“DOLÎDANG” ev jî edetek e û di nav êzdîyên Ermenîstanê de tê derbas kirin.Ev edet xût mîna “Cangîlûm” ye û “cangîlûm” jî weke sed sal e di nav zarokên êzdîyan de jî tê derbas kirin.
Li Ermenîstanê nav zarokên biçûk de edetek wisa heye,wexta rojê kifşkirî, zarokên biçûk- keç û kur ba hev tên,bona komê xwe bûk û zeva dijbirin.Pey çi jî kûçe-kûçe dikevin,derê her malê dixin û aha distirin:
Bûka me çi bixweze?
Rûnê çêleka sor bixwaze
Hêkê mirîşka sipî bixwaze
Cangîlûm can can,can bûkê zêr can.
Paşê navê keçikê wê malê dipirsin û sitranek ser wî dibêjin.
– Ji Tiflîsê meqes wê bînin
Kincên “navê zarokê didin” wê çê kin
Cangîlûm can-can,can bûkê zêr can.
Mesele wan re hêk,rûn yan pere,yan jî tiştek başqe didin,dîsa pê stiranê razîbûna xwe tînin ziman:
Bijîn-bijîn her hebin
Gul bin,geş bin,qewat bin
Cangîlûm can-can,can bûkê zêr can.
Kengê êpêce hirmûr berhev dikin,mala yekê de kom dibin û xwe re kêfek xweş derbas dikin.
Min jî di zarotîyê xwe de beşdarî vê cejinê bûme.
Nivîskar: Têngîz Siyabendî