Cilûbergên gelêrî geş dibin

Bazara cilûbergên Kurdî yên gelêrî ku heta çend sal berê ji bilî hin herêman li ber têkçûnê bû, di van salên dawî de ji ber bayê modayî ji nû ve geş bû. Terzî û cilfroşên Amed’ê dibêjin ku wan ji bo domandina vê hêmana çanda gelêrî dest bi vî karî kirine û bi ser ketine. Terzî û cilfroşan her wiha dan zanîn ku ew êdî van cilûbergên kurdan henardeyî gelek welatên din jî dikin.   

Kevneşopên gelêrî vedijîn

Cilûbergên ku yek ji grîngtirîn hêmana kevneşopiya kurd e, li gelek deverên Kurdistan’ê, ber bi wendabûnê ve diçûn. Cilûbergên ku bêtir li Colemêrg, Dêrika Çiyayê Mazî, Agirî û Muş’ê di jiyana rojane de dihatin bikaranîn, lê li gelek bajarên Bakur hatibûn jibîrkirin, bi bayeke nû dîsa dikeve nav jiyana rojane. Nuran Ekti ya 52 salî û xwediyê 2 zarokan ku di sala 1999’an de dest bi dirûtina cilûbergên gelêrî kiriye, destnîşan kir ku ji bo vê kevneşopiya kurdan bi aweyekî bivejîne dest bi vî karî kiriye. Ekti diyar kir ku dema wê dest bi vî karî kiriye, gelek zehmetiyan kêşa ye û wiha dom kir: “Dema ku min dest bi vî karî kir, zarokên min piçûk bûn. Ji aliyekî min karûbarên mala xwe dikir û zarokên xwe xwedî dikirin; ji aliyê din ve jî ez bi karê dikanê û hilberandina cilûbergên kurdî re mijul dibûm. Ji ber vê yekê jî min gelek zehmetiyan kêşa. Lê niha zarokên min mezin in, neviyên min hene û ez di karê xwe de bi ser ketim.”

Cil û bergên kurdî di modaya cîhanê de ne

Ekti amaje dike ku armanca wê bi destpêka vî karî ew bûye ku di nava têkoşîna kurdayetiyê de bibe gavek û anî ziman ku wê bi dilsozî dest bi vî karî kiriye û xwestiye ku keda wê di deryaya çanda kurdî de bibe dilopek. Ekti, dibêje ku bi sed salan e, nasnameya kurd nayê qebûlkirin û bi her cûre asîmilasyonê hatiye xwestin ku çand û kevneşopiya kurd wenda bibe. Li gor Ekti; “Bi sed salan e kurd nayêne dîtin û bi vê helwesta nedîtina kurdan re her wiha tê xwestin ku çand û kevneşopiya kurdan bê wendakirin. Zext û zora li ser çanda me, ez bêçar hiştim ku vî karî bikim. Ji bo ku çanda me wenda nebe divê em li cilûbergên xwe jî xwedî derkevin. Ji ber van helwestên xêrnexwaz, gelê me ji çand û kelepora xwe dûr ket. Ji bo ev çand wunda nebe min dest bi vî karî kir û xwest ku cilên kurdî derxim pêş û ji modeya cihanê re bikim alternatîf.”

Ji ber ku dikana wan li ser kolanek navendî bûye, berhemên ku wê dirûtiye ji alî gel ve hatiye dîtin: “Piştî ku min berhemên xwe di vîtrîna dikana xwe de pêşan da, eleqeyeke mezin çêbû, hin kes ji erebeyên xwe peya dibûn û dihatin min pîroz dikirin û cilûbergan dikirîn.”

“Ji Yozgat’ê jî sîparîş tên”

Ekti da zanin ku vê baldariyê ew dilxweş kirine û ji ber vê yekê wan hewl daye ku karên xwe mezintir bikin û wiha pê de çû; “Em cilûbergan yekane jî difroşin. Ger ku daxwazî hebe, bi tevahî jî difroşin. Di demên dawîn de, ji derve jî baldariyek mezin heye û em bo derveyê welat re jî cilûbergan dişînin. Li ser siparîşên kesên ku li Ewropa’yê dijîn em cilûbergan li gor daxwazên wan didirûn û dişînin. Li Tirkiye yê jî ji bajarên wek; Stenbol, Mêrsîn, Enqere, Konya û her wiha ji Yozgat’ê jî sîparîş tên. Di meha Adarê de, bi taybetî jî di rojên nêzîkî cejna Newroz’ê de sîparîşên me pir zêde dibin. 4 xebatkarên me hene, lê belê ji ber ku di Newroz’ê de sîparîş zêde dibin em di wê demê de hejmara xebatkarên xwe zêde dikin.”

