk de hatiye çandin, ya biçûk jî ji paşiya dara mezin hatiye çandin. Di van mînakan de jî diyar e ku, pêşî, li ber paşiyê ye. Ewilî “PÊŞeroj” û piştre “PAŞeroj” e.

Ew mînakên me li jor dane, eger mirov dilniya û qaîl neke, em dikarin ciyê peyvên “pêşeroj” û “paşeroj”an, du peyvên soranî bibêjin, ev jî hemwateyên van peyvan in. Şûna “pêşeroj”ê “rabirdû” û şûna “paşeroj”ê jî “dahatû”. Bes mirov kêşeyên zimanî yên ho, bi vî awayî çareser nake. Hewce nake, ji ber xeletiyan mirov gencîneyên zimanê kurdiyê feda bike.

Ziman, her çend xwe biguhere û bi pêş ve biçe baş e. Bes koka zimanî jî ji pêşeroja miletî tê, bi desttêwerdanê, ji nû ve zimanê kurdiyê çênabe û çêbe jî ew ne kurdî ye.

Miradxan Şemzînî

5ê Rêbendanê 2017

Derbar Çand Name

Check Also

Gelo Kurd Bi Alfabeya Latinî Dibin Ateîst ?

Du-sê roj berê camêrek bi navê M.Y. (hem jî profesor e) li rûpela xwe ya …

Leave a Reply