Kurdjan Sorî

Cotmeh, 2023

  • 25 Cotmeh

    Romana Semerqand – 38 (Amîn Me’lof)

    Dema li Tehranê pêvçûnan didomand, li Tebrîzê dengê çekan yê ewul despêkir. Ez çûbûm, da piştî dersê Howardî bînim. Yê me bi Fazil û hevalek yê wî re şîv bixwara û ji wê jî em ê li encûmen bigihan hev. Hêca em negihaştibûn kolanên sûkê yên tevlîhev, me dengê çekan yên ewul sehkirin. Ji nîzing dihatin. Bi tatêldariyek zêde, me …

  • 20 Cotmeh

    Romana Semerqand – 37 (Amîn Me’lof)

    Êvaran, li sûka Tebrîzê zehf kêm dikan dimînin vekirî, lê kolan tevgerdarin. Zelam li serê kujiyan, li ser kursiyên hêsîr qelûnê dikuşkuşînin. Dûyê qelûnan, bêhnên nava rojê tevan ditepisînê. Min rêveçûna xwe, li ya Howard dianî. Bê sekin dimeşiya, ji kolanekî diket kolana din, carna ji bo slavê bidê babê xwendekarekî xwe disekiniya. Li her deverî zarokan navber didan leyîstoka …

  • 17 Cotmeh

    Romana Semerqand – 36 (Amîn Me’lof)

    PIRTÛKA ÇARÊ DI DERYAYÊ DE HELBESTVANEK Yê leyîstokê dileyizê xweda ye, em jî kevirên damê! Ya rast ev e, tiştên din beredayî ne. Ji lew re cîhan depê damê ye, her yek ji me jî pêlîstokek. Yê soxînê bikerixe û me berdê nava bîra bêbinî! Emer Xeyam   Nava baxçeyekê tarî û hawîrdorê wî dîwarkirî de, mirovên şên. Baskervîlle yê …

  • 15 Cotmeh

    Bangerê Hotiya(n)

    Çiyayê Herekolê, di navbera Şernex, Dihê(Erûh) û Xesxêr(Berwarî) de ye. Herema Garisan jî li wê deverêye ku ji van gundan pêk tê: Tirya, Kevzin, Koçnis, Êrkend, Hot, Tal, Xerxol û Keleh.  Ev gund tev di qûntara Çiyayê Herekolê de rêz in. Gundê Tirya ji hemûyan mezintire, lê gundê Hotê ji tevan pêtir tê naskirin û ji hemûyan navdartire. Li ser …

Îlon, 2023

  • 15 Îlon

    Romana Semerqand – 35 (Amîn Me’lof)

    Tevlîbûyîna hişyarbûyîna Rojhilat berbijariyeke; kelecanek, coşek û gumanek e. Gelo di mejiyê wê yê razayî de, çi fikrên xêr, an jî cinawirî heşîn bûbûn? Heke hişyar bibê yê çi bikê? Yê êrîşê yên ew vehejandîn bikê? Wek taviyên teyrokê nameyên xwendevanan yê bifikar ji min re dihatin. Hêca di hişê wan de, serhildana Pekîn Boxersê ya sala 1900 ê ya …

  • 5 Îlon

    Romana Semerqand – 34 (Amîn Me’lof)

    Şêrînê, yek ji wan ji min re şand. Ez hêca jî vedişêrim. Carna lê dinêrim û dikenim. Nava baxçe de, li ser mehfûrekî jin û mêr dora çil kesî. Her yekî bi temtêlekî. Tirk, Japon Awustralyayî û di nav nîvê wan de li pêşiyê M. Naus. Bi riha spî, simbêlên boz û weke papazekî bi temtêla melê de! Şêrînê li …

Tebax, 2023

  • 25 Tebax

    Romana Semerqand – 33 (Amîn Me’lof)

    Kula gera li Îranê, mabû di dilê min de. Ji bo çûna Tehranê heyvekî û ji bo jêderketina wê jî sê heyvan min hewl dabû û enceq ez li kolanê wê gerabûm. Gelek dîmenên balkêş mabîn hişê min de, ku ez dikişandim wê derê: Keyfa kuşkuşandina qelûnê, kelecana girtina destê Şêrînê, ehda bi kêlîyekî de hatî dayîn, bi safîtiya dayikeka …

  • 21 Tebax

    Kizwan

     KIZWAN(*)  Kizwan; navê fêkiyekiye ku li welatê me çêdibê. Ji dara kizwanê re “Ben” an jî “benîştek” tê gotin. Çênd cûreyên wan hebin jî piranî dibin du beş: Kizwanhûrik û Bitim. Kizwan hûrik; libên fêkiyên wan hinge liba nîskê û piçekî mezintirin. Dema çêdibê rengê libên wan piranî keskin, lê hinek reng tarî nizingê rengê reş jî hene. Bitim, ji …

  • 15 Tebax

    Romana Semerqand – 32 (Amîn Me’lof)

    Zelamên li Girê Yildizê, li dora mala Cemaleddîn digeran, heke li ser kumên xwe “êspiyonkerên Siltan” jî nivîsandibûna, evqas eşkere nedihatin naskirin. Ziyaretvanên herî ehmeq jî bi dîtinê re ev yek fêhm dikirin. Lê belko jixwe armanca wan ew bû: çavtirsandina ziyaretvanan!  Bi rastî jî ji beriya çendekî mala ji havalbendên wî nûçegihanê biyanî û ji kesên giring yên di …

  • 5 Tebax

    Romana Semerqand – 31 (Amîn Me’lof)

    “Diya min” ya piştî çend kêliyan hatî mezelê, mecbûr ma ku rave bike ka çire zelamek di mala wê de ye. Şûna navê xwe an yê keçên xwe pîs bikê, rastî got. Ka ev zelamê xerîp kî ye û bi welatparêziyeke mezin û lehengiyê vegot. Hevparê sûncê kesê ewda mêrê wê vekirî û zalim ji holê rakirî. Ew Frengê polês …