Çîrok I Qedrê Wextê I PDF û e-pirtûk

 Bi PDFî daxîne an jî e-pirtûk bixîne

  PDF Daxîne       

PDF E Kitap indir (@PDFeKitapEvi) / Posts / X   e-pirtûk

Hebû tunebû. Rojekê ji rojan di welatekî dûr de mêrikekî kal hebû. Ev Pîremêr gelek zana bû. Bi zanabûna xwe ve makîneya demê çêkiribû. Ev makîne di demê de tu bixwazî biçî kîjan wextê te dibe wî zemanî. Pîremêr divê vê makîneyê gelek baş veşêre ku nekeve destê nezan û mirovên nebaş.

Dema ku êdî nedikarî parastina makîneya demê bike wê gavê fikirî ku vê makîneyê teslîme ciwanekî bike. Ew ciwan jî gelek biaqil û mirovekî baş be.

Çend meh derbas bûn lê kesek nedît. Rojekê baranê lêdikir, ewr û ezman te got belkî ya bihata xwarê. Ciwanek bi bajar bajar digeriya hat bi rastê mala Pîremêr. Ev ciwanê gerok bi şiliyêde mabû. Hema ber derîyekî mezin bu û bi zorê derî lêda. Got: êdî ez nikarim vê baranê de berdewam bikim. Tu dengek ji malê nehat. Car din derî lêda, dîsa deng/pêjn nehat. Dema ku bêhêvî ma, derî hêdîka vebû.

Pîremêr jê pirsî: Tu çi dixwazî gelo?
Ciwanî got: ez gelek şil bûm û birçî me, ji kerema xwe dikarî min bigrî mala xwe. Ku karekî te hebe ez dikarim ber te va bi alîkariya te bikim, karên te bînim cih.
Pîremêr ji xwe dê hildaba mala xwe. Lewre gelek mêvanhez bû.
Got: De were tu niha gelek cemidiyayî. Ciwan jî derbas bû û gelek kêfxweş bû. Dema derbasî malê bûn axiftina xwe dewam kirin.
Pîremêr got: tu li ku tê yî û li ku ve diçî?
Ciwan gote: ez dixwazim hemû cîhanê bigerim, bibînim ku mirov çi dikin, cihên çawa de dijîn.
Pîremêr got: navê te bixêr?
Ciwan gote: navê min Aram e.
Pîremêr gelek li vî ciwanî hez kiribû. Çend rojan Aram li cem Pîremêr ma. Wextê xwe bi ilm û hunerê re derbas kir.
Pîremêr vî ciwanî pir hez kir û bi zanebûna wî jî heyran ma. Bi yên ku ciwanên emrê wî de wekî wî ne biaqilin. Baş fikirî û got, ez ji xeynî vî ciwanî nikarim makîneyê teslîmî kesî bikim.
Rabû çû cem Aram  û bi wî re axifî. Hemû mijar bo wî yek bi yek vegot. Aram bi dil û can Pîremêr guhdarî kir. Lê li ber dîwarê mala wan yekî nexêrxwaz jî hemû xeberdana wan guhdarî kir û çû cem Mîrê xwe.

Mîrê li wî welatî qet nebaş bû. Her tim mirov tehdît dikir, ditîstandin. Ji ber vê çendê mirovan li vî Mîrê hez nedikirin. Mîr dema ku haya wî ji makîneya demê çêbû, gelek ramanên nebaş hat aqlê wî. Zû gazî merivên xwe kir ku herin vê makîneyê bi dest bixin.

Dema ku nêzîkî dora mala Pîremêr dibin, Pîremêr û Aram pêdihesin ku hatine ji bo makîneyê. Pîremêr dibêje Aram: Zû vê makîneyê bibe veşêre, milê paş re derîyek heye tu bi wir re kanî herî pişt bajar. Lê bîr neke ev makîne divê nekeve destê nezana. Ku tu bizanî ku tu xetereyêdeyî, makînê bişkêne.

Aram Pîremêrd baş guhdarî kir. Bi rev û rev milê derîyê  paş ve çû. Merivên Mîr dema hatin nav malê, hemû cihan geriyan makîne nedîtin, hêrs bûn û çûn.

