MELZEME- PÊDIVIYÊN XWARINÊ
Têra 6 kesan
*Goştê parsû: Nîv kîlo
*Pîvaz: 2 serî
*Nok: Qedehek avê
*Ava firingiyan: Kevçiyekî xwarinê
*Îsotên hêşîn: 2 heb
*Rûnê nivîşk: Kevçiyekî xwarinê
*Îsota reş: Kevçiyekî çay
*Xwê û av: Têra xwarinê
ÇÊKIRINA TIRŞIKA NOKAN
Nokên xwe şevekê berê bixin avê bila nerm bibin. Dema we xist avê devê firaqê vekirî bihêlin da ku xazata we jî bibe beqbeqok û derkeve. Roja din ji wê avê derxin, baş bişon û bixin beroşekê û li êgir bikin bila bikelin. Heta nokên we çêbin, pîvaz û îsotên xwe hûr bikin. Goşt hûr bikin û bikin çênî.
Goştê xwe bixin beroşê û bidin ser agir bila bipije heta ku av jê çikiya. Dema av ji goşt çikiya rûn bixin ser goşt, pîvazên xwe berdin nav rûn û goşt, heta ku pîvaz zeraxî bûn bila di hev de sor bibin, paşê salçeyê bidin berê, heta ku salçe di nav pîvaz û goşt de belav bibe bila biqele. Divê navberê de îsotên xwe yê hûrkirî bixin serê, bila demekê jî wisa bi hev re sor bibin dûvre nokan berdin ser û ava tirşikê pêde bikin. Xwê ya wê pê werkin devika beroşê bigirin bila bi hemdê xwe xwarin bipije . Dema nok û av li hev geriyan , xwarin amade ye, ji ser agir hildin û bi germî deynin ser sifreyê.
Noşî can be