“Barzanî taybetiyek mezin dide cilûbergan”

Ekti diyar kir ku eleqeya derbarê cil û bergan de roj bi roj zêde dibe, dema ku wan dest bi kar kiriye, cil û bergên herêma Colemêrg’ê zêdetir hatine firotan û eleqe gelek baş bûye, niha jî cil û bergên Colemêrg’ê têne firotan, lê belê yên heremên din jî carcaran derdikevin pêş; “Par eleqeya herî baş ji cilûbergên Colemêrg’ê re bû. Îsal jî eleqeya herî mezin li ser cil û bergên Başûrê Kurdîstan’ê bû. Zêdebûna eleqeya ji cilûbergên Başûr re bi gurrbûna pêwendiyên Bakur û Başûr ve girêdayî ye. Taybetiya van cilûbergan ew e ku wek şal û şapik tên naskirin û Serokê Herema Kurdîstanê Mesut Barzanî taybetiyek mezin dide van cilûbergan û di gelek civînên fermî û yên nav dewletî de li xwe dike. Ev yek dibe sedem ku ev şêwe cilûberg bêtir derkevin pêş.”

“Min bi tenê destpêkir lê niha em 15 kes in”

Mehmet Kaymak jî 8 sal berê bi firotina kincên bûkan dest bi vî karî kiriye. Kaymak diyar kir ku dema wî dest bi vî karî kiriye, bi serê xwe bûye, lê dûv re berdestek li cem xwe daye xebitandin. Wê demê wî tenê karê frotina cilûbergan kiriye. Kaymak pêşveçûna karê xwe bi hezkirina vî karî re têkildar kir û da zanîn ku niha di kargeh û dikanên wan de 15 kes dixebitin û bi vî karî debara xwe dikin. Kaymak, di derbarê zêdebûna eleqeya cilûbergan de jî got: “Bêtir di rojên taybet de cilûbergên kurdî têne bîra kurdan.”

Kaymak, ji ber ku tenê di rojên taybet de cilûbergên kurdî têne lixwekirin gazinên xwe  anî ziman û pêwîstî bi wê yekê kir ku bila di jiyana rojane de jî kurd cilûbergên xwe bikar bînin. Kaymak da zanîn ku di rojên taybet de jin bêtir fîstan, mêr jî şal û şapik li xwe dikin û got: “Ji bo berhemên kevneşopiya me ji nû ve zindî bibe, min dest bi vî karî kir. Ez ji vî karî pir hez dikim û ger ku mirov ji karekî hez bike, wê bi ser bikeve. Em cilûbergên Colêmêrg, Wan, Şernex û yên Başûrê Kurdistan’ê çêdikin. Ev cilûberg di kargeha me de têne dirûtin. 3 dikanê me yên ku karê frotinê dikin hene.”

“Mercên salên 90’an pir zehmet bûn”

Kaymak kêfxweşiya xwe ya belavbûn û zêdebûna firotina cilûbergên gelêrî tîne ziman û  dibêje ku ew bi vî karî hem çanda kurd zindî dikin û hem jî ji vî karî pere qezenc dikin: “Di salên 90’an de kurdan, ji bo zindîkirina çanda xwe gelek zehmetî kişandin. Hin caran kesek ji bo poşiyek diket girtîgehê û bi salan di girtî dima. Lê niha ne wisa ye. Ji ber vê yekê divê kurd çanda xwe bijîn û ji nû ve vejînin.”

Cilûbergên kurdî li girtîgehan tê qedexekirin

Li gel van geşedanên mezin û grîng jî li Tirkiye’yê cilûbergên kurdî hîn jî wek amûreke qedexe tê dîtin. Li Girtîgeha Sergirtî ya Tîpa M ya Wan’ê, fîstanên jinan bi tohmeta; ‘fistanê rêxistinê ye” hate qedexekirin. Hate zanîn ku pasbanê girtîgehê bi tohmeta ku fîstanê ku malbatê ji keça xwe ya girtî re şandiye, wek ‘kincê rêxistinê’ binav kiriye û negirtiye girtîgehê.  Leyla Acar, dû fistanên bi rengên sor û zer hatine çêkirin ji bo xwişka xwe Herdem Acar biriye girtîgehê û ji bo radestî wê bikin daye beşa emanetê. Lê belê Acar, piştî hefteyekê di doja dîtina xwişka xwe de hîn bûye ku fîstan bi tohmeta ku fîstanê rêxistinê ye radestî xwişka wê nebûye.

Çavkanî: basnews.com

Derbar Çand Name

Check Also

ÇAR PERWERDEHIYÊN GIRÎNG

Di Toreya Kurdî de ÇAR PERWERDEHIYÊN GIRÎNG Bêguman perwerde di çanda piraniya neteweyan de cihekî …

Leave a Reply