Çîpên Ecêb

Pêşveçûna teknolojîyê di demên dawî de mirov matmayî dihêle. Tiştên ku me carê di fîlman de didît yek bi yek dibin rast û dikevin nav jiyana me. Piştî vê pêşgotina biçûk ka em binêrin bê ka çi qewimî ye û ez çima wisa dibêjim.

Li Rûsiyayê şîrketa noroteknolojîyê Neiry projeyek gelekî ecêb û balkêş ragihand. Li gorî Neiry, wan çîpek hazir kiriye û vê çîpê bi emeliyatê dixin mejiyê kevokan. Û bi vî awayî kevok dibe bîyodron (drona zindî). Ji bo enerjiyê jî li ser pişta kevok qutiyeke biçûk girêdan e. Ev qutî bi enerjiya tavê dişixule û bi sîstema GPSê kevok tê şopandin.

Neiry îdîa dike ku operator bi saya sînyala ku raste rast dişîne mêjî, dikare li asîman kevokê wek dronekî kontrol bike. Piştî ku sînyal diçe mejîyê kevokê, kevok dixwaze bi alîyê ku operator îşaretkirîye ve biçe. Û ya herî balkêş û ecêb ew e ku kevok bawer dike ku ev biryar bi îradeya wê hatîye dayîn. Ew nizane ku kesekî din wê kontrol dike.

Dîsa li gorî îdîaya Neiry hewce nake ku kevok were perwerdekirin. Piştî emeliyatê dikare ji dûrahî ve were kontrolkirin. Kevok di nava rojekî de nezîkî 480 km difirin. Ev jî tê vê wateyê ku bîyodron ji dronên normal gelekî çetir û serkeftîtirin. Mesrefa bîyodron û dronan jî hema bêje wekhev in.

Nîqaşên li ser ewlehî û etîkê

Pisporên ewlekariyê, dibêjin ev teknolojî ji bo casûstî û erkên leşkerî dibe ku were bikaranîn, ji ber ku Kremlîn bixwe piştgiriya vê projeyê dike. Kevok li her derê bajêr têne dîtin ji ber vê yekê jî bîyodron û kevokên normal zû bi zû ji hev nayên ferqkirin. Tenê cûda bûna wan ev e ku li ser pişta kevokên bîyodron qutiyeke biçûk heye.

Her çend şîrket îdîa dike (an jî armanc dike) ku saxmayîna piştî emeliyatê %100e jî, ne eşkereye bê di dema emeliyatê de çend kevok mirin e.

Damezrînerê Neiryê Alexander Panov anî ziman ku vêga projeya wan li ser kevokaye lê eger hewce bike ew dikarin li ser çûkên hîn bihêztir lêkolîn bikin û wan bikarbînin.

Mahmut Yağmahan 

About Çand Name

Edîtorê malperê - 1 (Nivîsa bar dike, sererast dike û diweşîne)

Check Also

Yamalı Peyzaj (Peyzaja Pînekirî)

Xwendineke Derûnkolînerî — Nêrînek Psîkanalîtîk, Civaknasî û der-kolonyal Destpêk Edebiyat ne tenê hilberîna hûnerî ye …

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *