Di demên berê de li gundan odeyên mêvanan hebûn. Mezin û navdarên wî gundî li quncikê herî jor rûdiniştin. Dê mirovên din jî bi rêzê, ber bi jêr ve dihatin rêz kirin. Li herî jêr jî ciwan û zarok rûdiniştin û xizmeta odê dikirin.Yên ku herî pijyayî û layiqî odeyê bûn, ji bo xizmetê di rêza yekem de bûn.
Xizmeta odê ji bo mirovan şeref û derecek bû. Ciwan û negihîştî hewl didan ku bi çavdêriyê hîn bibin. Bi rastî wê astek li mirov zêde dikir. Zaroktîya min jî wek yê din pirê xwe li oda meya mêvanan derbasbû. Heta derengîya şevê di odê gund de hîkayet û çîrokên dirêj bi şevan dewam dikir ji aliyê kesên herî jîr û deng xweş ve dihatin vegotin. Çay, qehwe, dihat vexwarin, çîgêgoşt dihat stirandin û helawtî çê dikirin mîvanan dixwarin.
Li odeya bavê mi, mîvanekî me hebû navê wî Melle Cemal bû. Zanistekî pir baş bû. Qasî sê salan li odeya me bû mêvan.Tiştên pir bi qîmet û balkêş mirov li wî kesî hîn dibûn. Melle Cemal, him Quran, him Încîl û him jî Tewrat ezberkiribû. Digot ezê 85 sala bijîm. Ezê di roja înê de bimirim. Me kesî îna nedikir. Lê bi rastî jî bi gotina wî kesî derket. Xwedê rehma xwe lê bike û cîhê wî bihûşt be, ez gelek tişt jê fêr bûm. Ji çanda odê da bigire heya rûniştin û rawestandin ê, ji xwarinê bigire, heya çay û qehwe çawa tê vexwarin behsa her tiştî dikir. Av çawa tê belavkirin. Meriv çawa xwedan hişmendiyek estetîk û bilezgîn be.
Rojekê ji min re got, mihemed were ba min, ez çûm ba wî sekinîm, min got fermo apê melle: “Wî ji min pirsî, got dara bîhê li ber çi şîn dibe?” Min got ez nizanim apê melle. Paşê ji min re got avê bîne. Min jêre av anî. Av vexwar û got te fêm kir? Min got na, bavê min got bêje ji ber avê şîn dibe. Dû re min fêm kir.
Dema ku kesek ji we av xwest devê tasê negirin, piştî wî piçekî xwe xwar bikin, kefa destê xwe yê rastê vekin, tasê têxinêkê û bi wî awayî avê bidin mezinan. Piştî dayîna avê, gavekê paşde bavêjin û li bendê bimînin. Piştî ku mîvan av vexwar, dîsa tasê bigre û bi eynî şiklî şûnda vegere. Dema ku we çay belavkir, bila qedeh ne tam tijebe, hindikekî vala bihêlin bila xweş xuya bike. Min got temam apê melle. Ev dersa minî ewîl bû.
Dema ku mêvanek tê, jê nepirse ka ew çi vedixwe, li malê çi hebe ji dil û can pê re pêşkêş bike. Ya herî baş ew e, li ser sifrê bi tenê rûne ne. Xwedê li comerda hez dike. Sibeh roj zerika hêkê xavî vedixwar. Min jê pirsî ka sedem çi ye, wî got ku dengê mirov tîz û qewîn dibe. Dengê wî bi rastî bi bandor bû. Mirovekî deng xweş bû.Wî di şîva aşitîyekê de eşrek xwend ez li cem wî bûm. Waliyê Rihayê wê demê Ziyaeddîn Akbulut û piraniya kesên ku beşdarî şîvê bûn. Ji ber dengê wî bi şewat û tesîr gîş kelegirî bûn.
Nifşê nû ji tiştên wiha mehrûmin. Mixabin, me nikarîbû ev çand zindî bihîşta. Di nav Kurdan de dema xwarin dihate odê, berê mêvanan dixwarin, eger şîv zêde mabûwîya, zarokên piçûk û xortên malê li aliyê din dixwarin. Odeyên gundan wek navendên veguheztina çandî yên dibistanan kar dikirin. Min jî çend salan li oda bavê xwe xizmet kir, xwarin, av, çay û qehwe li mêvanan belav kir. Di destpêkê de gelek rexne li min hatin kirin, lê bi demê re ez di oda bavê xwe de bûm xizmetkarek baş. Ez hatime nuqteyeke wisa ku wek Serdarekî, ji bo min bû bilmecbûrî ku her tişt bi rêk û pêk be. Diviyabû ku kevçî, çetel, tas, şelbik, sihen û sifre yek reng bûya.
Niha em gazinan li xortên nû dikin. Ez meraq dikim gelo tenê ew sûcdar in? Bi dîtina min yên ku ew bê ziman û çand hîştin, hînî zimanê tirkî kirin û zimanê wan dan bîrkirin em in. Divê em zarokên xwe, çanda xwe biparêzin, nexwe em ê bi tevahî winda bibin. Divê em ramanên xwe zindî bihêlin da ku miletê me bijî. Ziman jîyane, jîyan zimane, zimanê mirî, gelê mirîye.
MamosteH
ÇandName Li pey şopa bav û kalan…