Dema ku Aram derket ji wî bajarî çend rojan gera xwe berdewam kir. Nêzîkî bajarekî din bû, li vî bajarî jî biçek bêhna xwe veda. Li ber dîwarê malekî de bîhîst ku merivên Mîrê xerab hîn pey wî ne. Divê car din ji wan xwe xelas bikira. Fikrek hat aqlê wî. Dê wî ew makîneya bi kar bianiya. Çawa ku Pîremêr nîşanî wî kiribû, wî jî ew da xebabitandin. Li ser bişkokên jimare hebûn ku, kîjan salê bixwaze dê bibe wê salê. Wî jî pêl hejmara 2054an kir. Dema ku pêl bişkoka dawiyê kir, hew dît dinyaya ber wî diguhere. Çend deqîqeyan nekaribû xwe tev bide ku heta guhertin biqediya.

Guhertin qedîya û li dor xwe nihêrî. Şaşwaz bû û hema heyîrî ma. Dinyayeke ecêb, dinyayeke cuda. Li dora wî otomobîlên ji yê ku dema wî de gelek xweştir bûn. Çavên wî li hema her derî digerîya. Her tişt meraq dikir. Nizanibû ku li vir dê çawa wextê xwe derbas bike.

Gava ku biçek rêve çû, ajotevanekî asîmanan dît. Her ku cihekî dinihêrî zêdetir şaş dibû/matmayî dima. Mirovek dît ku siwarî tiştekî bûye wek kursîyekê. Lê robotekî ew diajot. Ber wî qasî jî, ji bo mirovan nûçeyên hemû cîhanê dixwîne.

Cihekî din jî dibîne ku qafeyeke/cafe ku xizmetkarê wan robotên bi dest û pî ne. Belê dema ku ew jî têde dişixulî robotên wekî van dîtibû. Lê ne ewqas bi belavbûyî bû. Li nav bajar de meşiya bi milên din jî. Wê derê çi bibîne! Car din pir ecêb ma. Darên ku hewqas bilindin tu carî nedîtibû. Pir û pir bilind bûn. Li ser darê de jî xelek çêkirine û mal, dibistan, nexweşxane çêkirine. Mirov jî pê ajotekên xwe difirin, diçine wir.

Aram bi şaşwazîya xwe û li gorî cilên wan cuda bu ji wan. Leşkeran dema ku ew dîtin, bala wan kêşind. Fehm kir ku ew ne ji wan ne. Bêguman rast bu. Wan jî berê xwe da ber bi Aram ve. Ji Aram pirsîn ‘tu kî yî, ji ku tu hatîyî?’ Aram ji nişka ve veciniqî. Nedizanî çi bersivê bide. Cihê xwe de matmayî bu.

Leşker hema zû bi zû milê Aramê reben girtin û birin. Hew dît ku binçavandeye. Ev xetereyeke mezin bû. Lewre dema ku ew makîneyê bibînin dê jê bistînin. Aram naxwaze ku kes jê bistîne. Dîsa biryar da ku ew dê makîneyê bi kar bîne û xwe ji binçavkirinê jî xelas bike.

Car din pêl bişkokan kir. Hejmara di demê ku ew hêj Pîremêr nenasîbû pêl kir. Lewre dê merivên Mîr jî êdî li dû wî nebûyan. Belê belê ev fikireke gelek baş bû û pêl kir. Dîsa der û dora wî diguherîya. Hat bîra wî ku leşker dema here Aram nebîne, dê çiqas şaşwaz be û kenîya. Wext wexta wî bu cardin, kêfa wî hate cîh. Fikirî, dîsa demeke nêz de ezê makîneyê bi kar bînim. Lê vê carê ez ê gerînekê paşerojê bikim.

Dîsa zanîbû ku her dem, bi nav xwe de xweşîyek vedişêre. Lewre ku hemu tişt wextê xwe de xweş e. Ne zû ne jî dereng. Divê hemû kes qedrê jiyana xwe û wextê xwe bizanibe…

Nivîskar: Nerîman Keskîn Teker

About Çand Name

Edîtorê malperê - 1 (Nivîsa bar dike, sererast dike û diweşîne)

Check Also

Çîrok | Karwan û Eşqiya

Tê gotin li ser axa Yewnanan pêşiya karwanek hat birîn. Dizan karwan şeland. Dest danîn …

Bersivekê Binivîsêne

Epeyama we nayê weşandin. Required fields are marked *