Çîroka Agît (3)

Ji bo çîroka YEKEMÎN Pêlêke

Ji bo çîroka DUYEMÎN Pêlêke

Kalo, bi dengekî efsûnî berdewama gotinê xwe dikir:

– Binhêr Agît min hîn mijarê herî girîng negot. Bi taybetî xebatê min alîkariya mîrova ye, ajala ye alîkariya hemû xweza ye. Heger ku yek bikeve tengasî û bi dil xwaziya min bike ez ê bigehijim we/wî…

-Êdî ez kal büme tu jî dibînî, hîn ku ez zindî me û li ser xwe me ez dixwazim hûnerê xwe ji te re bibêjim û dû/dawıya min tu vî karî bikî. Lê belê tu çawa difikirî, çi dibêjî ?

Agit:

– Dibe ku tu rast dibêjî û dibe ku tu kalekî rind î lê ez nikarim tiştekî wusa bikim karê min heye, tu mîrovekî din bibîne.

Kalo:

– Ey cîwanê xort, ez dibêjim tu yê lehengekî nû bibî, tu yê xweza biparizî, tu dibêjî ez ê xwe binhêrim,  xweza ne xema min e. Ma tu mîrovekî xwehezî ? Yek jî heger ku tu carekî tahma vî karî bistinî , tu yê bi dil vî karî bikî…

– Binhêr dilê min dilerzıya dîsa, wêneyek hat mêjiya min. Li darîstanê xezalek xweziya min dike. Birîndar bûye, tî û birçî maye. Çi dibêjî Agît, niha em çi bikin? Dixwazî em wî nalîn û qirînê nebîhîzin, em tenê bo xwe bijîn.

Agît:

– Na yaw kalo, te çawa kir. Çawa ez ewqas dil xerab bibim. Heger gotinê raste wê demê em bilez biçin û wê xezalê re alîkarî bikin lê em ê çawa biçin?

Kalo keniya û gelek keyf xweş bu :

– Tu were paş min û gurmikê min de bigre.

    Agît bi rewşekî kelacan û pîçek jî bi tirs gurmikê kola va girt. Kalo gopalê xwe rakir û sê cara erdê xist. Jî serî kalo heya linga çirusîyek peya bu û kalo guherîya teyrekî mezin. Agît gelek tirsîya , cîhê xwe de qerimîya. Lewra kalo perê xwe li erdê re direj kir û xwazî Agît kir. Agît, tirsa xwe pîçek avit û hilkişîya piştê kalo/teyrê. Kalo bi gavên lez ji şikeftê derket û ber bi asman firîya. Agît tirsa re histûyê kalo digufşand. kalo dikuxîya dikuxîya û yek jî xwuya dibu ku edî hêza kalo nema bu , westîya bû. Pîçek dem şinda darîstan xwûya bu. Xwe berdan nav darîstanê lê kalo pir westîya bu, ji ber we yekî kalo haja xwe wenda kir û li darekî qelîvîya. Herdû jî ketîn erdê, serî kalo birindar bu li nav xwînde ma lê Agît re tiştek nebû.

     Agît rabû ser pîya û bi destê xwe serî kalo rakir. Kalo perê xwe sê cara ji erdê xist û guherîya rewşa xwe yê bere. Bêhna xwe teng bu, nikaribu bipeyvîya.

Kalo bi dengekî nalîn wiha got :

– Agît tu jî dibînî, êdî hêza min nema ye. Li vê demê şînda êdî tu yê vî karî bikî. Min biborîne, xwesteka min ew bu ku ; ez te re hemu hûnerê xwe bibêjim, te perwerde bikim lê êdî jîyana min li vir xilas dibe.

Agît bi destê xwe ruyê kalo pakuj kir. Li ser kalo giriya. Kalo disa berdewama gotînê xwe kir :

-Binhêre Agît, li beriya min de pîrtûkek heye. Wê pirtûkê derxe, min hemû hûnerê xwe li wir nivîsiya ye, tu yê bixwunî û fehm bikî. Yek jî gopalê min jî bila ya te be. Li xwe baş binhêre, alîkariya xweza bike, xezal benda te ye.

Çavê kalo qurç bû, dilê xwe yê pakêj sekiniya. Agît şaş bû, nezanî bû ku çi bike Lewra laşê kalo çirûsîya, çirûsiya mezin bu û derbekî de teqiya. Bi bêhnekî xweş wenda bû. Li du kalo tenê pîrtûk û gopalê xwe yek jî histirîyê ku li serî kalo de çûbûma. Ew histirîya wek berê diçûrisiya.

   Agît fehm kir ku bi berketina kalo tu tiştekî nikare bigûherîne, li ser wê yekî; gopal, pîrtûk, histirî yê kalo kire berîkê xwe û kete şopa xezalê…

Fırat BÜYÜKFIRAT

www.candname.com

Derbar Çand Name

Check Also

Rêzimana Dîwana Melayê Cizîrî

Destpêk Yek ji lêkolînên ku cihê wê di lêkolînên kurdolojiyê da bi giştî û di …

Leave a Reply