Bangerê Hotiya(n)

Çiyayê Herekolê, di navbera Şernex, Dihê(Erûh) û Xesxêr(Berwarî) de ye. Herema Garisan jî li wê deverêye ku ji van gundan pêk tê: Tirya, Kevzin, Koçnis, Êrkend, Hot, Tal, Xerxol û Keleh.  Ev gund tev di qûntara Çiyayê Herekolê de rêz in. Gundê Tirya ji hemûyan mezintire, lê gundê Hotê ji tevan pêtir tê naskirin û ji hemûyan navdartire.

Li ser gundê Hotê û Hotiyan gelek çîrok û meselok hatine gotin. Hema bêje di Tirkyayê de cihê Temel ê Ji Deryaya Reş ka çiye, Bohtaniyê de cihê Hotê û hotiyan jî ew e. Ji Silopya heta Miksê, ji Şernex heta Sêrtê û Cizîrê kesê temenên wan ser pêncihê re teqez (qet nebê carekî) meseleyek ya Hotê û hotiyan seh kirine. Dema kesek nizanibe tiştekî bike, xelk dibêjin: “Ma tu Hotî yî?” ji meseleyên Hotiyan yek jî ev e:

BANGERÊ HOTIYA (AN JÎ BANGERÊ HOTÊ)

Rojekî Axayê Hotê, ji gundiya re dibêjê: “Kesek herê bajêr hebê, xeberekî bidin min, qewîtiyên min hene.” Çend rojek ser re diborin yek tê dibêjê: “Axayê min, min seh kiriye yê sibe Elo herê Cizîrê.” Dibêjê: “Herin bakine, bila werê.” Gazî Elo dikin, tê.

Axa dibêjê:

-Elo, raste, tê herî Cizîrê?

-Belê axayê min.

-Tê kengê herî?

-Sibe ne, dusbe.

-Baş e. dema tu herî min bibine û welê here.

-Bila axayê min.

Du roj diborin, sibehî Elo radibê da herê Cizîrê, dinêrê wê axa li serê bên guhdarî dinyayê dike. Lê dinêrê, dibînê û diçê. Dema digihijê cizirê, li ber dergehê bajêr pasvan dipirsin:

-Tu ji ku têyî?

-Ez ji Hotê têm.

-Tê kengê vegerî?

-Sibe.

-Nexwe dema karê te qediya, here qesrê, bêje ez ji Hotê hatime, herhal qewîtiyê Mîr hene da tu bînî cih.

Elo, dema navê Mîr seh dike, xwe rastdike û dibêjê:

-Ser serê xwe ezbenî.

Elo diçe sûkê, ka çi îş û karê wî heye pêk tîne. Dema îşê wî diqede, berê xwe dide qesrê. Diçe ber deriyê Birca Belek. Pasvan dibêjin: “Te xêr e, tu kî yî?  Dibêjê: “Ezbenî ez ji Hotê têm, dema ez hatim ber dergehê bajêr hevalên we gotin dema iş qediya here ba Mîr ez jî hatim.” Xeberê ji Mîr re rêdike û Mîr destûrê dide, diçe huzûrê.

Mîr dibêjê:

-Elo tu ji Hotê têyî?

-Belê Mîrê min.

-Axa tiştek ji te re negot?

-Belê, mîrê min.

-Çi got?

-Got dema tu herî bajêr, min bibîne.

-Vêca te dît?

-Belê Mîrê min.

-Te çawa dît?

-Ezbenî, sibeda ez derketim, mi dît ku wê Axa li serê bêne û guhdarî dinyayê dike. Min lê nihêrî, min dît û ez hatim.

Mîr hêrs dibe, lê nade der. Dibêjê:

-De başe Elo, emaneteke Axê li cem min e, yê esker bidin te û bibe here ji axê re. Tu dikarî derkevî.

-Ser sera  mîrê min.

Elo paşpaşkî derdikeve, Mîr dibêjê Pasevan: “Bangerekî bidin pişta wî bila bibe here Hotê!”

Pasevan bangerekî didin pişta Elo û dibêjin: “Ev emanetê Mîrê Botan e, divê tu bibî ji Axayê Hotê re. Nebî tiştek pê bê!!!”

Banger ser milê Elo û Elo dikeve rê… tê Qesirka Gêlî, ji xwe re dibêje: “Ez ê çawa vî bangerî bibim heta Hotê? Qasekî bêhna xwe vedike û datîne ser milê xwe û rê dikeve. Ji xwe re dibêje; hema hesabê min ji vê pê de hilgirtiye, diçe Dêrgulê dibêje hesabê mi ji vê pê de hilgirtiye. Diçe Dêrşew welê, diçe Şirnex welê… bi vî halî, gav bi gav wî bangerî hildigre, heta dibe serê Çiyayê Herekolê gundê xwe Hotê. Diçe mala axê banger datîne:

-Eselama eleykum.

-Eleykume sselam.

-Axayê min, emanetê te.

-Emanetê çi?

-Ezbenî Mîrê Bohta ji te re rêkir.

-Tu çûyî Cizîrê Hatî?

-Belê Ezbenî.

-Bi Xwedê ev heqê te ye û cezayê te hê maye şûn ve!

 

BÎR AN KEHNIYA HOTÊ

Tê gotin ku di Serdema Mîrekan de, rojekî Mîrê Bohta û birek esker ve diçin dora Herekolê nêçîrê. Zehf digerin, diwestin û têhn dibin. Dema nîzingê Hotê dibin, eskerek zehf têhn bûye, hespê xwe dibezînê diçê ser bîrê. Qurî dikê avê, têr vedixwê û radibê. Dema radibê ser xwe, pişta xwe didê bin zikê ciwaniyê û didê xwe. Dike û nakê nikarê hêsp hildê. Wê navê re, Mîr û eskerên wî jî digihijin ser bîrê û dibêjê: “Tu çi dikî?” ew jî dibêjê: “Vaye sê rojin ku ez li ser pişta vî hespî me, heywan zehf westaye, gunehe. Heta niho wî ez hilgirtim, vê carê dora min e û ez ê wî hilgirim.” Piştî vê Mîr ferman dide û dibêjê: “bila ti kes ava vê bîrê venexwê!” bîrê tejî kuç û ax dikin, dixetimînin.  Tê gotin ku sebebê van meseleyên ecêp yên derheqê Hotiyan de hatin gotin ava vê bîrê an jî kaniyê bûye. Piştî ew av hatî xetimandin ev mesele jî kêm bûne û heta êdî nemane.

Salên 1990 an ji beriya hilbijartinên parlementoya Tirkan, xebat û propagandayên hilbijartinê hene, berbijêrek li Sêrtê mîtîgekî de dibêjê: “Kurdên herî şûn ve mayîn Hotî ne. vaye ez bi xwe jî Hotî me. Veca ji xwe bawerbin, wextê em Hotî jî hişyar bîbin û bûbin berendamê parlementiyê. Êdî ji xwe hûn tev bûne feylosof.”

Kurdjan Sorî

Derbar Kurdjan Sorî

Check Also

Kurd Çima Şaşiyên Xwe Qebûl Nakin?

Ez bi xwe di malperekî de mamostetiya Zimanê Kurdiyê (Kurmancî) dikim. Ev du sal in …

Leave a Reply