Deftera helbestvanê ciwan li ser janake zirav qetaye

Helbest bi zimanê “xwe/ez” hatine lê kirin. Her çiqas diltengiyek hênûn hêmana serekebe jî.
Hêviyek hertim heye, ewrê helbestvan ji bo keskesorê bibîne xwe daqul dikir, û ev hêvî û hewildan bê
navber hûre hûr meşiya.

Bi destnîşan kirina Poe, Neruda û hwd de berê xwêner dizivirîne helbesta cîhanê, û bi remzeyê
xwe ên nazenîn ve xwêner ji Arjen Arî, Cegerxwîn naqetine.
Ziman fireh û devokiye. Şêwaz nûjen e. Bi min remzên herî nazenîn, helbestên herî dil ên
netewîbûn. Ew zilm û zordarî, ew bişavtina bi salan. Wek “navê xwe nezanîn” , “Hindakirina navê
xwe” û “ Zimanê Stenbolê” lêkiriye. Bê’ y ajîte bike, hûre hûr lê dike.
Her wuha remzên çandî û mitên Kurdî jî hebûn. Bi çîroka kalikê xwe destê xwener digirê û divê
wan rojên bi çîrok. Ê helbet bê Tivîlka /Teyrê Heftbask nedi bû.

Nivîskarê cîwan Rêzan Diljen, xeleta helbestê ya Arjen Arî a sala 2023 wergirt. Dema pirtuk diqete.
Xwenêr divê ev xelat ji te xweş helal be xorto.

Şanyar Adir

Derbar ziman

Check Also

Devoka Reşiyan

Kurdên xwecihî li Anatoliya Navîn (navenda Tirkiyê) Reben Celîkan NASANDINA DEVOKÊ YAN DEVERÊ BI KURTÎ …

Leave a Reply