Jiyaneke di nav paradoksan de

Ez êdî mezin bûme, lê hîn jî her tişt ji min re pir balkêş xuya dike, lê tiştê herî balkêş ew bû ku rojekê, dema ku ez li malê ramediya bûm, bavê min ji nişkê ve bi du heywanên mirî di destên xwe de ket malê û ji kêfxweşî dikeniya. Ew ken ji min re pir ecêb xuya bû, li hêlekê de min li heywanan dinihêrî ji aliyekî din ve, kenê bavê ji min re pir balkêş bû. Gelo divê ev ji bo wan ajalan xemgîn bibim an jî ji bo kenê bavê xwe kêfxweş bibim? Balkêş e ku mirov çawa dikarin dema ku heywanekî bikujin bikenin an kêfxweş bibin, hîn jî hinek ji bo vê kêfxweşîyê diçin nêçîrê…

Hinek ji bo nêçîrê rojên taybet ji xwe re saz dike, dû re diçe nêçîrê, rojek an du rojan li dora xwe digere ji bo ku ajalekî din bikuje. Armanc çi ye, ji bo kuştina heywanekî, ji bo kêfê? Xerîb xuya dikir ku bavê min her tim bi heywanên mirî di destên xwe de dikete dêrî û wan di destê xwe de ba dikir. Min nikarîbû fêm bikira û hîn jî nikarime fehm bikime.

Lê ji aliyekî ve, em ji bo heywanên mirî xemgîn dibin, û ji aliyê din ve jî xwarina goşt her roj me kêfxweş dike. Bi gotineke din, em di paradoksekê de dijîn. Ji aliyekî ve, em li dijî kuştina heywanan in, û ji aliyê din ve, em hewl didin ku her roj goşt bixwin, û em heta ji bo wê jî bihayê pir zêde didin. Carinan, em diçin cihên taybet, em hewl didin ku goştê herî baş bixwin, em hewl didin ku xwarina herî baş bixwin.

Rastî ev e ku em di her kêliya jiyana xwe de, em di her temenî de di paradokseke berdewam de dijîn. Carinan em tiştên ku em li dijî wan in dikin, carinan em tiştên ku naxwazin dikin, û carinan jî tiştên ku em nikarin fêm bikin dikin. Dibe ku xwezaya me wekî mirovan bandorê li ser vê yekê bike, lê hin tişt ne tiştên ku em tenê dikarin bi hestên xwe biryar bidin in. Divê xwezaya me jî were berçavgirtin. Pir tiştê ku em dixwazin li dijî xwezayê ye û piştî demekê mehkûmî têkçûnê ye.

Firat Bawerî

About Firat Bawerî

Nivîskar li ser perwerdehî û folklorê dixebite û xebat û wergeran dike

Check Also

Mesele | Binehişa Welat

Çi ferq di nabêna însên û heyîneyên din de heye? Wesfê însanan ku naşibe heyîneyên …

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *