Ji me re xizmetkirin pêwîst e. Ji bo ku em xwe pêş bixin, xizmetkirina me pêwîst e. Ew xizmeta ku em ji bo netewa xwe û gelê xwe dikin, bi rastî ji bo me jî xizmeteke bi nirx e.
Divê em bi plan û rêkûpêkî bixebitin û xizmet bikin. Xizmeta herî girîng ew e ku di rêya ola me û gelê me de tê kirin. Bêyî vê yekê, xizmetkirina malbatê jî pir girîng e, xizmetkirina dê û bav jî pir girîng e. Dema ku em ji bo ola xwe û malbata xwe xizmet dikin, divê em malbat û dê-bavên xwe paşguh nekin. Hin kes hene ku dema dikevin nav xizmetê, tenê dixwazin armancên xwe bi cih bînin û di encamê de malbat û dê-bavên xwe îhmal dikin. Lê ev ne rast e. Ya rast ew e ku em hem ji bo gelê xwe bixebitin, hem jî ji bo malbata xwe.
Di nav gelê me de gelek pirsgirêk hene, lê pirsgirêka herî mezin ew e ku di hundirê me de ye. Ya yekemîn nezanî ye. Divê em baş bizanibin ku em ê çi bikin, ji bo çi bixebitin û çawa bixebitin. Ya duyemîn jî, divê em di xizmetê de li gorî rêbaz û prensîbên erênî tevbigerin. Ger em tenê li gorî hest û hîsên xwe tevbigerin, pir caran em ê şaş bibin. Lê ger em li gorî rêbazên erênî hereket bikin, wê demê em ê rastir û bi bandortir tevbigerin. Ya din jî, divê em bizanibin ku derdora me ji kesên cuda cuda pêk tê. Her mirov ne wekî hev e. Her kes li gorî şêwaz, karakter, xwestek û qabiliyetên xwe tevdigerin. Divê em di dema xizmetê de van tiştan jî li ber çavan bigirin.
Her wiha divê em bi awayekî baş teknolojîyê jî bi kar bînin. Tiştên dîtbarî, vîdyo û dengî bi awayekî serkeftî bi kar bînin. Ev serdema teknolojî û vîdyoyan e. Ger em van amûran bi kar neynin, em ê nikaribin xwe bidin naskirin û xizmeta xwe bi pêş bixin. Ya din jî, divê em di xizmetê de bi awayekî komî tevbigerin. Bi hevalan re komekê ava bikin. Çend kes dibin, sê kes dibin, pênc an şeş kes dibin, a girîng ew e ku em bi hev re tevbigerin, ne bi serê xwe. Tiştê ku bi serê xwe were kirin, demeke kurt didome û paşê radiweste. Gelek tiştên kurdan jî bi vî awayî di nîvê rê de dimînin. Hinek sar dibin û kar diqete.
Lê ger em bi hev re tevnegerin, wê demê jî di nav hevalan de gelek pirsgirêk derdikevin û tevger carinan belav dibe. Ji ber vê yekê, divê dema ku em dixebitin û xizmet dikin, van tiştan hemûyan li ber çavan bigirin.
Firat Bawerî
ÇandName Li pey şopa bav û kalan…