Nivîsxane

– Nivîsên sîyasî nayên weşandin.
– Nivîskar ji nivîsa xwe, xwendekar ji xwendina xwe berpirs e.
– Her nivîs tê kontrolkirin û li gor weşanê tê redektekirin.
– Divê her nivîskar herî hindik mehê carekê nivîsekê bişîne.
– Nivîskar ku nivîsan neşîne hişyarî tê dayîn, ku nebe nivîs nayê rakirin lê cîyê nivîskar ji quncik tê rakirin.

Helbest û Çend Taybetiyên Wê (2)

C – HELBEST DERMANÊ ŞADIMANIYA RUHÎ YE   Huner neynika xwezayê -naturê- ye. Mirov ji xwezayê hazên – xweşiyên – estetîk werdigre. Dema mirov di nav dar û daristanan de digere, li ber golê rûnî dike, li çîyan dinêre, di nav bahrê de avjênî dike, ruhê mirov şad û bextîyar …

Read More »

Pirtûka Nan û Jiyan

Li başûrê Kurdistanê ji ber qedexebûna zaravayê kurmancî nivîsîn û rewşenbîriya kurmancî jî lawaz bû. Di hêla perwerde û rewşenbîriyê de zimanê serdest soranî bû û kêm kesan di devera behdînan de xebatên rewşenbîrî dikir. Yek ji wan navên serekî Emînê Osman bû ku bi zaravayê kurmancî dinivîsî û  di …

Read More »

Hestên Birîndar

Ez ê ji dilê xwe rûpelekê vekim îro ji bo te Havîn Acar Şûnpêyên te bişopînim li ser bîranînên evîna xwe Di nav rê û bajarên giyanê xwe de şemalekê vêxim Ji hêviyan, ji stranên azadiyê Dîmeneke ji dergehê lal Di nav xewn û xeyalên xwezayî de Diricifin destên min …

Read More »

Ez Qamişlo …

Ez Qamişlo di kefa herdu destên xwe de hildigirim û têr digrîm Qamişlo! Ezê rûpelekê ji dêmê deryayê bidizim û dêmê te yê birîndar bineqişînim, berî ku xwîna te ya gerim ziha bibe, berî ku qêrîna birîndaran û kenê zarokan di navtar û kolanên te de bi çilmise û winda …

Read More »

Helbest û Çend Taybetiyên Wê (1)

A – HELBEST HUNERA ZIMAN E Li gor roman, çîrok, şano û hemû cure nivîsên pexşan, helbest ciheke kin digre, lê pir tişt dibêje. Helbest hunera ziman e. Peyvên helbestê hilbijartî ne, hevokên wê wek dantelê li hevûdu nexşandî ne. Di her peyv û hevokê de maneyên giranbiha hene. Helbest …

Read More »

Strana Azadiyê

Netirse, ji asoyan nakevê ala sor, Heta ku hebê li welatên min maleke ava. Ev sterka gelê min e, yê biberiqê, Ev a min e, tenê a gelê min e. Ey heyva nazik, gorî te bim, nevegerêne rûyê xwe ji me, Carekê bikene ji gelê min ê egît re, ev …

Read More »

Peyva: “Dîk û Dik”

Di Kurdî de bikaranîna du peyvan û nêzikiya wan peyvan: Peyva: “Dîk û Dik” Dîk navê ajalekî ye. Ev ajal radibe li ser derê bilind bang dike. Ji bo ku dengê xwe biçe gelek kesan, cihên bilind ji xwe re hildibijêre. Dik jî navê cihekî piçekî li der dora xwe …

Read More »

Ma Qey Bawerî (Îman) Tenê Bes e ?

Ji bo xelasî û necata însanan îman tenê bes nake.  Axîret; bi îmanê tenê, xelas nabe. Rebbê Alemê di sureya Hucurat, ayeta 14an de dibêje;” Bedewiyan go me îman anî. Bibêje; we (hêjî) bawerî ne aniye. Lê belê bibêjin, em teslîm bune. Hê jî îman ne ketye dile we. Heke …

Read More »

Ezbenî! Carna tu neçar dibî …!

Ezbenî! Carna tu neçar dibî ku di bajarê Kerran re bimeşe..! Ezbenî! Carna tu neçar dibî ku dergehê mala xwe ji ber bahozê bigre, da ku xewnên te yên kevin bi xwe re nebe û tu bi aramî di mala xwe de razê. Û carana.. Pêwîste tu dergehê mala xwe, …

Read More »

Pêwîstiya Nirxandina Romanên Kurdî

Li ser romanên kurdî çiqas gotarên danasîn, nirxandin, şîrovekirin û analîz bêne kirin ewqas ji bo romana kurdî û bi gelemperî ji bo edebiyata kurdî baş e. Hinek kes (xwendevan û nivîskarên kurd) bi devkî romanên kurdî, berhemên edebî dinirxînin, lêbelê bi nivîskî yek rêzek jî nanivîsin. Gotinek heye dibêjin; …

Read More »