Çend Dilop Ji Kûzekî

(1)

Bi qasî ku gihanê gencîneya te bi dirêjiya demê mêtin, nema geştiyar tiştî di kûzê te de dibînin, tewir ji wan e ku tu ji berê paşê de perîşan û xizan e, lê tevî ku hemû zevî û kargehên te hatine dagîrkirin,  lê dîsa jî tu di dilê xwe de dibêjê: ev kesinî biyan in û rewşa min ya awarte nizanin, û ew bi ser de hîn mêvanin û divê mirov mêvanên xwe tengezar neke, lê hestên comerdiyê tevî desttengiyê xwe li te digerînin, daku tu çend dilopên zêrîn bi ser zemîna wan ya tî de bibarîne û xwe ji wan re di riya berhemên xwe yî bedrest re pêşkêş bike, û di nav peyvan re xuya bikî ka tu kî bû û niha piştî kaniya te miçiqanidine tu kî ye.

(2)

Ta ku bighê baweriya ku Tiştên niha ew têde digevize û wî kirine yên xwe berê yên te bûne, û duqatî wê demê dem û hêz gerekî te ye daku tu bi wan re baweriyê çêbikî û bêjê ku bav û kalkên wan duh li ser pişta talankirin te bûne dewlemendên vê serdemê.

(3)

Heyanî  ku tu li ser xwe ye dê çêra xêrûbêra te bikin, lê piştî ku çiraya te rûwê xwe berve vemrandinê be û rola te ber bi nemanê be, yên ku bi kevirên avahiya te ya hilweşayî dezgeh û qonaxên xwe bilind kirine, heya jê tên ê navê serdema te jî jibîranînên civaka xwe hilînin û kelepora te winda bikin, daku nebêjin em li ser sermiyan û berhemên wî hatine ava kirin.

(4)

Comerdî nirxê mirov di civakê de bilind dike, lê bila comerdiya te nebe ava ku li bayabanê dibare, yaku ne mirov û ne ajal û ne xak sûdê jê werdigrin, bila bikêmanî nîvê wê baranê li ser zevî û gulistanên mirov û dost û heval û mana te bibare.

(5)

Tu çiqasî bidî dê Tim birçiyê birinê bin, gencîniya te ê vala bibe, tê dest boş bimîne, lê dîsa jî ew têr nabin, tenê gava rûxandina te ji kok de bi çavên serê xwe dibînin wê bîhnokê dê ji te bigerin.

(6)

Baweriya te ku gerdûn ji kesî re namîne war bila li cihê xwe be, lê heya ku tu li ser rûyê zemînê ye bila tu zindî bijî ne mirî be, û zindîtî alavên wê hene, û divê di destê te da hebin, daku tu ji zindiyan were jimartin.

(7)

Bila mana nijada te li ser rîçalên hebûna te be, him bi kûrahiyê de here û him jî berve jor de hilkişe, lê ji bo ku nav û Dengê te her nemirî bimîne, divê çek û zanîn û saman li ber destên te hebin, heyanî ku mana te û hebûna nivî niviyên te weke latên Çiyayê Lêlûn  bidomîne.

Majêd a Mihemed

*Çiyayê Lêlûn: çiyayeke li rojhilatê herêmê Efrînê ye, Li rojavaya wî çiyayî Çemê Efrîn ye, warê Êlê Kurdên Robaran (Robarî) û Şêrewan ne.

 

Derbar ziman

Check Also

Devoka Reşiyan

Kurdên xwecihî li Anatoliya Navîn (navenda Tirkiyê) Reben Celîkan NASANDINA DEVOKÊ YAN DEVERÊ BI KURTÎ …

Leave a Reply