Çîroka Agît (4)

Agît, xwe wekî zarokekî hest dikir. Bê xwadî bê rêber li nav darîstanê de wenda bu. Gavên xwe bi hêrs li axê dixist, her dere xwe dihezîya nezanî bû diçe ku lê dîsa jî meşa xwe kêm nedikir. Lewra li pêşîya xwe kanîyek dît, ber bi kanîyê çû û heta ku tîbuna xwe şikîya avê kanîyê vexwar û li kêlaka kanîyê rûnişt. Li berîyê xwe de pîrtukê kalo derxist. Rupel bi rupel pîrtuk tev de lê heta dawîyê pîrtukê qet nîvisek nedît. An pîrtuk vala bu an jî çavê Agît kor bu. Lewra li rupelê dawîyê de nîvisek dît bi çoş û kelacan nîvis xwend. Kalo ji nîvisê de wîha gotî bu :

Ey hevalê heja, ey lehengê xweza

Tu kî ez nezanim, ez kî me tu nezanî

Ne hewcêye kû ez te nasbikim,

Ji ber ku ew pîrtuka destê te ye,

Min zu da jîyana xwe dest daye.

Hemû hûnere min histirîyeke

Ew histirîya kêlekê pîrtukê ye

Ji vê zedetîr agahî tune ye

Ger ew histirîya li ser dile te be…

Agît, wateya nivîsê fehm kirîbu. Ji ber ku dema kalo mir, ji serî kalo de histiri ketîbu. Çiroka histirî jî kalo, Agît re gotî bu. Agît li berîye xwe de histirî derxist, bi rastî ew histirîya hîn diçurisîya. Yek jî xuya dibu ku ew histirî, bi destê hêzekê mezin de hatîbu û mîrov her çikas nezanîbe jî sedeme kî xwe hebu.

Agît, histirî girt û li ser sîngê xwe de ji tera dilê xwe kir. Bi bandora janê , her derê xwe hejîya. Mejîyê xwe de nalîn û qirîn tevlihev dibun. Dilê xwe wekî kewokekî dilerzîya…

Agît çend roj bi janê histirî , cîhê xwe nelivîya. Agît, fehm kir kû heger mêjîyê xwe perwerde neke , ew nalîn û qirîna ji hev dernexe nikare tiştekî bike. Ji ber wê yekî Agît çû şikeftekî û çel roj tê de ma. Dixwast kû, dema ji şikeftê derket wekî kalo alikarîya xweza bike…

Fırat Büyükfırat

 

 

Derbar Çand Name

Check Also

Rêzimana Dîwana Melayê Cizîrî

Destpêk Yek ji lêkolînên ku cihê wê di lêkolînên kurdolojiyê da bi giştî û di …

Leave a Reply