Bandora Televîzyonê a Li Ser Zarokan

Mala ku Televîzyon tê de nebe hema bêje nemaye. Malbat, ji bo zarokên xwe bimiştûxilênin bi giştî televîzyonê bikartînin. Ji xeynî vê jî gelek malbat, vîdeoyên ku difikirin ku wê zarokên wan pê jîr bin dikirin. Lê belê pirsa girîng ev e: “Bandora temaşekirina televîzyonê li ser jîrbûna zarokan heye an na?”

Agahiya nexweş ev e ku gelek pîspor dibêjin temaşekirina vîdeo an jî televîzyonê jîrkirina zarokan li aliyekî, li ser jîrbûna wan bi awayekî neyînî bandor dikin û vê yekê bi van xalên (maddeyên) jêrîn beyan (rave) dikin:

Televîzyon ji bo zarokên di bin du salî re ji hêla perwerdehiyê ve tu feydeyê nade. A ji vê xirabtir jî televîzyon wextê (dem) zarokê ê ku ji bo çalakîyên bi rastî li ser jîrbûna wî/wê bandor bike didize.  Zarok, li şûna li televîzyonê temaşe bike dikare bi mirovên din re di nav têkiliyê (hevbandorî) de be û dikare lîstikên ji bo wî/wê bikêr were bilîze. Zarok gelek tiştên di derbarê jiyanê de li şûna ekranekê, ji tişt û kesên di jiyana rastî de çêtir hîn dibe.

Temaşekirina televîzyonê, wextê zarokan ê ji bo tiştên wekî ziman, afirînertî, hişmendî, hunerên civakî ê ku hewcene zarok pêş ve bibin didize. Ev huner, bi rêya biservebûn, lîstîk û hevpeyvînê di her du salên ewil ê ku pirr girîngin de tên pêşvebirin. (ev her du sal ji bo peşveçûna mêjî (hiş) pirr girîng in). Mînak hunerên zaroka we ê ziman dema bi awayekî pasîf (tebat) li televîzyonê temaşe bike pêş ve naçin. Hunerên zimên, bi hevpeyvînên di jiyana rastî de tê kirin û bi gûhdarkirina mirovan pêş ve diçin.

Temaşekirina televîzyonê mêjiyê zaroka we ditevizîne. Lewra televîzyon rahijmendî (muteşebbîsî),  fikirandina analîtîk û entellektuel û hêza xeyalan a zaroka we asteng dike.

Temaşekirina televîzyonê wextê zarokê ê ji bo hunerên xwendinê pêş ve bibe jî didize. Zarokên di salên berî peşdibistanê de li xêzefîlm û bernameyên şahiyê temaşe dikin, ku digihêjin 5 saliya xwe, li gorî zarokên din hunera wan a xwendinê kêm (lewaz) tir e. Ji bilî vê jî îhtîmaleke kêm e ku zarokên li televîzyonê temaşe dikin hez ji pirtûk û materyalên din yên nivîskî bikin.

Zarokên zêde li televîzyonê temaşe dikin, ji bo hînî dîtbarên di televîzyonê de bi lez û bez derbas dibin bûne zehmetiya guhdarkirina mamosteyên xwe û mirovên ku di jiyana rojane de dipeyîvin dikişînin. Zarokên li şûna bi malbata xwe re biaxivin, bi televîzyonê re wextê xwe derbas dikin, bi rêya guhdarkirinê baş hînî mijarekê nabin.

Zarokên çaxê dibistanê yên zêde li televîzyonê temaşe dikin, ji çêkirina spartekên xwe re nedilxwaz in. Zarokên ku li ber televîzyonê li dersan dixebitin, randimaneke (feyde) baş ji vê xebatê nastînin. Seba  televîzyonê  bêxew dimînin û nava rojê ne xwediyê laşekî liserxwe ne, di jiyana xwe a dibistanê de carinan serfiraz (serkeftî) nabin.

Şovên televîzyonê û reklam bi giştî tundî (şîddet), alkol, tevzîner, zewq û sefayê di nav ambalajeke (paket) xweşik de pêşkêşî me dike. Hişê zarokên me mîna hevîr e û li gorî tiştên dibine şekl (têşe) digire. Ev tiştên zaroka we dibine nêrîna wî/wê a li cîhanê û tevgerên wî/wê pêk tîne (saz dike). Mînak, lêkolînên 20 salan dide nîşan ku zaroka we çiqas dûçarî hêmanên tundiya di televîzyonê de bimîne ewqasî tevgerên erîşker  wê bide pêşandan.

Profesorên zanîngeha sîdneyê bi lêkolînên kirin di navbera firehiya damara xwînber a retînal û dema zarokê a li ber televîzyonê derbaskirî de têkiliyek (pêwendî) dîtin. Hate tespît kirin ku damarên xwînber yên di çavên zarokên zêde wext li ber ekranê derbaskirin de teng in û ev weke sedemeke rîska dilrawestanê (qrîza dil) zêde dike ye tê pêjirandin.

Hinek pîspor bandorên li jor me qal kirin bi piranî qebûl dikin lê dibêjin televîzyon ewqasî jî nexirab e. Hetta diyar dikin ku heke mirov zêde pê de neçê û bernameyên zarok lê temaşe bikin li gorî wan werin hilbijartin temaşekirina televîzyonê baş e jî. Fikrên xwe bi van xalan (maddeyan) tînin ziman:

Dibe ku hinek pêşandanên televîzyonê zarokan perwerde bikin, Agahiyên baş û îlhamê bidin wan. Û ji bo hûn zaroka xwe hînî mezinkirina riwekekê (nebat) an jî çêkirina pasteyekê bikin televîzyon ji bandên deng an ji pirtûkan baştir e.

Lêkolîn didin nîşan ku zarokên li bernameyên perwerdeker û tundiyê nahewînin temaşe dikin di azmûnên matêmatîk û xwendinê de li gorî zarokên din baştir in.

Zarokên li bernameyên agahiyan didin û perwerdeker temaşe dikin dema mezin dibin jî li wan temaşe dikin. Ev zarok televîzyonê di perwerdehiya dibistanê de mîna ku hêmaneke perwerdehiyê temam dike ye bikar tînin. Ji aliyê din ve zarokên li şûna van bernameyan li pêşandanên şahiyê temaşe dikin dema mezin dibin ewqasî nedilxwazin ku li bernameyê perwerdeker temaşe bikin.

Li gorî lêkolîneke hatî kirin zarokên li bernameyên perwerdeker temaşe dikin yên ku  bi dest dibistanê nekirin dema digihin çaxê lîseyê puanên baştir digirin, meyla wan a li ser tundiyê hindiktir e û bêtir girîngiyê didin dersan.

Dawiyê jî ji zanîngeha sîenayê zanyaran derxistin holê ku bandora xêzefîlman li ser tebitîn û hedinîna zarokan heye. Heye ku ji vê sedemê bi heya hendazekê (astekê) temaşekirina bernameyên şahiyê ji bo zarokên bistres (hêrsoyî) û bêaram bibe wesîleya bêhnvedan û rehetkirinê.

Çavkanî: http://www.raisesmartkid.com/all-ages/1-articles/13-the-good-and-bad-effects-of-tv-on-your-kid

WERGÊR: CEMAL ŞINGAR

Derbar Çand Name

Check Also

7 Celeb Malbat

Gotara jêrîn, 7 celeb celebên malbatê vedibêje. Pêşî gotarê bixwînin û fêr bibin ka hûn …

Leave a Reply