Di Kuçeyên Welêt de Çandek Dijiya…

Bi destê jinan çandekî Kurdan di alîyê rojhilatê  de  hîn jî didome. Jin wekî ku di  her warî de xwe didan nişandan.Bi destê jinan çandek,kûltûrek li Dîyarbekir berdewam dike.Ev çand, çanda çêkirina  şe’rîya ye.

40-50 sal berê Jinan bi kêda destê xwe bi xwarinên xwezayî  zarokên xwe mezin dikirin. Bêguman xwarinên  Kurdan  pir dewlemend in. Le belê dewlemendî her tim ji cûrên xwarinan nayê holê. Ji xwarinên xwezayî, an go tab’î    tê holê.

Jina Kurd, jî berê da bi destê xwe tiştên bi te’m hilberandine. Wekî, herandinê ard û kirina nan, topkirina gîyayên xwezayî û qelandina wî û hwd. Jîyana jinên Kurdan bi tebîatê şikil girtîye.Ji ber ku bi tebîatê jîyane.

Tekîlîyên cîrantîyê jî  ji ber ve yekê pêşketîye. Helbet berê di konan de jîyan e. Pîştî  jîyanêkî mayîn de jî jîyanê  disa vê edeta xwe  domandiye. Karên malên xwe an jî çolê    bihevre kirine. Cîranekê  alîkarîya cîranê din  kiriye…
Di demên berê de jinan  gelê taxê di hewşekê de  an jî di malêke de kom dibûn.

Paçêkî radixistin û li dora paçê kom dibûn û dest bi çêkirina şe’rîya  dikirin. Helbet demên çêkirina şe’rîyan hebû. Hewce bû ku demsala wan were da ku çêbikin. Wê demê biryar didan. Bi gelemperî jinên ku emre wan  dora navbeyna 40-60’î bûn   şe’rîye çêdikirin. Helbet ev civandin hew ji bo şehrîya çêkirin nebû.

Ev bes dibû sedem. Lewra li vê derê her kesî derdê xwe parve dikir. Wekî nexweşî,mirin,zayîn û hwd. Bi vê yekê haya cîranan ji cîranan dibû. Bi keyf ,bi parvekirin him kare xwe dikirin û him jî sohpeta xwe  dikirin.

Hinekan kilam digotin,hinekan çîrokan digotin, hinekan jî carna direqisîyan û hwd.Yanî bi kurtasî parvekirineke mêzin di navbeyna wan de çêdibû.Vê tevgerê helbet insan jî nêzîkî hevdû dikir. Pîşgirîya hevûdû  digirtin. Şe’rîyên ku dihate çêkirin nedîhat firotin. Paşî li her malî belav dikirin yanî parve dikirin.Ev tevgera him ji ber tekîlîyên jin û mêrên taxê dibû tiştekî giring.

Lewra bi rêya karê çêkirina şe’rîya    jinan  hevdu û  mêran jî cîranên xwe  nasdikirin. Karê kî zehmet bû ji sere sibê heya berêvarê carna heya nîvê şevê dixebitîn.Helbet ev kar him keyfek dida jinan û him jî tamêkî bêhempa dixist mitbaxa wan.

Ji ber vîya çikas bibetilîyan jî qet loma nedikirin.Wekî şahîyek ditîtin.Ta’ma xwarinên xwazîyî,  him ji alîyê tendûrîstîya insanan , him ji alîyê tehmxweşîyê ve  tiştekî bêhempa bû. Jinên vê demê mixabin li bajarên metropol dijîn û êdî hertişt hezir distînin. Ji ber vê ya ku hezkirina berê, parvekirina berê û hestên berê  nema ne.Hertişt bûye sun’î. 

Li vê derê lazimê mafê jinên bere , mirov dîsa bîne ziman. Jin dema ku ji bo malbata xwe  xwarinekî çê dikir beguman hestên xwe jî dixist  nav xwarinê. Ji ber veya yê ku te’ma xwarinên ta’bîî xweş dibû. Rastîyêk heye ku mirov  çikasî ji dil  bike xwarin him bi bereket dibe û him jî bi te’m dibe..

Gotinên dawîyê mirov li ser jina dikarê  wisa bibêje   ; ‘’Hêlîn dîsa bi destê jinan tê çêkirin.’’

 

Sevda Kaplan

www.candname.com

Derbar Çand Name

Check Also

ÇAR PERWERDEHIYÊN GIRÎNG

Di Toreya Kurdî de ÇAR PERWERDEHIYÊN GIRÎNG Bêguman perwerde di çanda piraniya neteweyan de cihekî …

Leave a Reply